Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Dixwazin dawî li çapemeniyê bînin’

Rojnamevanên ku bertek nîşanî binçavkirin û girtina hevpîşeyên xwe dan, ji bo xwedîderketina li mafê nûçewergirtinê û rojnamevanan bang kirin. 

Di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz û Firat Can Arslan, edîtora T24’ê Sûbel Yukler û edîtora Bîanetê Evrîm Kepenek û rojnameger Evrîm Denîz hatin binçavkirin. Hat hînkirin ku rojnamevan ji ber ku der barê dozgerê ku îdianameya 18 rojnamevanên li Amedê hatibûn binçavkirin amade kiribû û hevjîna wî endama heyeta dozê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hin parvekirin kirine û “kesên li dijî terorê têdikoşin hedef nîşan dane” hatine binçavkirin. Delal Akyuz, Sîbel Yukler û Evrîm Denîz hatin berdan, Firat Can Arslan hat girtin. Tê payîn ku îro Evrîm Kepenek sewqî edliyeya Stenbolê bê kirin.

Rojnameger Alî Dûran Topûz, Fatîh Polat û Candan Yildiz têkildarî binçavkirina rojnamevanan û zextên li ser çapemeniyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
Rojnameger Alî Dûran Topûz, anî ziman ku desthilat dixwaze dawî li çapemeniya ku bi rêk û pêk dixebite û bibandor e, bîne û ev tişt anî ziman: “Desthilat tiştên ku beriya hilbijartinê digotin, piştî hilbijartinê yeko yeko dike. Lewma operasyonên li hemberî çapemeniyê bi dawî nabin.” Topûz destnîşan kir ku niha armanca desthilatê yek jê jî hilbijartinên herêmî ne û got: “Vê amadekariyê ji bo vê dike.”
Hedef çapemeniya azad e
Topûz bilêv kir ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) û ekola Çapemeniya Azad bi taybetî ji ber cidiyat û domdariya xwe rasterast di hedefa desthilatê de ye û got ku desthilat naxwaze saziyeke aîdî kurdan hebe. Topûz bilêv kir ku ji ber raya giştî ji bo van zextan pir deng dernaxîne desthilat jî rihet tevdigere.
Topûz bal kişand ser çapemeniya muxalif û girtina rojnamevan Merdan Yanardag jî û got ku Halk TV ji bo girtina Merdan Yanardag jî xweşikî nûçe çênekirine. Topûz wiha domand: “CHP’ê got ‘wî berdin’ lê neket nava liv û tevgereke ji dil. Naxwaze daxil bibe. Lê divê em jibîr nekin, di vir de tişta ji bo Merdan Yanardag tê kirin çi bibe divê ji bo Abdûrrahman Gok, Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglûyê jî bê kirin. Lê ji ber ku siyasî naxwazin tiştekî bikin, tenê qîma xwe bi daxuyaniyan tînin. Bi daxuyaniyan û gotinên ‘hûn şaşiyê dikin, em ê hesab bipirsin’ bi kêr nayê. Pêdivî bi çareyên siyasî û bibandor heye. Lê ya ku partiyên siyasî dikin tenê ew e ku va me kir, lê tu beranberiyeke vê tune ye.”
‘Astengî bûne rûtîn’
Edîtora T24’ê Candan Yildiz anî ziman ku astengiyên li ber pêşeya rojnamevaniyê êdî veguherîne tiştekî rûtîn û got: “Her roj hevpîşeyên em tên binçavkirin an jî der barê wan de doz tên vekirin. Nûçeyên ku siyaseta desthilatê teşhîr dikin, mijara nerihetiyê ne. Muxalefet jî di vî warî de hem bêdeng e hem jî ketiye nava cîhaneke desthilata biçûk.”
‘Divê her kes xwedî li mafê nûçewergirtinê yê gelê derkeve’
Rojnamevan Fatîh Polat jî bang kir ku hevpîşeyên wan bên berdan û got ku desthilat dixwaze hebûna xwe bi zext û zoriyê bidomîne. Polat ev tişt gotin: “Li tu dera cîhanê binçavkirinên wiha bi hincetên pûç nayên kirin. Ev, di heman demê de gefxwarineke li hemû rojnamegeran li Tirkiyeyê ye jî. Desthilat berdewamiya xwe di ser darazê re pêk tîne. Lewma divê rêxistinên pîşeyî û kesên demokrasîxwaz li cem rojnamegeran bin. Em dixwazin demildest hevpîşeyên me bên berdan. Divê rojnameger bi tenê neyên hiştin. Divê her kes xwedî li mafê nûçewergirtinê yê gel û rojnamegeran derkeve.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar