Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Dixwazin gundên li ser Çemê Dîcleyê vala bikin

Ji ber Bendava Ilisûyê 199 gundên li ber qeraxê Çemê Dîcleyê dê di bin avê de bimînin. Dewleta tirk bi rêya melyên Dîyanetê hişyarî da gundiyan ku gundên xwe vala bikin

Dewleta tirk di salên 90’î de bi polîtîkayên xwe yên bêmirovhiştina herêmên Bakurê Kurdistanê bi hezaran gund valakirin û bi hezaran welatî di îşkenceyan de darbaskirin û kuştin. Dewleta tirk bi taybetî di salên desthilatiya AKP’ê de jî bi çêkirina “Bendavên ewlehiyê” û HES’an ev polîtîkaya xwe dijwartir kir û bi vê armancê dixwaze herêmê bêmirov bihêle. Her wiha dewlet bi wêrankirina dîrok û bermahiyên çandê jî armanc dike ku hiş û bîra civakê tune bike. Yek ji van bendavan a jî Bendava Ilisû ye ku li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin û li gel armanca bêmirvhiştina herêmê di heman demê de çand û dîroka 12 hezar salî ya mirovahiyê tê tunekirin.

Bi salane çêkirina Bendava Ilisûyê didome. Tê xwestin navçeya Heskîfê ya xwedî dîroka 12 hezar salan û Çemê Dîcleyê di bin ava Bendavê de bimîne. Li gel daxuyaniyan jî ku digotin dê di 10’ê hezîranê de qapaxên bendavê bê girtin lê hêj pêk nehatiye. Tevî ku girtina qapaxên Bendava Ilisûyê ne diyare jî lê tê xwestin bi dehan gundên li Geliyê Dîcleyê bên valakirin.

Hat zanîn ku heyetek ji Miftîtiya Sêrtê çûne gundên Ewtê û Bêlekê yên bi ser navçeya Misircê û ji gundiyan re gotine “Dibe ku her kêlî deriyên bendavê bê girtin û gundên we di bin avê de bimînin. Ji bo valakirina gund amade bin.”

‘Em nizanin dê kengê pêşiya avê bigirin’

Ji şêniyên gund Ewtê Tekîn Aktaş diyar kir ku heyetek ku ji miftîtiyê çûye gundê wan gotine bi armanca “tedbîrê” dê di demek kin de deriyên bendavê bên girtin. Aktaş anî ziman ku dîroka girtina deriyên bendavê nedane wan û wiha got: “Em nizanin dê kengî av pengar bide. Ji me re dibêjin ji bo derketina gund amade bin. Ji bo em ji gund derkevin ji me re dibêjin amadekariyan bikin lê sozên xaniyên dê çêbikin pêk neanîne. Em nizanin wê pêşiya avê bigirin an negirin.”

Ji bo malên hêj xilas nebûne peyman

Hat ragihandin ku li çend gundên jî yên di bin bendavê de dimînin bi rêya meleyan hişyarî hatine kirin û li navçeya Heskîfê jî hêj malên nehatine temamkirin dixwazin bidin welatiyan. Li gel ku xanî amade nebûne jî rayedarên Înşata Guneştekîn ji şêniyên Heskîfê re gotine “me xaniyan bêkêmasî dewr girt” û xwestine peymanê bi welatiyan bidin îmzekirin. Hat zanîn ku şêniyên Heskîfê jî gotine ji bo xaniyên hêj temam nebûne dê bi vî awayî peymanê îmze nekin.

Gundên dê di bin avê de bimînin

Gundên di bin ava bendavê de dimînin wiha ne:

“* Gundên Kerboranê: Germav, Zengan, Kayapinar, Amara, Liyan.

* Gundên navçeya Basa: Liyan, Gerî, Tarûnî, Guvînan, Demirbogaz, Dagyelî, Gumuşkaya.

* Gundên girêdayî navenda Sêrtê: Yokûşbaglari, Meşelîdere, Baglica, Hadît, Kutmis, Xert, Ciwanîka, Şemsê, Mehîna, Daraalp, Aynbaran, Kûtlûca, Yukluce, Ogûlcak, Komarl, Aktaş, Arpali, Duzluce, Bakir, Çinarlisû.

* Gundên girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê: Guveşil, Girdara, Kemerlî, Gundik, Taşdîbek, Ginyanis, Rexîne.

* Gundên girêdayî navçeya Misircê ya Sêrtê: Uluaga, Girigavana, Ayacik, Akçali, Yurekveren, Dîbek, Kendelan, Aydemîr, Tatli, Karabedîr, Cefan, Atalay, Yenîkopru, Baglica, Bêlekê, Başûran, Erenler, Meydandere, Kûrşûnkoy, Mollahasan.

* Gundên girêdayî navçeya Heskîfê: Kedil, Magarali, Atlihan, Çardakli, Karagîl, Difnê, Sakli, Koyûnlû, Palamût.

* Gundên girêdayî navenda Êlihê: Yenîkoy, Balpinar, Zor, Segirkan, Şeyhçoban, Sogûksû, Çayustu, Serkanî.

* Gundên girêdayî navçeya Qubîn a Êlihê: Tepecîk, Dusakdik, Derdevîn, Pompali, Çakilli, Mezareş, Mezrik, Kiyimli, Cimsarip, Çîmenlî.

* Gundên girêdayî navçeya Kercewsê ya Êlihê: Kantar, Delasor, Otlû.

* Gundên girêdayî navçeya Bismilê ya Amedê: Kinik, Mirkulyan, Alûç, Yapilar, Sefarî, Badî, Înardi, Korukçu, Yenîce, Aş, Oba, Çoltepe, Tepê, Aygeçît, Kayabaşi, Kenan, Sînan, Seletê, Agilkoy, Bozçali, Kasrişahîn.” SÊRT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar