Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dixwazin kurdî ji kuçeyan jî biqewirînin

Bertekên li hemberî daxistina tabeleyên bi kurdî didomin. Zimanzan Necmiye Alpay bertek nîşan da û wiha got: “Ev feraset li dijî aştî û demokrasiyê ye.” Nivîskar Selîm Temo jî wiha got: “Kesên nehiştin gorek Saîdê Kurdî hebe, efendiyên wî bûn.”

Wexta Şaredariya DBP’î ya Bedlîsê, li tevahiya bajêr tabeleyên kurdî hatibûn daliqandin. Lê belê niha ew tabela yeko yeko tên rakirin. Şaredarê AKP’î Nesrûllah Tanglay ku tabelaya bi kurdî ya şaredariyê rakir vê carê jî tabeleya li têketina bajêr ku li ser bi kurdî, tirkî û ingilîzî “Hûn bi xêr hatin Bedlîsê” nivîsandî jî rakir. Piştî van beratkan şaredariyê daxuyanî da û îdia kir ku wê tabeleyaên li ser “Hûn bi Xêr Hatin Bajarê Bedîuzzaman Saîd-î Nursî Bedlîsê” dîsa bên bicihkirin.  Zimanzan Necmiye Alpay, rêvebirê Komeleya Lêkolînê Kurdî Eyyup Sûbaşi û nivîskar Selîm Temo jî bertek nîşanî vê yekê dan.

Rêvebirê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyup Sûbaşi destnîşan kir ku divê polîtîkayên îktîdara AKP’ê bi awayekî yekpare bên nirxandin. Sûbaşi wiha got: “Wexta em li bajarên kurdan binêrin em ê dijminatiya ji bo kurdî û kurdan çawa tê kirin bibînin. A li Bedlîsê hatiye kirin jî mînaka herî berbiçav e. Divê gelê me êdî van tiştan bibîne. Nêzîkatiya AKP’ê ya ji bo kurdî nêzîkatiya ji bo kuran e. Li Bedlîsê vê yekê bi destê şaredarekî kurd dike û dixwaze bi vî awaykî peyameke bi vî rengî bide; ‘Lê binerin kurd jî kurdî naxwazin.’ Lê êdî ev nêzîkatî pûç bûye. Kurd daxwaza zimanê xwe dikin û ev daxwaza wan a herî sereke ye.”

‘Li dijî demokrasî û aştiyê ye’

Zimanzan Necmiye Alpay jî bal kişadn ser şaredarîvaniya pirzimanî û wiha got: “Nexasim jî Şaredariya Sûrê ji bo hemû şaredariyan bibû mînak. Lê belê niha dev ji vê ferasetê hatiye berdan. Me dizanibû di warê siyasî de AKP di bin tesîra MHP’ê de ye. Çimkî ev terh bêtir terhê MHP’ê ye. Divê dev ji vê ferasetê bê berdan. Ev feraset li dijî aştî û demokrasiyê ye.”

Koleyê evîndarê efendiyê xwe

Nivîskar Selîm Temo jî ev tişt anî ziman: “Ez vê helwesta rezîl ku hewl dide kurdî ji bajarê Şerefxan ji holê rabike şermezar dikim. Kesê niha şaredar e, ji qeyûm hewaskartir e û radibe li bajarekî kurdan kurdî ji holê radike. Ev koleyê ku evîndarê efendiyê xwe ye tîne bîra mirov. Em di vir de ‘serketina’ polîtîkaya asîmlasyonê ya li Kurdistanê dibînin. Nexwe êdî asîmlasyona kesên hatine asîmîlekirin hatiye asta parastina asîmlasiyonê. Ev tê wateya ku çawa kurdî ji qada polîtîk û çandeyî hatiye qewirandin êdî ji kuçeyan jî tê qewirandin. Ji bo vî kesê navbirî ev tiştekî xwezayî ye, ji bertekan jî fêm nake, bi ser de dibêje em ê tabelaya li derveyî bajêr bi navê Saîdê Kurdî bi cih bikin. Yanî dibê qey bi awayekî îdeolojîk tev digere. Halbûkî kesên nehiştin goreke Saîdê Kurdî jî hebe dîsa efendiyên wî bûn.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar