Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin’

Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlihê têkildarî daxuyaniyên qeyûm Hulusî Şahîn û parlamenterê AKP’ê Zîver Ozdemîr ku serdema HDP’ê hedef girtibûn, daxuyanî dan. Daxuyanî li pêşiya avahiya HDP’a Êlihê hate dayîn û di daxuyaniyê de parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, hevşaredar Songul Korkmaz û Mehmet Demîr û rêveberiyên partiyê amade bûn. Di daxuyaniyê de hevserokê HDP’a Êlihê Huseyîn Sarik da zanîn ku qeyûm ji bo ku nelirêtiyên xwe veşêre her tim di nava hewldanan de ye. Sarik, got ku qeyûm hewl dide 414 milyon lîre deynê şaredariyê jî bi hinceta “terorê” binixûmîne.

Parlamenter Necdet Îpekyuz jî anî ziman ku texrîbata ku qeyûman di şaredariyan de çêkiriye her ku diçe mezintir dibe û wiha domand: “Kesên hatine tayînkirin nikarin şûna hilbijêriyan bigirin. Divê neyê jibîrkirin ku mafê kesekî nîne di vê meha Remezanê de hemû kesî bi hinceta fitareyê kom bike û hewl bide xwe rewa nîşan bide. Hevşaredarên me hêj jî Mehmet Demîr û Songul Korkmaz in. Ev hevalên me bi dengên xelkê vî bajarî hatin hilbijartin. Li vî bajarî çi bibe û çi biqewime dê bişopînin. Parlamenterê AKP’ê Zîver Ozdemîr gefa tayînkirina qeyûman li kesên bi dengê gel hatine hilbijartin dixwe. Hêj hilbijartin nehatiye lê radibe û dibêje; ‘heke em hebin dê xebat hebin. Lê heke em nebin dê nehêlin kesek bixebite.’ Bi vê gotinê raste rast vîna gel hedef tê girtin. Ev gotin nayên qebûlkirin.”

Xesp dikin

Di daxuyaniyê de hevşaredar Mehmet Demîr jî gotina qeyûm a “em bi hev re serketin” bi bîr xist û wiha got: “Hefteyek berê di bin navê danasîna xebatên şaredariyê de çalakiya AKP’ê hat kirin. Wekî her carê li vir jî derew hatin kirin. Hewl dan xespa xwe binixûmin. AKP, Waliyê Êlihê, serdozgerê komarê û midûrê emniyetê hiqûq binpê kirin û bi darazên pêlîstok hevşaredarên vî bajarî ku ji sedî 68’ê dengan wergirtibûn ji peywirê girtin û li şûna wan partiyeke ku ji sedî 28’ê dengan wergirtî bi cih kirin. Me heta niha derheqê gelek nelirêtiyan de gilî kir lê serdozgerê komarê tiliya xwe jî neleqand û beşdarî çalakiya AKP’ê bû. Ev yek nîşan dide ku ev bêhiqûqî bi hev re kirine. Gelo ji bilî dagirkirina şaredariyê çi kar kirine?”

Bi domdarî Demîr, anî ziman ku walî di civînan de dibêje; “me hemû pirsgirêkên bajêr çareser kirine” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îdia dike ku em xwedî tu plansaziyan nebûn. Erê baş e ji bilî planên me we çi kiriye? Qet nebe li gorî walîtiya xwe tevbigere û xwe zêde nexîne. Li gel qeyûmê dema berê şaredarî xiste bin deynekî ewqas mezin ku şaredarî heta 10 salên din nikare bi ser xwe ve were. Heta ku tu bersiva pirsên derheqê îhaleyên ku nerilêrêtî tê de hatiye kirin, plana îmarê ya revîzekirinê, nîvcohiştina raxistina boriyên li 5 taxan ku bi sedema parastina mutahîdan hatibû kirin, bêyî ku têkiliyên abonetiyê bên kirin peyarêyên bi lez bez hatine çêkirin û deynên ji ber pêşwazîkirina pêwîstiyên saziyên din li pişta şaredariyê hatine barkirin nedî, nikarî xwe xelas bikî. Dibêjin qey heke çendek sîmûlasyonên komputerê amade bikin dê bikarin xelkê bixapînin û bi ser nelirêtiyên xwe bigirin. Lê xwe dixapînin. Em ê destûrê nedin vê yekê. Parlamenterê AKP’ê dibêje; ‘ji bo ku em xizmetê bo we bikin divê hûn deng nedin HDP’ê.’ Ez ji Zîver Ozdemîr dipirsim; gelo ev 10 sal in li Êlihê kevir daniye ser kevir? Ji bilî xwe, we bo kê xebatek kiriye?”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar