Dewleta tirk a dagirker li ser îdiayên bêbingeh ên îtirafkar Umît Akbiyik di 24’ê îlonê de li Amedê bi ser saziyên ziman de hatibû girtin. Di çarçoveya lêprisîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 30 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên binçavkirî Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) ê berê Rifat Ronî hatibû girtin.
Îdianameya der barê Ronî de hat amadekirin. Di îdianameyê de hat derpêşkirin ku Ronî girêdayî “komîteya pêngavê” ye ku hat îdiakirin saziyên ziman, saziyên çand û hunerê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kmeleya 78’an û gelek saziyên din de di nav de ne.
Di îdianameyê de, îşaret bi xala 42’yemîn a Destûra Bingehîn hat kirin ku dibêje “ji bilî tirkî perwerdehî bi zimanekî din nayê dayîn” û di vê çaçroveyê de ji bo komeleyên ku kursên kurdî didin wiha hat gotin: “Li bajarên Rojhilat û Başûrêrojhilatê bi armanca dibistanên alternatîfên Perwerdehiya Neteweyî tevdigerin.”
Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku lêpirsîn bi beyanên şahidê veşarî yê bi koda “Y3K8AN77RE73″ û îtirafkar Umît Akbiyik hatiye destpêkirin û û lêpirsîna der barê Ronî de jî bi lêpirsîna ku bi îdiaya di HDK’ê de peywir stendiye hatiye yekkirin. Di îdianameyê de endamtiya Ronî ya li MED-DER’ê, Serokatiya Lijneya Rêveber, kovar û pirtûkên di lêgerîna li malê de hatine desteserkirin û telefona wî ya hê jî lêkolînkirina wê nehatiye temamkirin wekî” delîlên sûc” hatine hesibandin.
Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku telefona Ronî ji 21’ê îlona 2023’yan heya 21’ê adara 2024’an hatiye guhdarîkirin û bi awayekî teknîkî hatiye şopandin û di vê çarçoveyê de hatiye tespîtkirin ku Ronî di kongreya MED TÛHAD FED’ê de serokatiya dîwanê kiriye. Di îdianameyê de ev yek wekî “xebateke îllegal” hatiye nirxandin û hatiye diyarkirin ku Ronî bi kesekî ku navê wî nehatiye diyarkirin, lê “qeyda wî ya terorê” heye hevdîtin kiriye. Her wiha hevdîtina bi rêya telefonê ya Ronî ya bi Serokê Komeleya 78’an ê berê Abdulganî Alkan re jî wekî sûc hatiye hesibandin.
Di îdianameyê de hatiye gotin ku axaftina Ronî di çarçoveya “armanca rêxistinê” de hatiye kirin û daxwaza hevpeyvînê ya televîzyona K24’ê ya Serwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî wekî “hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê” hatiye wesifandin.
Serdana Ronî ya li malbatên girtiyan, Dayikên Aştiyê de jî wekî tiştekî “rêxistinî” hatiye îdiakirin û 10 hevpeyvînên wî yên bi ajansan re jî wekî sûc hatine hesibandin. Her wiha beşdariya Ronî ya li bîranîna Cegerxwîn, daxuyaniya ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî, meşa 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê, deklarasyona Cejna Zimanê Kurdî jî wekî “propagandaya rêxistinê” hatine wesifandin.
Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku li Stenbolê di serdegirtina HDK’ê de, di materyalên hatine desteserkirin de navê Ronî jî hebûye û HDK wekî “rêxistina terorê ya çekdarî” hatiye wesifandin.
Di îdianameyê de hatiye parastin ku Ronî di avaniya hiyerarşîk a rêxistinê de cih digire û ji ber vê bi awayekî fiîlî “endamê rêxistinê” ye û hatiye xwestin ku bi “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin.
Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê ve hat qebûlkirin û danişîna ewil wê di 17’ê kanûnê de bê lidarxistin.