Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dixwazin statûya Başûr bi destê hikûmeta Başûr tune bikin’

Rojnameger Seyît Evran têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojava û başûrê Kurdistanê û geşedanên dawî ji MA’yê bi Zeynep Durgut û Mujdat Can re axivî.

Seyît Evran diyar kir ku êrîşên çeteyên dewleta tirk berdewam in û wiha domand: “Qirkirina li ser kurdan a li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî didome. Li herêmê noqteyên çavdêriyê tên zêdekirin û li herêmên dagirkirî êdî lîreyê tirk tê bikaranîn, dibistan hatin vekirin, avahiyên PTT’ê hatin avakirin ango hemû sazî û dezgehên dagirkeriyê hatin vekirin. Ev bi piştgiriya Rûsyayê çêdibin. Amerîka jî dixwaze hêzên xwe li hin deran bicih bike. Armanca yekemîn a dewleta tirk jî têkbirina rêveberiya xweser e.”

‘Dixwazin bi tirsandinê gel dîl bigirin’

Têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Wargeha Mexmûrê, Şengalê û êrîşên ser Başûr jî Evran ev tişt anî ziman: “Ji berê ve qadên sivîlan tên bombebarankirin. Lê ev êrîş di rojên dawî de zêde bûn. Tiştên ku DAIŞ’ê nekarî bike, dewleta tirk dixwaze pêk bîne. Bi van êrîşan dixwaze ji gelê Mexmûrê tolê hilîne û bi hevkariya PDK’ê bikişîne ser xeta xwe. Ne tenê li Mexmûr û Şengalê, li gundên Şeladizê, Sîda, Çemço, Metîna û li Kunemasiyê jî sivîl qetil kirin. Dixwazin gel bitirsînin û dîl bigirin.”

Êrîş bi destûra DYA’yê çêbûn

Bi domdarî jî Evran da zanîn ku leşkerên Iraqê yên hatin herêmê, ji 30 sal berê ve li herêmê ne û wiha domand: “Cihên ku leşker lê bi cih kirin sînor nîne. Xuya bû ku armanc ne ji bo sekinandina êrîşên Tirkiyeyê ye. Ev bi destûra DYA’yê çêbû. Mirov dikeve gumanan ku DYA’yê ji bo têkbirina statûya Başûr bi Tirkiye û Iraqê lihev kiribe. Lewre mirov nikare bibêje ev biryar a Tirkiye û Iraqê ye. Dibe ku armanc ji bo bêbandorkirina Tevgera Azadiya Kurd jî be. Lê xuyaye ku piştî van êrîşan dê hemû rêxistinên kurd bibin armanca êrîşan.”

Hewldanên yekrêziya kurdan a li Rojava

Der barê hevdîtinên yekrêziya kurd ên li Rojava û rola DYA û Fransayê jî Evran ev tişt destnîşan kir: “Li gorî min, hewldaneke DYA’yê ya ji bo yekitiya kurdan nîne. Tenê ji bo berjewendiyên xwe dixwaze kesên nêzî xwe bike tifaq. Li hêla din nahêlin kesên azadîxwaz bibin yek. Li gorî min pêngava li Rojava hatiye destpêkirin, rêveberiya xweser û PDK’ê nêzî hev nake, ji bo ku gelê kurd ji Tevgera Azadiyê dûr bikeve di nav hewlêdanan de ne. Jixwe li gel erêkirina DYA’yê êrîşên li dijî gelê kurd zêde bûn.”

Evran daxuyand ku ji ber nakokiyên dîrokî û şerê desthilatdariyê, PDK û YNK nikarin yekitiya xwe ava bikin û wiha pê de çû: “Ji bo tunekirina hev dixebitin. Lewre hêzên Başûr tu caran nabin yek. Lê hêzên mêtinger nahêlin ev yekitî çêbibe. Ji ber bandora Tirkiyeyê ya li ser PDK’ê, yekitiya PDK, YNK û PKK’ê asteng dibe. Li hêla din jî bandora Îranê ya li ser YNK’ê heye.”

Pêşmergeyên anîn herêmê

Bi domdarî jî Evran anî ziman ku leşkerên tirk ên ku li herêmê hatine bicihkirin, ji kurdên herêmê pêk tên û ev nirxandin kir: “Lewre nebawerim li ser kurdên herêmê êrîşeke taybet çêbibe. Pêşmergeyên li wir hatin bicihkirin jî ji eşîrên herêmê ne. Navbera wan û PDK’ê jî baş nîne. PDK’ê ji bo razîkirina wan, kirin pêşmerge. Lê tu caran bi fermana PDK’ê tevnegeriyan. Ger tiştekî wisa hebûya dê di navbera PDK’ê û PKK’ê de şerên dijwar biqewimiyan.”

Yekitiya neteweyî

Herî dawî jî Evran bal kişand ser yekitiya neteweyî û wiha got: “Kurd tenê dikarin bi yekitiyê ser bikevin. Ger ku gelê kurd nebe yek, dê serkeftinên heyî jî têk biçin. Dê hikûmeta Iraqê statûya heyî tune bike. Îran dê binpêkirinên mafan zêdetir bike. Ji xwe Tirkiye hebûna kurdan qebûl nake. Armanca yekemîn tunekirina Tevgera Azadiyê ye û ya duyemîn jî dê bi destê rêveberiya Başûr, Başûr tune bikin. Gelê Başûr û siyasetmedarên wê vê rastiyê baş dibînin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar