Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Dixwest wekî Sema Yuce bibe dîrok’

Hevala Ayten Beçet a di heman qawîşê de diman Fatma Yurek, diyar kir ku Ayten bi ruhê azadiyê tev digeriya û xeyala wê her dem dixwest wekî Sema Yuce bibe dîrok

Girtiya siyasî Ayten Beçet di 22’yê Adarê de li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek fedaî pêk anîn û gihişt şehadetê.

Hevala Ayten Beçet a 4 salan li gel wê di heman qawîşê de ma Fatma Yurek, qala Beçet kir. Yurek diyar kir ku Beçet wekî çûkekî bi ruhê azadiyê tev digeriya û wiha got: “Ez di sala 2011’an de bi ‘Endamtiya rêxistinê’ hatim girtin. Di tîrmeha sala 2018’an de hatim berdan. Jiyana Beçet pir çalak, têr û tije bû. Dema nû hat temenê wê pir biçûk bû. Bi sekna xwe û kena xwe hevalek pir giran û têkoşer bû. Perçeyekî têkoşînê bû. Ji hemû hevalan re dibû moral. Herdem dixwest wekî Sema Yuce bibe dîrok. Ji bo vegotina Ayten peyv têr nakin.”

Yurek destnîşan kir ku Ayten dixwest piştî azad bû li ser birc û sûrên Amedê bibe bafirokek destê zarokekî û bi ezman bikeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev xeyala wê pêk nehat. Lê xeyala wê ya bibe wekî Sema û tev li rûpelê dîrokê bibe pêk hat. Li Amedê nehat definkirin. Her mirov nikare dawî li jiyana xwe bîne. Îro çalakiyek ku deng li hemû cîhanê veda pêk anî. Jinek 24 salî bû. Bi koçberiyê û di bin zilmê de mezin bû. Pir bi jiyanê ve girêdayî bû. Name li pey xwe hişt û di nameya xwe de got ‘Min tu carî ewqas xwe azad hîs nekiriye. Yekem car ewqas xwe azad hîs dikim’ û gihişt azadiya xwe. Ez dayikek im. Dixwazin demek berî demekê daxwazên girtiyan pêk bê. Em naxwazin êdî ji Girtîgehan darbest derkevin û dayik bigirin. Em naxwazin Zulkuf, Ayten û Zehra jiyana xwe ji dest bidin. Divê gelê kurd û gelê Tirkiyeyê têkeve nava tevgerê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar