Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Diyaka Halîse li hemberî zilmê li ber xwe dide

Halîse Aksoy a ku cenazeya kurê wê Agîd Îpek bi kargoyê teslîmî wê kirin, niha li girtîgehê têkoşîna xwe didomîne. Dayika Halîse li dadgehên dewleta tirk bi serbilindî parastina xwe dike û tu carî li hemberî dewletê paşde gav navêje.

Gerîlayê azadiyê Agîd Îpek di 23’yê gulana 2017’an de li Dêrsîmê şehîd bû. Tevî hemû hewldanên malbatê cenaze nehat dayîn. Di 2’yê adara 2020’an de cenazeyê îehîd Egîd bi kargoyê teslîmî dayika wî Halîse Aksoy kirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, Baroya Amedê, nûneriya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê derbarê rayedaran de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kirin. Lê di lêpirsîna li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê hat meşandin bi neşopandinê bi encam bû. Halîse Aksoy îtîrazî biryarê kir. Jiyana Halîse Akoy ku bi şandina cenazeyê kurê wê yê bi kargoyê tê nasîn, yek ji mînaka jiyana dayikên kurd e.

Halîse li gundê Tizyan ê Artukluya Mêrdînê tê dinê.  Di temenê biçûk de tê zewicandin. Di salên 90’î de  şahidiya şewitandina gundan û zextan dike. Kurê wê Agîd di 1992’an de tê dinê. Piştî gundê wan tê şewitandin. Bi 8 zarokên xwe re koçî Stenbolê kirin. Li Stenbolê hevjînê wê terka wan dike û tevî zarokên xwe bi tena serê dimîne. Jiyan ji vir şûnde ji bo Halîseyê hîn zehmetir dibe.

Li ser vî halî dewleta tirk a dagirker bela xwe ji wan venake. Kurê wê Agîd bi dehan carî tê binçavkirin, derbkirin. Agîd ji ber zextan di 2010’an de diçe û carek din nayê. Piştî Agîd her tim polîs bi ser mala wan de digirin. Halîse zarokên xwe digire diçe Mêrdînê û piştre jî li Amedê bi cih dibe. Di 2010’an de agahiyê digire ku kurê wê Agîd şehîd bûye. Diçe Dêrsîmê. Bi dehan carî serlêdanê dike. Lê cenazeyê kurê wê nadinê. Di 10’ê nîsanê hestiyên kurê wê de bi kargoyê radestî wê dikin.

Polîsên dagiker di 23’yê kanûna 2020’an de bi ser mala Halîseyê de digirin. Bi hinceta ku ‘îxbara’ endamên MYK HDP’ê mêvanên wê ne polîs bi ser malê de digirin. Deriyê wê tê şikandin. Halîse bi 5 kesî re tê derbkirin, serê mêvanê wê tê şikandin. 5 saeta li malê lêgerînê dikin. Piştre tên binçavkirin.  4 saet şûnde tên berdan.

Di 2022’yan de dîsa bi ser gelek malan de tê girtin. Bi ser mala Halîseyê de jî tê girtin. Polîs ji keça Halîse re dibêje; ‘dayika te tenê dimîne? Hatin û çûyîn heye an na? Ev parfuma kê ye? Pirtûkên malê dayika te dixwîne’.

Di 18’ê gulana 2022’yan de dîsa bi ser malê de tê girtin. Dîsa Halîse ne li malê ye. Polîs ji cîranên Halîse re dibêjin ‘Bi rastî cenazeyê Agîd Îpek bi kargoyê hat şandin? Tiştek wisa heye?’

Herî dawî Halîse di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 25’ê nîsana 2025’an de li ser îfadeyên şahide veşartî Umît Akbiyik girtin.

Di îdianameya amadekirin de têkiliya wê ya bi keça wê û parêzerên wê re kirin mijara sûc û 15 sal ceza xwestin. îdianame ji aliyê 10’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Rûniştina ewil di 6’ê cotmeha 2023’yan de hat dîtin. Umît Akbiyik bi SEGBÎS’ê tevli bû. Halîse sûcdarî qebûl nekirin.

Rûniştina duyemîn di 12’ê çileyê de hat dîtin û tevî hemû nexweşiyan biryara tahliyeye derneket û rûniştin taloqî 19’ê nîsanê kirin.

Parêzerên Halîse  banga xwedîderketina li dozê kir û gotin bila rayagiştî bi hestiyar tevbigerin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar