Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dîyalektîka şer

Mûnzûr Nûpelda/

Wekî ku tê zanîn, di dîrokê de navenda şerê şaristaniyan Iraq ( Ûrûq) e ango Kurdistan e. Dîyalektîka ku li vir ava bûye ji çanda demokratîk û pergala dewlet-desthilatdariyê pêk dihat. Şaristaniya dewletê li ser qetlîam, kuştin, komkujî û hwd. xwe vesaz kir. Bi navên cur bi cur ev pergal di her dem û cihî de li dijî nirxên demokratîk şer da meşandin û civak ji hêla çandî, aborî û siyasî de bi hilweşînên mezin re rû bi rû dihişt.

Erdnîgariya Kurdistanê şerê gelek şaristaniyan li vir pêşwazî kiriye. Yên ku fikra şer derdixistin hêzên dewlet û desthilatdar bûn. Yên ku berxwe jî didin hêzên civakparêz û demokratîk bûn. Ev dîyalektîk pênç hezar sale wekî roja yekemîn didome. Di vê demê de tiştek nemaye ku mirovahî jiyan neke. Bi rêbazên hovane û bê exlaqî pergala dewletê civaka demokratîk kiriye hedef û bi vî rengî dîroka şermiyê nivîsandiye.

Di van 200 salên dawî de şaristaniya kapîtalîst li Kurdistanê pergala netew-dewletan da avakirin. Gelek netew û bawerî ji ber êrîş û qirkirina vê pergalê bi tunebûne re rû bi rû man. Di şerê cihanê ên 1’emîn û 2’yemîn de bi milyonan mirov ji ber hişmendiya yek dewlet, yek ziman, yek çand, yek bawerî û yek netew di qetlîaman re derbas bûn. Bi gazên kîmyewî û çekên nukleer felaketên mezin hatin jiyîn. Sedsala 20’emîn careke din dîroka şermiyê nivîsand.

Li Kurdistanê a niha şerê 3’yemîn ê cihanê diqewime. Navenda şer careke din ev erdnîgarî ye.  Ji Kurdistanê heta Rûsya û Ukrayna, Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê û heta Çînê ev şer didome. Ev şer navê wê çi be bila bibe di navbera hêzên demokratîk û hêzên dewlet-desthilatdariyê de diqewime. Hedef û armanca vî şerî gelê kurd û tevgera azadiya kurd e. Îro jî çeteyên ku di hembêza xwe de mezin kirine li dijî gelê kurd didin şer kirin. Lê gelê kurd wekî her dem û cihî çawa ku hebûn û nirxên xwe parast îro jî bi heman awayî parastina nirxên xwe dike.

Pergala kapîtalîst piştî şerê 2’yemîn ê cihanê li Ewropayê bi saziyên cur bi cur pergala netew-dewlet restore kir. Di şerê cihanê yê 3’yemîn û bi heman rêbazî dixwaze li Kurdistan û Rojhilata navîn jî vê pêk bîne. Lê tevgera azadiya kurd ji bo wan asteng e. Lewre ev der Kurdistane û bi rêbazên kapîtalîst an jî Ewropayî ne gengaze ku pirsgirêk çareser bibin.

Tevgera azadiya kurd îro li Zap, Avaşîn û Metînayê şerê çareseriyê dide. Cara yekemîn li Kurdistanê şerê du pergala rû da. Îro jî ev şer di şexsê Tevgera Azadiya Kurd û pergala kapîtalîst de didome. An wê nirxên demokratîk di vî şerî de bi serbikeve an jî wê ev pergal înkarkirina gel û netewan bidomîne. Şerê a niha ji ber wê girîng e. An wê careke din dîroka şermiyê bê nivîsandin an jî wê jiyanek azad û demokratîk bê avakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar