Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Diyaloga Rêber Ocalan li gel şehîd Sakîne Cansiz

Diyaloga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Şamê li gel yek ji damezirînera PKK’ê û pêşenga Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê Sakîne Cansiz re. Di diyalogê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tim îşaret bi wêrekiya wê ya bê wêne û hêza wê ya berxwedêr dike.

Diyaloga di sala 1997’an de li Akademiya Mahsûm Korkmaz a Şamê bi şehîd Sakîne re hatiye kirin wiha ye;

Rêber Ocalan: Eleqeya we ji azadiyê re heye û dibêjî ez amade me di oxira wê de şer jî bikim.  Sara, gelek bi niyeteke paqij û li ser bingeha berxwedêriyê jî, eleqeya xwe ji bo jiyaneke navbera jinbûn û azadiyê re heye?

Sakîne Cansiz: Hinek ew heye serokê min.

Rêber Ocalan: Bi dîtina min dikarin vê rewşê bi dilnizmiya jinan, xweşbînî û fedekariya wan îzah bikin. Wek mînak zewaceke te hebû, ewqas fedekarbû tu karî di carekî de bi dawî bikî.

Sakîne Cansiz: Min qet du dilî nejiya.

Rêber Ocalan: Tu ji min bihêztirî, kes van aliyên te rexne nake. Aliyeke gelekî balkêş ê em rexne dikin heye, tu yê wê bibînî. Yanî kes aliyên te yên erênî înkar nake. Kes nabe jî tu bûyî dîlê hestên xwe. Tu ji min gelekî wêrektir û egîdtîrî. Te di wê pirtûka xwe ya bi navê ‘Jiyana min her tim şer bû’ de jî behs kirî. Herhal tu yê ya sêyemîn jî piştî serkeftinê binivîsî. Yanî tu niha dikarî xwe ji jinên herî zana bibînî, ne wisa? Herî kêm li gorî azadiyê.

Sakîne Cansiz: Lêgerîna min jî şerê min jî azadi ye.

Rêber Ocalan: Xweska te ew zimanê yê şer gihandiba sîstemekî û wisa meşandiba. Me yê te kiriba Xwedevand. Tu keçekî berxwedêrî û ez her tim dibêjim baweriya min bi berxwedêriya te heye. Tu gelek hewl didî, ji xwe bawerî û ji mirinê jî zêde natirsî. Niyeta te gelek pak e, pir wêrekî û ji bo xebatê gelek hewl didî.

Sakîne Cansiz: Serokê min sîstem gelekî girîng e. Birastî jî eger min bikariba vî şerî li ser sîstemekî daba rûniştandin, lêgerîna wê baş bikariba, wê teqez destkeftiyên ji partî û têkoşînê re çêbûbûna. Dê weke şexsî jî hinek taybetmendî û qabiliyet pêşxistiban.

Rêber Ocalan: Helbet eger birastî jî tu gihîştiba sîstemê tu yê bûbûya kesayetek navdar. Wê ev wêrekî û fedekariya te sed qatî bihêztir kiriba. Weke nimûne li min nenêrin, ya rastîn ez sedî yek jî weke we nikarim wêrekbim û bixebitim. Ma min kêm kar kir? Nexêr. Eger em ya min û te bidin berhev?

Sakîne Cansiz: Serokê min di we de sîstemeke yekpare heye. Ango weke siyasî hûn dipojinin, her gavê jî li gorî wê diavêjin.

Rêber Ocalan: Yanî sîstem heye û xelek bi hev ve girêdayîne, ne wisa?

Sakîne Cansiz: Serokê min her tim bûnekî heye, her yek a din temam dike. Her yek xelekek din ava dike.

Rêber Ocalan: Eger nimûneyeke hîn berçavtir bidin; Niha ez qata sedemîn a bînaya ku min lê kiriye çêdikim, yanî hîmê wê ewqase saxle me. Her qatek ewqas saxle me dikare ji qadeke din re bibe zemîn.

Sakîne Cansiz:  Serokê min ez bawer dikim ku ev pêşketiye. Ez zêdetir li ser bûyerên berê rûdane rawestiyam. Zêdetir min hewl da ders ji wan derbixim û ji xwe re bikim hêz.

Rêber Ocalan: Êdî ev li gorî hêza te ya cewherî dimîne. Gelek caran ez jî ketime rewşên zehmet. Jixwe her roj ji aliyekî ve min dixin rewşeke tengav. Lê bala xwe bidin ez li ser pêya me. Di rêbertiyê de veguherandina hêzê heye. Ez bûyeran vediguherim li dijî yên dijber.

Sakîne Cansiz: Di min de daxwaza vê ya heye. Li hember bûyeran û şaşiyan nerazîbûn heye, hêrs jî heye. Daxwaza rizgarbûna ji wêya heye. Lê rêbaz…

Rêber Ocalan: Tu di vê mijarê de hinek min lêkolîn bike. Gelek kesayetên ku di vê mijarê pêşketinên mezin çêkirine jî lêkolîn bike û teqez xwe bigihîne şêwazekî. Di wan girtinên Elezîzê de ji bo te digotin; “Ev keçik cinawire”. Helbet eger te weke cinawir pênase bikin, wê wisa bikin ku tu ji mirinê mirin hilbijêrî. Ji ber te her carî serî li ber wan radikir. Wê te çawa tunekiriban?

Helbet wê nexwazin te weke Kemal û Mazlûm ji bo PKK’ê bikin nirxekî mezin. Ji ber rêveberiya zindanê di vê mijarê de hinek biaqile. Ji bo te nekin qehreman, tedbîra wê digirin. Eger bixwestiban dikarîn serê te di bin potîna leşkerekî de biperçiqînin. Lê weke min gotî, eger wisa biperçiqandiban tu yî bûbaya malê dîrokê. Mazlum nemir, bû sedema me ya herî mezin a şer. Eger keçek wisa miriba, wê bûbaya sedemeke me ya mezintir a şer. Em çawa dewleta tirk tehlîl dikin ew jî PKK’ê tehlîl dikin. Dixwestin te bi şêwazeke hîn bêrehmtir bikujin. Lê min yekser niyeta wan fêm kir.

Çavkanî: ROJNEWS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar