Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de rêya parastina Sûriyeyê ye

Nivîskar û rojnamevan Qasim Qesîr ê ji Lubnanê anî ziman ku lihevkirin û diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de pêwîstiyeke nîştimanî ye û rêya herî kurt a parastina Sûriyeyê ye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameyeke taybet a Stêrk TV de got, berjewendiya Sûriyeyê ne di tasfiyekirin, qirkirina kurdan de ye. Berjewendiya Sûriyeyê bi kurdan re tifaqkirin e. Bayik anî ziman ku lazim e Sûriye nekeve nava siyasetên dewleta tirk ya dagirker ên bi armanca qirkirina kurdan.

Bayik bal kişand ser hevdîtinên hikumeta Şamê û dewleta tirk ya dagirker û hewldanên lihevanîna wan a bi sponseriya Rûsyayê jî û got, divê Şam û Rêveberiya Xweser diyalogan bikin.

Nivîskar û rojnamevan Qasim Qesîr ê ji Lubnanê ji ANHAʹyê re axivî û anî ziman ku tîfaq û diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de pêwîstiyeke nîştimanî, neteweyî û sûriyeyî ye û rêya herî kurt a parastina Sûriye û çareserkirina pirsgirêka kurdî ye.

Qasim Qesîr got, tîfaqa Şam û Rêveberiya Xweser Sûriye ji destwerdanên derve diparêze û têkiliyên di navbera welatiyên Sûriyeyê  de jinûve saz dike û got: “Diyalog pêwîstiyek e, erk û berpirsyariyek e. Divê doza kurdî were famkirin û ji bo danîna bingehên nû ku mafên welatiyên Sûriyeyê werin mîsogerkirin xebat were kirin.”

Qesîr diyar kir ku tîfaqa Şam û Rêveberiya Xweser dê bikeve xizmeta Sûriyeyê, desthilata dewletê li tevahî xaka Sûriyeyê vegerîne, rêvebirina serwetan jî vegerîne, heman demê  dê azarên xelkê çareser bike û rê li ber destwerdanên derve bigire.

Rojnamevan û nivîskar Qasim Qesîr di dawiyê de got: “Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên herêmê pêwîstî bi nêrîneke nû heye ku dewleteke nîştimanî, nasnameya niştimanî û hevgirtina herêmî ji nû ve ava bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar