Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Diyar Xerîb li Qendîlê bi merasîmeke bi heybet hat bi bîranîn

Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û hevalên wî li Qendîlê bi merasîmeke bi heybet hatin bîranîn. Li şehîdgehê ku kêliyên hestiyar hatin jiyîn, bênavber dirûşmên, “Helmet namire”, “PKK tol hilde” hatin berzkirin. Di peyamên PKK’ê û KCK’ê de soza tolhildana êrîşa bêbextane derket pêş û hat gotin ku şehîd Helmet sembola yekîtiya netewî ya gelê kurde, ewê xeyalên wî pêk bînin

Li şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a Qendîlê ji bo Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û hevalên wî ku di encama êrîşa balafirên Tirkiyeyê de şehîd bûbûn, merasîmeke girseyî hat lidarxistin. Girseya ku bi meşê ketin şehîdgehê, gul danîn ser gora Xerîb û şehîdan. Malbat, rêheval û welatî li ser gora Diyar Xerîb kombûn û kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Diyar Xerîb ê bi hevre, postereke mezin a Dr. Sîrwan, Viyan Soran û Diyar Xerîb hatin rakirin. Di merasîmê de bi sedan wêneyên Xerîb ên bi ala PKK’ê û KCK’ê hatin hildan. Di merasîmê de bênavber dirûşmên dijî dagirkeriyê û “Helmet namire”, “PKK tolhildan”, “Heval Helmet Rêbere, pêşengî tacî sere”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Merasîm bi sirûda netewî ya Ey raqîp û deqîqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan destpê kir.

Piştî sirûda netewî, Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûr nivîsek ku li ser jiyannameya Diyar Xerîb amadekiribû xwend. Komîteya Malbatên Şehîdên Başûr ev daxuyanî da:“ Li dijî xeta xiyanetê her timî xeta berxwedanê, temsîl kir. Divê gelê me yê Başûr rihê şoreşgerî ji hevalê Helmet fêr bibe, ji ber ew nimûneya serkirdeyekî şoreşgerî ya gel bû. Şehîdbûna wan giranbû lê wê ev şahadet bibe sedema têkoşîneke xurt û wê îradeya me bihêztir bike. Evê bibe sedem em hesap ji dagirkeran û sîxûran bixwazin.”

Daxuyaniya Konseya Serokatiya KCK’ê ji aliyê hevalê Diyar Xerîb Hesen Cûdî ve hate xwendin. KCK’ê sersaxî ji malbata Xerîb, hevalên wî yên têkoşînê û gelê Başûrê Kurdistanê re xwest û ev tişt ragihand: “Serê malbata heval Helmet, Serok Apo û gelê me saxbe, xemgîniya we parve dikin. Soz didin, heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê rêya wan bişopînin û xeyalên wan pêkbînin. Armanca dijminên kurdan têkbirina destkeftiyên kurd e. Êrîşa li ser heval Helmet jî bi hevkariya hêzên noker pêkhatiye.”

‘PKK tevgereke tolhildanê ye

Di berdewama daxuyaniya KCK’ê de îşaret bi êrîşa bêbext û namerdane hate kirin û wiha hate gotin: “Heval Helmet ji bo rêya dijî dagirkerî û xiyanetê peyda bike, di temeneke ciwan de kete nava lêgerînê, xeta fikrî ya Rêber Apo weke rêya yekane hilbijart, xwe seferberê rêya têkoşînê kir. Hêzên dagirker ne gihiştine armaca xwe. Ji bo em hêjayî hevalê Diyar Xerîb bibin em destûrê nadin, Kurdistan dibin dagirkeriyê de bimîne. Tevgera Apoyî tevgereke tolhildanê ye, bi Heqî û Kemalan destpê kiriye, bi Helmetan dewam dike. Em ê tola heval Helmet mîsoger hilînin.”

Besta Firat: Heval Helmet sembola yekîtiya netewî ya gelê kurd e

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Besta Firat bi navê Rêveberiya KCK’ê û PKK’ê di merasîma bîranînê de axivî û şehîd Diyar Xerîb, Dewran û Şahîn bibîranî. Besta Firat êrîşa bêbext û namerdane ya dijî Xerîb û hevalên wî bi zimaneke tund şermezar kir û wiha got: “Em weke Hevserokatiya KCK’ê û Meclisa PKK’ê û gerîlayan bixêrhatina we tevan dikin. Em ev êrîşa bêbext a li dijî heval Diyar Xerîb, Dewran û Şahîn şermezar dikin. Em sonda tolhildanê didin. Ji ber heval Helmet pêşengê gelê Başûr û Netewa Demokratîk bû. Şagirtê berxwedêr  ê Rêber Apo bû. Heval Helmet sembola netewî ya çar parçeyên Kurdistanê bû û keda wî li ser çar parçeyan hebû. Heval Helmet xeteke netewî li Kurdistanê pêşxist û sînorên dijmin danîbûn di dil û mejî û xebatên xwe de hilweşand. Em wî weke sembola yekîtiya netewî ya kurd radigihînin.”

‘Şagirt, alîkar û rêhevalê Rêber Apo bû

Besta Firat di dewama axaftina xwede diyar kir Diyar Xerîb alîkarê Ocalan bûye û wiha got:“Rêheval, şagirt û alîkarê Rêber Apo bû. Di her mijarek de xeta Rêber Apo temsîl dikir. Serkirdayetiya heval Helmet li we tevan pîroz dikin. Di heman demê de li Rojhilata Navîn temsîliyeta xeta sêyemîn jî dikir. Ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê têdikoşiya. Rêya sêyemîn a civakê temsîl dikir. Perwerdekarekî gelek jîr bû.

‘Ewladekî herî xweşîk û baş yê vî gelî bû

Di berdewamî Firat ev tişt anî ziman: “Şahadeta Heval Helmet me gelek êşand û ji me re giran hat PKK şehîdên xwe ji xwere dike hêz û ji wana hêz digire.  Piştî şahadeta heval Sîrwan xeta azadiyê pêşket. Em ê ji bo şahadeta heval Helmet jî şîn girê nedin, hêviya xwe qut nekin. Milyonan hevalên me hene û bi hezaran hevalên heval Helmet hene. Wê hemû şagirt û rêhevalên heval Helmet, ji niha û pêve wî bişopînin. Em ê hemû xelayên heval Helmet pêkbînin.”

Xwedî derketina gelê Başûr hate silav kirin

Besta Firat xwedî derketina gelê Başûr li Endamê Konseya Serokatî ya KCK’ê jî pîroz kir û wiha got: “Çend roje hûn li ser piyanin. Em xwedî dekretina we ya li heval Helmet birêz silav dikin. Li çar parçeyên Kurdistanê wê gelek Helmet derkevin. Em rêz li  malbat û dayîka şehîd Helmet digirin. Hûn dixwazin em tola wan hilînin, em ê tola wan hilînin. Evê tenê bi cezakirinê re sînordar nemîne, wê tolhildana îdeolojîk, civakî, siyasî û rêxistinî jî were rakirin.”

Xîtabê Şehîd Helmet û hevalên wî hate kirin

Besta Firat di dawiya axaftina xwede xîtabê Xerîb û hevalên wî kir û wiha got: “Heval Helmet, heval Şahîn û heval Dewran, em bejna xwe li ber we ditewînin. Em soz didin we, em ê tola we hilînin û xeyalên we pêkbînin, Rêber Apo azad bikin, ji bo demokratîkirina başûrê Kurdistanê çi pêwîst be em ê bikin. Te li dijî xiyanetkar û nokeran gelek xebat meşand, em ê berdewam bikin. Dirûşma me ‘Helmet’ e li dijî dagirkeriya tirk.”

Merasîm bi peyama PKK’ê, malbata şehîd, Tevgera Azadî û melayên Başûr û hevalên wî dewam kir. QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar