Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Diyariya herî mezin ya roja dayikan 14’ê Gulanê şandina Erdoganê xwînmij e

Dayikên Aşitiyê yên Silopiyayê diyar kirin ku ew heta vî emrê xwe di bin zilm û zordestiyê de jiyane û wiha gotin: “Ji me dayikan re diyariya herî mezin hilweşandina kela zilmê ye û çûyina vê desthilatê ye.”

Li Tirkiyeyê û Kurdistanê bi salan e ji ber polîtîkayên qirkirinê heta niha bi hezaran kurd hatin kuştin û bi hezaran ji wan jî di girtîgehan de mane. Dayikên ku malên wan şewitin, gundên wan hatin vala kirin û zarokên wan hatine girtin û qetilkirin bi salane bi daxwaza aşitiyê pêşengtiya tekoşînê dikin. Her hatina Roja Dayikan dayikên kurd ên ku bi xemginî pêşwazî dikin vê carê di roja hilbijartinê de vê rojê pêşwazî dikin. Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Silopiyayê diyar kirin di 14’ê Gulanê de ji wan re diyariya herî mezin guhertine û gotin ku ew dê wê rojê jî li ser sindoqan peywirdar bin.

‘Ev hilbijartin hilbijartina hebûn û nebûnê ye’

Ji dayikan Emine Ozek, diyar kir ku ev hilbijartin dê çarenûsa tevahiya Rojhilata navîn aşkere bike û wiha axivî: “Îro li ser Rojava, Başûr û Bakur êrîşên mezin hene. Heger ku di vê hilbijartinê de gelê me destê xwe nede hev û em ji van êrîşan re nebin bersiv em ê nikaribin serbikevin. Heke ku em destê xwe nedanin ser wijdana xwe û dengê xwe nedin partiya xwe û Kiliçdaroglû dê rewşa me ji salên 90’an xerabtir bibe. Ji ber ku ev şer ne şerê 20 salane, ev şer şerê sed salane ye. Em naxwazin sedsaleke din jî di bin heman zordestiyê de bin. Îro kurd xwediyê kîjan bîrdoziyê bibin jî divê destê xwe deynin ser wijdana xwe û dengê xwe biavêjin. Divê ku em hevalê qewmê xwe bin. Me bi milyonan mirovê xwe bin ax kirin. Cih ji goristana re nema ye. Divê ku em bi vê hişmendiyê biçin ser sindoqan. Ji me dayikan re diyariya herî mezin hilweşandina keleha zilmê ye. Erdogan rabe wele dê rewş ji salên 90’an xerabtir be. Ev hilbijartin hilbijartina hebûn û nebûnê ye.”

‘Bi destûra Xwedê em ê biserbikev in’

Ji dayikan Emine Alkiş jî got ku dayik êdî dixwazin zilm bi dawî bibe û ev tişt got: “Ji me dayikan re mizginiya herî mezin hilweşandina keleha zilmê ye. Em jî dixwazin ku zarokên me azad bijîn. Ev 23 sal in me tu xweşî nedit. Ji xeynî mirinê û şînê tişteke din nedît. Em jî weke hemû gelên cihanê dixwazin ji niha şûnde azad bijîn. Dixwazin ku ev hilbijartine bibe wesileya daxwazên me. Me rojên xweş nedîtin lê em dixwazin ku zarokên me û neviyên me bibînin. Heke ku ev desthilat çû wê demê em ê mizginiya xêrê bistînin û serbikevin bi destûra Xwedê.”

‘Diyariya herî mezin çûyîna Erdogan e’

Ji dayikan Asya Tay a bal kişand ser giringiya hilbijartinê jî, diyar kir ku dayik dê di 14’ê Gulanê de li ser sindoqan bin û ev tişt got: “Daxwaziya me ji vê 14’ê Gulanê ew e ku em serbikevin. Kesê ku ji neçariya xwe axa xwe terik kirî, di girtigehan de ye çavê wan li vê hilbijartinê ye. Heke ku ev desthilat bê guhertin heviya me heye ku dê xweşî jî çêbibe, aştiyek çêbibe. Ji ber ku ev 21 sal in ji zilmê pêvetir me tişteke din nedît. 14’ê Gulanê ji me re rojeke girînge. Ji ber wê divê wê rojê em hemû xwedî li dengê xwe derbikevin. Ji bo me diyariya herî mezin ew e ku Erdogan biçe. Em dayik tenê xweşiyê dixwazin û aligirên aşitiyê ne. Ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde jî divê ev desthilat biçe.”

‘Xwedî li vîna xwe derbikevin’  

Besna Erdogan, jî ji dayikan daxwaz kir ku biçin ser sindoqan û ev bang kir: “Ev hilbijartine ji bo me firsendeke, ji ber wê divê ku em kurd di vê hilbijartinê de bibin yek û bi hev re vê desthilatê têk bibin. Heke ku em bûn yek wê demê em ê bikaribin têk bibin. Kurd li ku be divê ku dengê xwe bikar bîne û xwedî li vîna xwe derbikeve.”

‘Diyariya herî mezin ji me dayikan re çûyîna Erdogane’

Ji dayikan Nahîde Atmiş jî got: “Banga min li hemû jin, ciwan û dayikan e. Bila di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan. Her tiştek biha kirine, zilm zêde kirine. Ji bo wê divê ku ev desthilat biçe. Ji ber wê divê ku her dayikek bi wijdanî nêzikî vê hilbijartinê bibe. Bi destûra Xwedê em ê 100 parlamenterên xwe bişînin parlamentoyê û em ê serbikevin. Dê diyariya herî mezin ji me dayikan re bibe ev.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar