Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Diz ketine mala kurdan!

Gotineke pêşiyan a kurdan a dibêje; ‘Dema diz û malxweyê malê bûn yek wê ga li rojneya malê re derbixin’ heye ku di roja îro de bi taybet ku dema em bi dagirkirina şaredariyan re bigirin dest wê ne şaş be û tam gotineke di cih de be.

Dizên ku ketine şaredariyên kurdan, di serî de dest danîn ser vîn û rûmeta gelekî ku bi raman û vîna xwe ew kes destnîşan kirin û ji bo xwe weke pêşeng dan nîşandan. Her wiha hemû çavkanî ne ji bo xizmeta civakê bi taybet ne ji bo kurdan ji bo desthilat û berjewendiyên şexsî tên bikar anîn. Her wiha li vir yek ji mijara din kesên ku xwedî hewcedar û ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve di bin banê şaredariyê de kar jî dikirin û debara mala xwe dikirin jî ne bi hiqûqî û pîvan ji kar hatin avêtin, dizên hevalên xwe ji bo bikarin ‘Ga’ jî li ‘rojnê’ re bidizin bicih kirin.

Hê gelek kiryarên van dizan ê di bin navê qeyûm de hatin danîn, ji bîra me neçûbû, rojên borî dîsa dest danîn ser 8 şaredariyên HDP’ê. Bi hincetên vala û bê bingeh dikin ku di nava kurdan de bêhêvîtî û dîsa biçûkxistina HDP’ê û nerewatiya HDP’ê bidin nîşandan. Ev ji xwe bi serê xwe mijareke, li gel vê jî dîsa rojane ji bo kar û xebatên HDP’ê asteng bikin, bi daxwazname û dosyayên li ser hev zêde dikin, roj nîne ku lêpirsîn û destgîrkirin pêk neyên.

Nexasim di rewşeke wiha de ku cîhan tev bi ileta vîrûsa koronayê (Covîd-19) re mijûle û gefeke mezin li ser jiyana tevahî mirovan heye, ketine tevgerê ya dewleta tirk û dîsa operasyonên qirkirina siyasî vê yekê vekirî dide nîşandan ku her fersendê dewleta tirk ji bo bikara kurdan qir bike, wê bikar bîne. Di demekê de hemû sazî û dezgehên navneteweyî bi şewba koronayê ve mijûl, desteserkirina şaredariyan û dîsa êrîşên li ser gelê kurd a ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve dide xuyakirin ku dewleta tirk wer dizane ku wê ev yek ji aliyê wan saziyan ve nayê dîstin û bi dilê xwe bikara kiryarên xwe bike. Ev yek vekirî vê dide nîşandan. Faşîzma Erdogan dixwaze ji vê sûdê bigire û gelek kiryarên xwe yên nîvcomayî jî temam bike.

Lê mixabin li gel vê yekê, me dibînin dewleta ji bo tedbîran tiştek nekiriye, her roja diçe windahiyên rûhî zêdetir dibe. Bi teqez di vê gelên Tirkiyeyê vê bibîne. Erdogan ne hewariyê rizgariyê ye, babelot e, karesateke civakî ye. Heta ileteke ji koronayê xirabtire ji bo civaka Tirkiyeyê. Nexwe ne wisa ba wê evqas hal û rewşa Tirkiye û Kurdistanê têde ne wiha ba. Hê jî gelek kes Erdogan weke rizgariyê Tirkiyeyê dibîne. Lê halê hazir ji bo rizgariyê tu nîşan li ser Erdogan naxuyê ji derveyî xirabî û têkdanê.

Ji bo wê ye divê di serî de gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê çawa ku di Newrozê de li her qadê bi ruhê serhildanê rabûn çalakî kirin û Newroz pîroz kirin. Divê di serî de li dijî faşîzma Erdogan û hevkarên wê yên diz ên di bi navê qeyûman de danîn malên me, em tê bikoşin. Em li dijî van diz û torizan tênekoşin, em ê tev bi hev re winda bikin.

Ev welat ê me tevan e, me bi hev re ji bo li ser bijîn xwîn rijandiye. Divê ev yek tu demê neyê jibîrkirin. Hemû dewlemendî jî yê hevpar ê vê civakê ne. Ji bo wê ye divê em rê nedin ku diz bikevin malê û diziyê bikin. Ji bo wê ye divê em êdî hinek biryarên bingehîn bidin û li gorî wê tev bigerin. Siberoja zorokên me di destê me de ye. Em bixwazin em ê baş bikin, em nekin jî wê xirab be.

Di wê hêviyê de me kes naxwaze siberojeke tarî ji zarokên xwe re amade bike. Ji bo wê ye divê em li eniyeke hevpar têbikoşin.

Nûçeyên Têkildar