Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Diz nikarin xwe bi nimêjê xelas bikin’

Piştî ku Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi rêve bi de, hat girtin Wezareta Karê Hûndir Bîlgen ji peywirê girt û li şûna wî Waliyê Qersê Turker Oksuz weke qeyûm tayînî şaredariyê kir. Oksuz ê ku bi artêşa parêzvan û polîsan re derbasî avahiya şaredariyê bû, pişt re weke wezîfe û karê xwe yê ewil li ber şaredariyê nimêja înê kiribû.

Hevberdevka Kongeya Îslama Demokratîk (DÎK) Huda Kaya, bertek nîşanî nimêjkirina qeyûm a li ber şaredariyê da. Kaya daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Kesên ku baweriya xwe bi Xwedê tînin, li ser rêya pexember pêş dikevin, Qûranê ji bo xwe kirine rêber, hemû misilman baş dizanîn ku dizî, derew, îşkence û xesp kirin sûc û guneh e. Yên ku vîna gelan xesp dikin û qeyûm tayîn dikin, bi kirina nimêjeke mirovan bi Xwedî dixapînin.”

Kaya di dawama daxuyaniya xwe de wiha pê de çû: “Yên ku vîn û mafê mirovan desteser dikin, wê nekarin bi kirina nimêjê xwe bidin efo kirin. Yezîd û leşkerên wî jî dema Hz. Huseyîn qetil kirin, nimêj kiribûn. Zalimê Haccac-i jî dema Kabe dida ber keviran, nimêj dikir. Kesên ku Ebû Hanîfe û Ahmet Bin Hanbel, di zindanê de îşkence dikirin jî, nimêj dikirin. Lê dîrok îro lanetê li wan tîne.”

‘Nikarin xwe bi nimêjê xilas bikin’

Kaya da zanîn ku diziye dikin, bêedaletiyê dikin û li çavê gel mêze dikin û derewan dikin. Kaya dest nîşan kir ku desthilatdariya îşkenceyê bi mirovan dike, nikare xwe  bi nimêjê xelas bike û wiha bi dawî kir: “Bi nimêje mirovan bi Xwedê dixapînin. Bi vê zilmê li gel dikin. Lê ya rast nimêj, stûnê heqîq û edaleta ol e.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar