Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dizan dîsa dîrok talan kir

Li navçeya Akrê ya başûrê Kurdistanê di şevekê de hin kesan 20 cihên dîrokî û gor kolan û ev dever wêran kirin. Xelkê deverê ji rayedaran dixwaze, sûcdaran bigirin, dadgeh bikin û tedbîran bigirin

Li gelek deverên başûr û bakurê Kurdistanê deverên dîrokî û şûnwarên ji serdem û şaristaniyên cihê ji ber kolanên neqanûnî û lêgerên xezîneyan, tên talankirin û di heman demê de van deran wêran kirin.

Li navçeya Akrê ya başûrê Kurdistanê ev demek e li gelek deveran erd tê kolandin û cih û şûnwarên dîrokê tên texrîbkirin. Welatiyên deverê ji rayedarên hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê dixwazin ku tedbîran bigire. Li deverê di nava şevekê de 20 cih hatin kolandin û wêrankirin. Li vê deverê bi giştî 700 cihên arkeolojîk ên qeydkirî hene û xetere li ser wan û li ser yên neqeydkirî heye.

Di şevekê de 20 cih kolan

Li gorî nûçeya di beşa îngilîzî ya Kurdistan 24´ê de hatiye belavkirin, xelkê deverê behsa bûyerê kiriye. Xelkê Akrê ev demeke beramberî kolanên li deverên cihê de ku kesek yan jî komek dike, metelmayî bûye. Lewma ev kolan li ser erd û milkên wan jî tên kirin. Ji ber vê yekê jî welatiyên derdora Akrê bang li rayedarên Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê dikin da ku hem lêkolînê bide destpêkirin û hem jî tedbîran bigire. Kurdistaniyên deverê dixwazin berpirsiyar bên girtin û dadgehkirin.

Xelkê gundê Artîn ê ser bi Akrê, dibêje, kesek yan jî gelek kesên nasnameya wan bi xelkê ne diyar e, di yek şevê de li bêhtirê deh cihên cuda erd kolaye.

Divê sûcdar bên dîtin

Nayîf Haşim ê ji vî gundî ji bo vê yekê dibêje: “Şeva bihurî (şeva duşem qulibî sêşemê) li 20 deverên di navbera gundê me û gundê cîran de hatine kolan. Ev kolan li deverên erkeolojîk û li tirban hatine kirin.”

Di dewamê de Nayîf Haşim nerazîbûna xwe ji van kolanan anî ziman û wiha bang li rayedaran kir: “Em bang li hêzên asayîşê û rayedarên hikûmetê dikin bila alîkariyê bi me re bikin. Ev pirsgirêkeke mezin e. Ev ne ji mafê xerîban e ku bên welatê me ser erdê me û erd û axa me wêran bikin.”

Ji heman gundî welatiyê bi navê Feqe Seîd jî xwest ku berpirsiyarên vî sûcî bên dîtin û dadgehkirin: “Bi şev hatine û erda me kolane. Em nizanin ka kê ev kiriye, kî berpirsiyar e em pê nizanin. Rayedarên hikûmetê divê bên, lêkolînê bikin da ku berpirsiyaran bibînin.”

700 şûnwar di xetereyê de ne

Herçî Hîwa Şemal e ku Berpirsê Beşa Arkeolojiyê ya Akrê ye, dide zanîn ku li deverê qederê 700 cihên arkeolojîk hene û berê jî nûçeyên li ser kolanên van cihan ên neqanûnî hatibûn belavkirin. Ew dibêje, bi van kolanan li eşya û tiştên biqîmet tê gerîn û pê re hem şûnwar tên wêrankin hem jî berhemên dîrokî ji peywenda xwe ya mekanî tên qutkirin. Hîwa Şemal got: “Komeke ku bi me nediyar e vî sûcê hanê dike. Û em dixwazin derkeve holê ka ev çi kom e, ev kîn e, da ku ev sûcê hanê bi dawî bibe.” DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar