Kesên nasnameya wan nediyar yên cam şikandin û ketin avahiya HDP’ê ya Dêrsimê, ewraq û dosyayên HDP’ê lêkolîn kirin û derketin
Kesên nasnameya wan nediyar li Dêrsimê camên avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dêrsimê şikandin û ketin hundir. Kesên ketin avahiyê bêyî kompîtura li avahiyê bibin, ewraq û dosyayên li avahiyê lekolîn kirin û çûn. Rêveberên HDP’ê yên piştî bûyerê çûn avahiyê, ji bo kêmasiya ewraqan fêr bibin dest bi lêkolînê kirin. Rêveberên HDP’ê piştî fêr bûn ku diz ketine hundir agahî dan polîsan. Polîsan piştî bûyerê li avahiyê dest bi lêkolînê kirin. DÊRSIM