Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dizên petrolê; Berzanî û Erdogan

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Erê me gelek cûre dizî bihîstibû, lê di vê asta bilind de diziya petrolê nehatibû bihistin.

Di despêka vê hefteyê de, çapemeniya navneteweyî weke nûçeyek balkêş û giring ragihand ku, navenda Dadigeha Tahkimê Ya Navnetewyeyî ya li Parisê biryar daye; Dewleta Tirk, jiber li dijî yasayên navneteweyî bi Rêveberiya Hewlere re ji bo 50 salan bazirganiya petrolê peyman girêdabûn , bi 1milyar û 400 milyon dolar hatiye siza kirin.

Ev doza dadigehkirina vê peymana ilegal/derveyasayî ji Dadigeha Tahkîma Navdewletî, ji aliyê Rêveberiya Bexdayê, di sala 2013 de hatibû xwestin.

Di vê dozê de, Bexdayê 33 milyar dolar ji Tirkiyeyê xwesti bû. Wisa gûman heye, jiber hinek hewldanên dewleta tirk û hevalbendên wan, ev ceza daxistiye 1.4 milyarî. Dewleta tirk, ji bo ku navê wê di raya giştî de gelek dengvenede û pirtir rezîl nebe, hema bi lez ev ceza pejirandiye/qebul kiriye!.

Belê ev ceza, bi tinê ji bo salên 2014-2018ane. Doza ji bo cezayê salên 2018-2023an hîn dadigeh dewam dike.

Jiber vê mijara rezil a diziya navneteweyî, R.Erdogan û M.Berzanî bi hemû derfetên xwe ketine nava hewldanan. Jiber ku her du diz û terorîstên bazirganê petrolê Berzanî û Erdoganî li ser sûc hatin girtin!

Putin jî demekê ji bo R.Erdogan gotibû, “eger Receb zêde biçe, em ê têkiliyên wî û DAIŞê aşkere bikin û çawa bazirganiya petrolê li gel wan dikir, em ê pêşkêşî raya giştî bikin” û hwd. Jixwe hinek dimen jî dan medyayê.

Li gel vêya, yên ku ev bazirganiya neyasayî dane meşandin, yek jê; Berat Albayrak’ê zavayê R.Erdoganî ye û hevparê şîrketa pertrolê Powertrans e, yê dudan; Hasan Yeşildag’ê hevalê R.Erdoganî ye. Ev xal jî, yekser Erdoganî dixe armanca cezayê.

Lewma jiber ku di warê sixtekariyê de dosyayên R.Erdogan pir in, gelek jixwe bitirse û piştkule!

Ji aliyekî ve Mesrûr Berzanî namê dişîne ji Biden re, ji bo di hewara wî de were û wî ji vê rûreşiyê rizgar bike!

Ji aliyê din ve Receb Erdogan, bi lez Serokwezîrê Bexdayê Sûdanî vexwendî Enqereyê kir, da ku ji vê mijara qirêj, bi zerarek kêmtir rizgar bibin dest bidin hev.

Li goreyî agahiyên derketin çapemeniyê, Mesrûr Berzanî heta nuha negihiştiye ti encamên erênî. Belê Receb Erdogan li gel Sûdanî gihiştine hinek encaman, ku ev jî, dijberî Malbata Berzanî ye.

Li gor nûçeyan Receb Erdogan, daxwazên sereke yên Sûdanî qebûl kiriye û wê ji nuha û pêde, têkilî û peywendî û peymanan li gel Rêveberiya Hewlêrê daneyne, belê êdî hemû têkilî û peymanan, wê li gel Rêveberiya Bexdayê çêbikin.

Di vê bazirganiya dijî qanûniya cîhanî û diziya petro-dolaran de, rezîlî û rûreşiya her du alî-Berzanî û Erdoganî-yan jî derket holê. Li ber çavê raya giştî ya cîhanê, bêexlaqî û bêrûmetiya wan aşkeretir bû.

Bê gûman zerar û ziyana aliyê Berzaniyan pirtir bû. Jiber ku him rûreş bûn him jî kaniya qezenca wan a bazirganiya petrodolaran hat miçiqandın/zuha kirin.

Di standina vê biryara dijî Berzanî û Erdoganî de, para nakokiyên navbêna PDK-YNKê jî hebû. Hilbet gunehbariya mezin a serdestên malbata Berzanî bû.

Her wiha bi giştî Desthilatiya Hewlêrê, ew qezencên ku ketibûn destên wan, bi giranî para mezin a Malbata Berzanî bû, lê gel bêpar hiştibûn. Ev jî sedema sereke bû di vê mijarê de.

Jixwe mijara Yekîtiya Netewî, ne bi tinê didan jibîrkirin, belê li dijî vê yekîtiya pîroz bûbûn asteng û kelemê herî mezin. Jiber ku ev yekîtiya neteweyî, li dijî berjewendên xwe yên malbatî yên desthilatdarî û bazirganî didîtin û dibînin.

Di vê navberê de, Îran û Iraqê jî têkiliyên navbêna xwe xurtir kirin; bi giranî li ser peywendiyên ewlekerî û dijberî tevgêra gelê Kurdistanê. Îranê, yekser xwest ku tevgêrên Kurdî(Rojhilatî), ji Başûr werin derxistin.

Her wiha tê gotin ku li Bexdayê serokên Istixbarat/agahî yên Tirkiyê, Îranê, Iraqê, Sûriyê û Urdinê lihev civiyan e. Mijara kombûnê jî; têkbirina statuya Başûr, ewlekarî, bazirganiya petrolê û hwd. Êrê dibe ku li vira mijara sereke şikandina statuya Başûr be, lê bi giştî armanc; şikandina Tevgêra Azadiya Kurdistanê ye.

Eger qasî misqalekî mejî û ûjdan û exlaq û Kurdîtî di serê Berzaniyan de mabe, divê êdî ji van karên dijî berjewendên gelê Kurdistanê berdin! Ma ne bes e ewqas xizmet û hevkariya li gel dujminên gelê Kurdistanê, bi taybetî jî li gel dujminê sereke dewleta tirk?

Li aliyê din agahî û daxwiyanîyên erênî û rind, ji aliyê Serokê YNKê Bafil Telebanî ve tên bihîstin. Hêvî heye ku ev daxwiyanî û hilwestên hêja dewam bibin û di kiryarî de pêngavên hêjatir werin avêtin.

Her wiha, kovarek nêzî Pentagonê daye diyar kirin ku, statuya Başûr ber bi hilweşandinê ve diçe; ji ber ku gendelî, binpêkirina mafên mirovan, newekhevî û bi giştî bêserûberî zêde bûne!

Dibe ku palpiştê wan DYEyê jî, êdî qîma xwe bi qirêj û kirêtiyên vê malbatê neynin û bixwazin an dixwazin şwûna wan hinek din; mîna YNK û hwd.erkdar bikin.

Bêgûman divê gelê Kurdistanê, di serî de hêvî û baweriya xwe bi xwe bîne,  pişta xwe ne de derve, belê bi bingehîn pişta xwe bispêre hêza xwe û tevgêra xwe.

29.3.2023

Nûçeyên Têkildar