Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Dizî û talana li başûrê Kurdistanê

Xelkê me yê li başûrê Kurdistanê di rewşeke xerab de ne. Ev bi salane ku mamoste û karmend mûçeyên xwe ango meaşên xwe nastînin. Ji aliyê siyasî û aborî qeyraneke mezin heye. Bêkarî jî di asta herî jor de ye. Hukûmeta li wê derê ji bo xelk kar bike tiştek çênekiriye. Her tişt ji derve diçe wê derê. Xelkê li wir jî neçar dimîne koç bike. Ji ber siyaseta hikûmetê koçberiyek mezin heye. Di sala 2021’ê de 10 hezaran kes ji başûrê Kurdistanê derketin. Her çi kesê ku hikûmetê rexne dike tê girtin û aqûbeta wan ne diyare. Li herêma Behdînanê bi dehan rojnamevan, aktîvîst û çalakger ji ber fikir û ramanên xwe di girtîgehan de ne. Li aliyê din nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê jî hene. Nakokiyên di nava herdu partiyan de jî dihêle ku rê li ber aloziyan veke.

Li başûrê Kurdistanê ji aliyê siyasî û aborî ve qeyranek heye. Lê li aliyê din dizî û gendelî jî heye. Hukûmet ketiye destê hin kesan û ew kes li gorî xwe talan dikin. Dewlemendiya xaka Kurdistanê didizin û heqê gel jê digirin. Şîrketên bi ser navê PDK’ê û Binemala Barzanî ev yek tê kirin. Hikûmeta 9’an a başûrê Kurdistanê ku ketiye destê Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî, li aliyekî dizî û talanê dikin, li aliyê din li derveyî welat jî mal û milk ji xwe re dikirin. Dizî û talana li ser axa başûr bi navê hikûmetê tê kirin, lê para wê dikeve destê hin kesan. Ji zanîngehan heta nexweşxane û balafirgeha Hewlêrê ne ya hikûmetê ye. Yanî li ser navê hin kesan hatiye qeydkirin û perê wê jî ew kes dixwin.

Em qala Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî dikin. Başûrê Kurdistanê wekî mal û milkê xwe dibînin. Ewqas jî mal û milkê wan ê din li derveyî welat jî heye. 4 xanûmanên malbata Barzanî ku bihayê wan 75 milyon dolar in li Amerîkayê hene. Her wiha 4 şîrketên mezin ên malbata Barzanî li Amerîkayê hene. Li Amerîkayê bi sedan şirketên paravan li ser navê Barzaniyan kar dikin. Li Dubaiyê jî mal û milken malbata Barzanî ji yên Amerîkayê qat bi qat zêdetir in. Ji Tirkiye heta Misir, ji Emîratên Ereb heta Qibris û Îngîlîstanê jî şirketên wan hene. Çapemeniya Belçîkayê di sala 2020’an de aşkera kir ku serweta Mesûd Barzanî nêzî 600 milyar dolar e û ev pere li çend bankayên Swîsreyê ne. Her wiha beşek mezin mal û milkên Barzaniyan li Tirkiyê ye. Ji Dîlokê heta Mêrsin û Antalyayê şîrket û otelên turîzmê hene. Li ser pişta xelkê xwe dewlemend kirin.

Piraniya dewlemendiya wan jî ji dahata petrolê ye. Petrol a Kurdistanê ye, lê di destê malbatekê de ye. Hikûmeta Başûr rojane 500 hezar bermîlên petrolê difroşe. Pereyekî ecêb ji vê petrolê tê, lê tiştek nagihêje xelkê. Her kes dizane ew pere bi ku de diçin, lê yên vî pereyî didizin hesab nadin. Wekî din peymanên aborî yên malbata Barzanî bi tirkan re jî hene. Li ser petrola Kurdistanê peymanek ji bo 50 salan hatiye îmzekirin. Ji sedî 70’ê dahata petrolê ji bo tirkan, ji sedî 30 jî ji bo malbata Barzaniyan diçe. Ev petrol di ser Tirkiyê re derbasî Îsraîlê dibe. Ev peyman ji aliyê Parlementoya Kurdistanê ve nehatiye çêkirin û nehatiye erêkirin. Raste rast bi malbata Barzaniyan re hatiye çêkirin. Parlemento nikare hatinên ji vê petrolê kontrol bike û bipirse.

Ji ber vê dizî û talanê Dadgeha Federal a Iraqê qanûna petrol û gazê ya başûrê Kurdistanê betal kir. Dadgeha Iraqê bi vê yekê re derbek giran li bazara dewleta tirk û rêveberiya Başûr xist. Dadgehê destnîşan kir ku qanûna petrol û gazê ya başûrê Kurdistanê ne li gorî hiqûqa Iraqê ye. Yanî bazirganiya enerjiyê ya rêvebiriya Hewlêr û Enqerê qaçax hat hesibandin. Ji ber vê yekê jî niha statuya herêma Kurdistanê ketiye xeteriyê. Çawa ku di dema referandûma serxwebûnê de ji sedî 40 axa başûr ket destê hikûmeta Iraqê, niha jî heman metirsî heye. Ji ber siyaseta şaş a rêveberên hikûmeta Başûr ev yek dibe. Yên digotin emê serxwebûna Kurdistanê pêk bînin, piraniya axa wê ji Iraqê re berdan. Îro jî ji ber dizî û talana wan dibe ku statuya heyî ya federal jî têk biçe.

Nûçeyên Têkildar