Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

DMME dê biryara xwe aşkera bike

Di ser kuştina 137 kesên li Cizîrê di dema derketina qedexeya derveye de li jêrzemînên malên xwe asê man û hatin kuştin de, 3 sal derbas bûn. Wê DMME, di salvegera bûyerê de biryara xwe aşakera bike

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û 79 roja dewam kiribû. Di dema qedexeyê de 137 kes di jêrzemînên 3 avahiyan de asê mabûn û hatibûn şewitandin. Di ser bûyerê re 3 sal derbas bûn lê ne şêniyên navçeyê ne jî xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan ev bûyera ku Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo wê gotibû “dîmeneke wekî qiyametê”, ji bîr kirine.

Di jêrzemîna yekemîn 31, di ya duyemîn de 62 û di ya sêyemîn de jî 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di nav kesên jiyana xwe ji dest dan Hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Asya Yuksel, rojnamevan Rohat Aktaş, endamên Meclisa Partiyê ya DBP’ê, hunermendên NÇM’ê, endamên KJA’yê û gelek xwendekar û zarok hebûn.

Li van jêrzemînên ku bi gotina “Me çok dananî. Bila yên mayî bi me serbilind bin” a Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç, tê bîra mirovan hîn jî cenazeyên hin kesên jiyana xwe ji dest dane nehatine dîtin.

Ser komkujiyan girtin

Piştî bûyerê, avahî hatin rûxandin û şûna wan bi molozan hat dagirtin û paşê li ser wan dest bi çêkirina avahiyên TOKÎ’yê hat kirin. Hîn jî derdora vê qadê bi bariyeran dorpêçkirî ye û tê gotin hîn jî cenaze di wir de hene.  Der barê kesên hatin kuştin de lêpirsîn hatin destpêkirin lê belê der barê piraniya van lêpirsînan de biryara “neşopandinê” hat dayîn û mirin wekî “li gorî hiqûqê” hatin qebûlkirin.

Dê DMME, biryara xwe aşkera bike

Her wiha, li ser navê Omer Elçî û Orhan Tunç serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat dayîn. DMME’yê serlêdana ji bo Orhan Tunç qebûl kir û danişîna serlêdanê di 13’ê mijdara 2018’an de pêk hat. Parêzerên dosyayê, daxuyandin ku dê DMME di salvegera jêrzemînan di 7’ê Sibatê de biryara xwe aşkera bike.

‘Bila êdî kes nemire’

Yek ji kesên di jêrzemîna yekemîn de hat kuştin jî Ramazan Îşçî yê 16 salî bû. Dayika wî Hatîce Îşçî got ku “ên ev êş nekişandibin nizanin”, îşaret bi wê serdemê kir û wiha got: “Em ji televîyonê hîn bûn ku kurê min di jêrzemînê de ye. Piştî ji bo erzaq bikire derket derve, hew haya me jê çêbû. Ji bo em wî xelas bikin em derketin lê belê polîsan destûr neda. Heta em sax bin em ê zarokên xwe ji bîr nekin.” Dayika Îşçî xwest kuejer bên darizandin û êdî kes nemire. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar