Navenda Nûçeyan
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya derbarê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş de ragihand. Dadgehê biryar da ku Demîrtaş demildest bê berdan.
Demîrtaş, ji 4’ê Mijdara 2016an ve girtiye. Her wiha DMME’yê di biryara xwe ya 20’ê mijdara 2018’an de jî diyar kiribû ku divê Demîrtaş bê berdan. Piştî vê biryarê di 4’ê kanûna 2018’an de bi tawanbariya “propagandaya rêxistinê” ceza li Demîrtaş hatibû birîn û bi vî awayî biryara DMME’yê bêhikum hatibû hiştin.