Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

DMME’yê di doza Ulkede Ozgur Gundemê de Tirkiye mehkûm kir

Dewleta tirk gelek caran bi awayekî kêfî û derqanûnî Çapemeniya Azad bêdeng kiribû, sazî û dezgehên wê girtibû. Yek ji van jî Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem bû. DMME’yê di doza Rojnameya Ulkede Ozgur Gundemê de Tirkiye mehkûm kir

Li Tirkiyeyê sazî û dezgehên Çapemeniya Azad a Kurd bi dehan carî ji aliyê desthilat û darazên di bin serweriya wan de hatin girtin. Bi dehan rojnamegerên kurd hatin qetilkirin, bi sedan rojnameger hatin girtin, di îşkenceyan re derbasbûn û bi dehan rojnameger neçar man ku derkevin derveyî welat an jî derbasî qadên cûda ên têkoşînê bibin. Rojname, kovar, rodyo û televîzyonên kurd bi awayekî kêfî û derqanûnî ji aliyê dadgehên tirk ve hatin girtin.Dadgeha Mafên Mirovan a Ewroayê (DMME), di doza Rojnameya Ulkede Ozgur Gundemê de Tirkiye mehkûm kir.

DMME’yê bi yekdengiyê biryar da ku dadgeriya tirk xala 10’emîn a azadiya ramanê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye û bi dayina cezayê pereyan Enqere mehkûm kir. Di biryara DMME’yê de ev tişt hat gotin: “Biryarên birîna ceza, komkirin û sansurkirina rojnameyê, bêyî ku naveroka nivîsên wê bên kontrolkirin bi rêk û pêk hatine bicihanîn.”

Di biryarê de hat bibîrxistin ku dadgeriya tirk di navbera salên 2004-2006’an de gelek caran lêpirsîn li rojnameyê vekiriye û hikum hat dayin ku Tirkiye tazmînatê bide xwediyê rojnameyê yê wê demê Alî Gurbuz ku doz li Tirkiyeyê vekiribû. STRASBOURG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar