Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), têkildarî girtina ji dosyeya Kobanê ya duyemîn a hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji hikûmeta AKP’ê parastinê xwest. DMME’yê gumana maqûl a girtinê, spartiye hincet û dema maqûl an na, azadiya derbirînê û qedexeya girtina bi armanca siyasî hatiye binpêkirin an na pirsî.
DMME’yê di rûpela xwe de vê yekê ragihand û ev ji aliyê ji parêzerên Demîrtaş, Ramazan Demîr û Benan Molû li ser medyaya civakî hat belavkirin û wiha hat gotin: “Di nava pirsên ragihandine hikûmetê de serlêdana di dîroka 7’ê mijdara 2019’an de ya Dadgeha Destûra Bingehîn hêj girêdane biryarê, lêkolîn kirin e yan na û ji bo Demîrtaş rêya serlêdana takekes rêyek bi bandor e yan na jî hene.” ENQERE