Partiya Çepên Kesk bêrawestan û bênavber xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê didomîne. Yek ji herêmên ku bi awayekî xurt xebat lê didomîn jî Botan e. Li Botana ku gel eleqeyeke zêde nîşanî Partiya Çepên Kesk dide, armanc ew e ku her 4 namzetan jî bişînin Meclisê. Di nava namzetan de yek ji parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal, rojnameger Ayşegul Dogan, Zekî Îrmez û Bedîrhan Osal hene. Ayşegul Dogan ku keça siyasetmedarê kurd Orhan Dogan e û di heman demê de rojnameger e, Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Metzê û Dibistana Rojnamegeriyê ya Bilind a Parîsê xwend.
Li Enstîtuya Netewî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilatî li Parîsê mamostetiya Ziman û Wêjeya Kurdî kiriye. Di gelek ajansên navneteweyî yên wekî AFP, Le Monde Diplomatique de xebitîye. Dogan, di çêkirina gelek belgefîlman û organîzekirina atolye û konferansên navneteweyî de wek organîzator, wergerwanî û şêwirmendiya siyasî xebitî ye. Dogan, di ÎMC TV’yê de ku bi KHK’ê hat girtin bername pêşkeş dikirin. Dogan di qenala xwe ya Youtubeyê ya Yeniden TV’yê de bername amade dikirin û pêşkeş dikirin.
Dogan a niha namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Şirnexê ye dixwaze ala bavê xwe dewr bigire û li Meclisê têkoşîna wî bidomîne.
‘Polîtîkayeke çawa pêwîst e’
Ayşegul Dogan, anî ziman ku ew qet nefikiriye ku siyasetê bike, lê ji ber ku Şirnex ji bo wê xwedî cihekî taybet e pêşniyara namzetiyê qebûl kiriye û wiha axivî: “Dema ku em koçî Enqereyê bûn divê ku min dibistan berdewam bikira. Ez di lîseyeke Çankayayê ya Enqereyê de hatim qebûl kirin, lê ez tu carî weke kurdek û keça Orhan Dogan nehatim qebûlkirin. Di wan serdeman de gelek kesên ku parlamenterî dikirin malbatên wan perçe perçe bûn. Gelek ji wan an sirgûn bûn, an ketin bin axê û an jî ketin girtîgehê. Nebûn tiştê ku dixwestin bibin, nekarîn jiyana ku dixwestin bijîn. Ez dema ku tenê tiştên ku hatine serê min vedibêjim ez ji xwe şerm dikim. Ez niha li Cizîrê me, gel tiştên di salên 2015-2016’an de qewimîne ji min re vedibêje. Ez nikarim vê bi çend peyvan vebêjim. Çawa dibe ku mirov bi vê êşê re bijî? Di vir de pirsa herî giran ev e, li hemberî vê girseyê polîtîkayeke çawa pêwîst e? Pêdivî heye ku em li ser vê bifikirin. Ez jî li ser difikirim, hewl didim bi daxwaz û hêviyên ku ji vir tên, rê û rêbazên vê yekê li hev bikim. Dikarim bibêjim ku ev bû sedem ku di lîsteya Partiya Çepên Kesk de wekî namzet cihê xwe bigirim. Fikreke min ê namzetiyê tune bû. Serlêdaneke min jî çênebû. Ji ber vê yekê ev yek ji min re bû surprîz. Dema teklîfeke wiha ji Şirnexê hat, min nedikarî Şirnexê red bikim. Di gelek waran de min nikarîbû red bikim. Ji bo ji min re xwedî cihekî taybet e. Ez qet ji bîr nakim, wek mînak di sala 2004’an de dema parlementerên DEP’ê hatin berdan, mitînga me ya herî bi heybet li Cizîrê hat lidarxistin ev jî bêorganize çêbibû. Ez heta dawiya emrê xwe jî wê rojê ji bîr nakim. Tiştê ku em jê re dibêjin siyaseta aktîf, ji bo kesên wekî me zêdetir fedakarî ye.”
‘Tirkiye bêyî çareseriya pirsgirêka kurd demokratîk nabe’
Dogan, diyar kir ku ew ê herî zêde di parlementoyê de ji bo mafên rojnamegeran têbikoşe û wiha berdewam kir: “Pêwîstiya me ya rojnamegeran heye ku em rastiyê bişopînin û derxin holê. Hûn ji kevneşopiyeke ku berdêlên giran dane tên. Ji ber vê yekê min bi xwe jî berdela vê yekê da. Derbarê min de bi sûcê endamtiyê rêxistinê lêpirsîn hat vekirin û ev veguherî dozê. Di çarçoveya vê dozê de ceza li min hat birîn. Ji ber endamtiya rêxistinê 6 sal cezayê girtîgehê li min hat birîn. Ez hîna têm darizandin, di dosyaya min de jî wekî hemû dosyayên rojnamegeran tiştek tune bû, bi salan telefonên min hatin guhdarkirin. Di van hevdîtinên bi telefonê re axaftinên min hene, sernavên programên min hene, lewma dosyayek pûç bû, televîzyona me jî hat girtin. Ez demekê di TELE 1’ê de xebitîm, demekê ji bo Gazete Dîwarê xebitîm û herî dawî min dîsa hewl da ku di televizyonan de bername û belgefîlm çêbikim, niha karekî min ê din li parlementoyê heye, ev yek ji rojeva min e ku ez tu carî dev ji rojnamegeriyê bernadim. Em ê di parlementoyê de çi bikin? Em çawa dikarin modelekê çêbikin? Nasnameya min a jin yek ji motîvasyona min a sereke ye. Ez yek ji wan kesan im ku dibêjim Tirkiye bêyî çareseriya pirsgirêka kurd demokratîk nabe. Ez ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hewlekê bidim helbet. Ji bo astengiyên li pêşiya rojnamegeriyê jî ji holê rabin ez ê hewl bidim.”
‘Meşa di rêya bavê min de rûmet e’
Dogan, diyar kir ku ew ê têkoşîna bavê xwe heta dawiyê bidomîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Meşa di rêya bavê min de rûmet e. Aliyekî min pêl dirijîne, aliyekî min jî bihar e. Pişt serkeftina min, êşek mezin heye, fedakariyên mezin hene. Dema ku mesele dibe bavê min, barê min girantir dibe, hêviyên min hîn zêdetir dibin. Fedakariya bavê min a di vê tekoşîna ku wî efsaneyî de kiriye nayê vegotin. Ji ber vê yekê ez hêvî dikim ku ez layiqî tekoşîna wî bibim, bikaribim parastina wî bikim, ev daxwaza min a herî mezine. Ji bo min cihê şanaziyek mezin e ku bikaribim ala wî rakim, ez hêvî dikim ku ez bikaribim vê bikim. Hê jî xewna bavê min pêk nehatiye, têkoşîna wî ya bi rûmet, dadmend û wekhev a ku wî dixwest pêk nehat, ji bilî vê jî gelek tişt li pey xwe hiştin.”
‘Ev der cihê ku polîtîkayên min ên şer her tim lê tê meşandin e’
Dogan, da zanîn ku ew ê ji aliyekî ve rojnamegeriyê bidomîne û wiha lê zêde kir: “Beriya her tiştî ez dixwazim bibêjim ku ez ê ji Ayşegula ku li ser ekranan tê dîtin cuda nebim. Ji ber ku min pratîka xwe ya rojnamegeriyê nîşan da. Bila gumana kesî jê nebe. Ez ê hewl bidim ku li ser ekranan bim. Ez dixwazim ku di parlementoyê de modeleke nû çêbikim. Hêvî dikim ku di parlamentoyê de bigihîjim vê daxwaza xwe. Beriya her tiştî ez rê nadim ku pirsgirêkên Şirnexê neyên ditin, ez ê hewl bidim ku rêyekê ji bo çareseriyê bibînim. Ev der cihê ku polîtîkayên min ên şer her tim lê tê meşandin e. Ji ber vê yekê ez ê tu carî dest ji hewldana çareseriyê bernedim ku pirsgirêkên vê derê bibim parlementoyê.”
‘Deng dayin têra nake divê em sindoqên xwe jî biparêzin’
Dogan a diyar kir ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê pirsgirîkê ewlekariya sindoqan heye, destnîşan kir ku divê gel berpirsyariya vê yekê bigire ser milên xwe û got: “Îxtîmala ku li Şirnexê bikin 4 û 0 heye. Tu gumana min ji vê nîne. Em hewl didin ku ji bo hilbijartinên herêmî motîvasyonekê biafirînin, gel ji van pêkanînan pir nerehet bûne. Hêvîdar im ku ev hilbijartin weke ya 7’ê hezîranê be. Helbet ez difikirim faktora herî mezin a hewaya 7’ê Hezîranê hebûna pêvajoya çareseriyê bû, ya girîng ew e ku zemîn ji diyalogê re vebe. Di mijara ewlehiya sindoq û hilbijartinê de em hewl didin xebatek mezin bikin. Li ser vê meselê em dixwazin ji hilbijêrên xwe vê bibêjin; erê dengê xwe bidin lê xwedî li dengê xwe derbikevin. Deng dayin têra nake, divê em sindoqên xwe jî biparêzin.”