Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘ Doh DAIŞ bû îro PDK jinên ciwan ên êzidî direvîn e’

Li wargehên herêma Kurdistanê 2 jinên ciwan ên êzidî ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine revandin û çarenûsa wan nayê zanîn. Malbatan bang li her kesê/î kirin ku dengê wan bibihîsin û li çarenûsekê bigerin.

Piştî fermana 3’yê tebaxa 2014’an, bi sedan êzidî hatin qetilkirin, hezaran jî hatin revandin û ewqas jî neçarman koç bikin. Ji ber êrîşan bi hezaran êzidî di wargehên li herêma Kurdistanê de bicih bûn û niha jî PDK rê nade vegerin Şengalê. Heya niha gelek bûyerên weke, kon şewitîn, destdirêjî û kuştinê di wargehan de çêbûye.

Li gorî nûçeya ANF’ê hefteya borî 2 jinên ciwan ên êzidî yên li wargehên herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine revandin û çarenûsa wan nediyar e.

N.F.M. ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwest navê xwe aşkere bike û niha li wargehek Bêrsîvê ya Zaxo ye li ser mijarê got; “Ev bû 9 sal em li wargeha Bêrsîvê ya Zaxo ne. Keça min ji nava sûka wargehê ji aliyên pêşmergeyan ve hate revandin û heta niha em nizanin li ku derê ye.”

N.F.M. di dewamê de got; “Me serî li gelek aliyan da, lê em vala vegeriyane. Heta Meclîsa Rûhanî jî tu çare ji mere nedît. Ez ditirsim ku weke Axîn li keça min bikin.”

Li herêma Xankê jî jina ciwan a bi Navê Viyan Ferç Silêman ji aliyê hinek kesan ve deh rojin hatiye revandin û heya niha jî çarenûsa wê nayê zanîn.

Birayê Viyan rojnamevan Dilman Ferec Silêman got; “Ev deh rojin xwişka min ji aliyê hinek komên nenas ve hatiye revandin û desthilata Başûr li hember van kiryarên ne mirovî bê denge. Belge li ber destê me hene ku em di zanin Viyan li ku ye. Lê belê nîşanî me nakin. Me serî li Babe Şêx û Meclîsa Rûhanî jî da, lê tu çare ji bo me peyda nekirine.”

Dilman herî dawî bang li berpirsên êzidiyan û Meclîsa Rûhanî kir û got; “Eger hûn nikaribin meseleke wisa çareser bikin çima hûn xwe dikin xwediyê êzdiyan. Bi erkê xwe yê olî rabin. Ji derveyî Meclîsa Rûhanî em bang li her kesê xêrxwaz û xwedî wijdan dikin ku li çarenûsekê ji me re bibînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar