Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Doktor Baran: Ji bo lêkolînkirina kîmyasalê em dikarin alîkariyê bidin şandeyan

Ji fermandarên HPG'ê Doktor Bager Baran diyar kir ku dewleta tirk varyantên cuda yên çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla bi kar tîne û got ku ji bo tespîtkirina vê yekê amûr û derfetên wan ên pêwîst nîn e û bang li saziyên pêwendîdar kir ku li mijarê bikolin

Ji fermandarên HPG’ê Doktor Bager Baran têkildarî çekên kîmyewî ku ji aliyê dewleta tirk ve li hemberî gerîlayên azadiyê tê bikaranîn axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Doktor Bager şehîdên Pêngava Cenga Xabûrê û Pêngava Bazên Zagrosê bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Hevalên ku li tunelên şer şehîd bûn, bi ruhekî fedayî û bi hêza ku ji fikir û felsefeya Rêber Apo wergirtin bersiveke mezin dan dijmin û bûn sembola heqîqetê. Niha mirov lê dinêre, şerê ku tê meşandin di asta herî jor de bi rê û rêbazên qedexekirî û herî qirêj tê meşandin. Ev yek divê ji aliyê kesî ve neyê qebûlkirin. Tu mirov, tu dewlet vê qebûl nake. Lê belê dema ku mijar dibe kurd û Kurdistan û gerîla, wê demê sazî û dewletên xwedî mafê kontrol û pêkanînan bêdeng dimînin. Şehîdbuyîna hevrêyên me bi çek û teknîkên ji rêzê nebûne. Ew kîmyasalên ku tên bikaranîn di esas de ji hêla hemû dewletan ve hatine qedexekirin. Lê belê ji hêla hin dewletan ve piştgirî û alîkarî ji dewleta tirk re tê dayîn, lewra bêdeng dimînin û jinedîtî ve tên.”

Sûcên şer vedişêrin

Hin dîmenên ku hevrêyên me bi belgeyan aşkera kirine hene. Mînak hinek çekên ku artêşa tirk bi kar tînin li febrîqeyan bi teknîkên cuda dikarin bên amadekirin. Hinek kîmyasal jî hene, rakirin û bikaranîna wan zehmet e. Ango ji bo bikaranîna wan divê mirov rîsk bigire. Dema ku dijmin wan li ser gerîlayan bi kar tîne, çekên xwe piranî caran li ser tunelên şer an jî li nêzî van deveran amade dike. Di vir de mirov vê yekê dibîne ku artêşa tirk bi wan kiryarên xwe hewl dide sûcên xwe ji raya giştî veşêre.

Me bi çavên xwe dît

Ew kîmyasal ne tenê ji bo gerîla, ji bo hemû zindiyan xwedî rîskeke mezin e. Gazên ku tên bikaranîn rê li ber vedike ku neveng bê oksîjen bimîne û hemû zindiyên derdor bê hênase bimînin, bifetisin. Ya din jî tespîtkirina hûrguliyên taybetmendiyên wan gazan zehmet e. Mînak hinek gazên ji bo bandorkirina sînîran hene. Ji bo tespîtkirina wan hin amûrên pêwîst û labûartûvar divê hebin. Ji lewra dema ku dewleta tirk wan çekan bi kar tîne zane ku tespîtkirina bûyerê gelek zehmet e. Eger ku hinek amûr û labûartûvar hebûna, wê taybetmendiyên kîmyasala heyî bihatana tespît kirin. Çek û amûrên ku berê li hemberî gerîla dihatin bi kar anîn bandoriyên cuda dikirin. Em vê yekê li ser cenazeyên şehîdan jî tespît dikin. Rast e, berê jî çekên kîmyewî li ser gerîla hatin bikaranîn lê bi vî rengî li pey hev bi dozajekê ewqasî zêde nebû. Bandora kîmyasalê li ser çerm û hênaseyên zindiyan gelek diyar e. Di vir de jî diyar dibe ku dewleta tirk di carekê de dixwaze bigihîje encamekê û têkçûyîna xwe veşêre. Em di cenazeyên hevalên xwe yên şehîd de bandoriyên cuda jî dibînin. Mînak çermê tu zindiyekê di du rojan de jê nabe. Jixwe ew di rojekê yan jî du rojan de çê nabe. Lê belê çekên kîmyewî ne tenê şertên hilmstandinê qut dike û rewşa jehrîbûyînê pêş dixîne, di heman demê de çerm jî dişewitîne. Me ev yekê bi çavên xwe dîtin.

Pêdivî bi lêkolînan heye

Amûr di destên me de nînin ku bikaribin lêkolînan der barê cûreyên kîmyasalan de pêş bixin. Lê belê hin şande dikarin werin û lêkolînan bikin. Em dikarin ji saziyên ku li ser venêrana çekên qedexekirî û çekên kîmyasalê disekinin re di lêkolînan de bibin alîkar. Tiştên ku em dixwazin diyar bikin bi hin gotinan ve nayên pênasekirin, divê mirov bi çavên xwe bibîne û tespîtên rast bike. Ji ber ku ew ne carekê ye, bi dehan carane dijmin li hemberî tunelên şer gazan bi kar tîne. Ev yek binketin û têkçûyîna dewleta tirk jî nîşan dide. Em herî dawî dubare berxwedana Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê silav dikin û şehîdan bi minet bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar