Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê dolmîşa penaber bar kiribûn qulipî. Di qezayê de 10 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
Li navçeya Qelqeliye ya Wanê dolmîşa penaber bar kiribûn qulipî. Qeza li gundê Erçekê yê Qelqeliyê pêk hat. Dolmîşa plakeya wê 76 AAC 296 ku koçber bar kiribûn ji kontorlê derket û qulipî. Piştî welatiyên cihê bûyerê agahî dan rayedarên tenduristiyê, yekîneyên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Yekîneyên tenduristiyê bi ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê. Li gorî agahiyên ewil di qezayê de 10 penaberan jiyana xwe ji dest dan û 25 penaber jî birîndar bûn. Cenazeyên 10 penaberan ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyên cuda. Birîndar jî li nexweşxaneyan tên dermankirin. WAN