Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e’

Mehmet Ocalan, bertek nîşanî tecrîda li ser birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got: “Divê tu kes serê xwe bi rihetî daneyne ser balgiyê. Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e. Ger em tecrîdê neşikînin, em ê her roj bimirin." 

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di Girtîgeha Îmraliyê de 810 roj in tu xeber nayê girtin. Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bi rêya telefonê hevdîtin bi malbata xwe re kir. Ji wê çaxê heya niha hemû serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta cezayên dîsîplînê hatine redkirin an jî nehatine bersivandin. Herî dawî hat hînkirin ku di 15’ê adarê de 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtin bi malbatê û di 26’ê nîsanê de jî 6 mehan cezayê qedexekirina hevdîtin bi parêzeran re li Rêberê Gelê Kurd hatiye birîn.

Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê dijî, bertek nîşanî polîtîkaya tecrîdê da û got ku li seranserê cihan ê hevtayê vê tecrîdê tune ye.

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê dem bi dem tên girankirin û carinan jî tên sistkirin û wiha pê de çû: “Li tu devera cihan ê girtiyekî ku mirov 27 mehan tu xeberê jê negire tune ye. Em nizanin ka sax e yan miriye. Tiştên li Îmraliyê diqewimin, kaxeza tûrnûsolê ya hiqûqê ye. Hiqûqa Îmraliyê, hiqûqa Tirkiyeyê ye. Di tu hiqûqê de navê vê yekê tune ye. Tenê di hiqûqa Tirkiyeyê de heye. Li Tirkiyeyê gelek tişt diguherin, wezîr diguherin, lê polîtîkaya tecrîdê naguhere.”

‘Sedema krîzên li Tirkiyeyê polîtîkaya tecrîdê ye’

Ocalan diyar kir ku ji 15’ê Sibata 1999’an ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û got ku sedema krîzên li Tirkiyeyê jî polîtîkaya tecrîdê ye. Ocalan diyar kir ku tecrîd di şexsê Îmraliyê de li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn tê pêkanîn û got: “Serok li Îmraliyê ye, lê tecrîd ji bo hemû gelan e. Îro ger fiyetê nan biha bibe, ev bandora tecrîdê ye. Sedema krîza aborî, polîtîkayên şer e û sedema şer jî tecrîd e. Bi tecrîdkirina serok re, kurd tên etcrîdkirin. Divê her kes bi vî çacî li tecrîdê mêze bike. Ger ev tecrîd bidome, dê krîz kûrtir bibe. Û piştî wextekê dê kes nikaribe ji bin rabe.”

‘Em hêzeke mezin in’

Ocalan bilêv kir ku di domandina tecrîdê de rola partiyên mûxalefetê jî heye û got ku partiyên mûxalefetê ji bo polîtîkayên detshilatê dengê xwe dernaxin. Mehmet Ocalan destnîşan kir ku divê tu kes tecrîdê qebûl neke.

Ocalan axaftina wiha domand: “Heke bixwazin sibe dusibe rastiyekê ava bikin, nexwe divê her kes bertekê nîşanî tecrîdê bide. Çareserî bi vî awayî nabe. Jixwe desthilat me dikuje. Lê bila mûxalefet bes jê re bilîrîne. Em hêzeke mezin in. Em ne muhtacê desthilatê û mûxalefetê ne. 27 meh in tu xeber ji serok nayê girtin. Her kesî xwe kerr kiriye û çavên xwe girtine. Meseleya kurd û meseleyên li Rojhilata Navîn bi vî awayî nayên çareserkirin. tecrîd didome, divê her kes xwe bide ber lêpirsînê. Saziyên demokratîk divê xwe bidin ber lêpirsînê. Divê tu kes serê xwe bi rihetî daneyne ser balgiyê. Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e.”

‘CPT şirîkê Tirkiyeyê ye’

Mehmet Ocalan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî û wiha got: “CPT jî şirîkê Tirkiyeyê ye. Banga me ji bo her kesî ye; bila her kes wezîfeya xwe ya mirovî bike. Em ji kesî sedeqeyê naxwazin. Ev bangawazî bi qasî ji bo saziyên navneteweyî be, ev qasî jî ji bo siyasetmedarên me ye jî. Ji bo şikandina tecrîdê hin saziyên navneteweyî têdikoşin. Rêza me ji bo keda wan heye. Lê kesên ku kurdan temsîl dikin û deng ji dernaxin hene. Em ê hesab bipirsin. Ev mafê me yê demokratîk e. Ger em tecrîdê neşikînin, em ê her roj bimirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar