Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Perşembe - 29 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên xwe ava dike. Bi tang û topan diçe li başûrê Kurdistanê bi cih dibe. Ewil ala xwe li keleha Hewlerê pêçan û bi awayekî fîîlî peyam da ku wan keleha Hewlerê fetih kiriye. Piştre leşker kijandin Duhok, Amêdiyê. Li dijî vê yekê şervanên azadiya kurdan jî berxwedanek dîrokî nîşan didin. Her roj agahî tên ku gerîla helîkopter, SÎHA, ÎHA’yên wan xistine. Her roj agahî tên ku gerîla bi ser baragihên wan de girtine û gelek leşker hatine kuştin. Lê îro medya tirk vê rastiyê ji gel vedişêre. Şerê li herêmê û têkçûna artêşê ji gel vedişêre. Bicihkirina hezaran leşkerên bi pere (DAIŞ, cerdevan, OSO, hwd) ji raya giştî vedişêre.

Tevî hemû rexne û bertekên partiyên kurdan, PDK û malbata Barzanî, bêyî guh bide partiyên kurdan û dengê gel, bi hikûmeta tirk re hevdîtinan dike. Di hevdîtinan de ala Kurdistanê tune, lê tenê ala tirk heye. Piştî encama van hevdîtinên hikûmeta Tirkiye û hikûmeta PDK-Barzanî, xuya kide ku malbata Barzanî, başûrê Kurdistanê bi temamî pêşkêşî Tirkiyeyê kirine. Bi temamî firotine Tirkiyeyê. Malbata Barzanî ji bo parastina axa Kurdistanê şer nekirine. Eger îro balafirên şer ên F-16, helîkopterên kobra, skorskî, SÎHA herêmê bombe dikin û gerîlla li dijî wan şer dike, ev nîşan dike ku îhlaq û dagirkeriyek mezin heye. Lê eger dagirkerî hebe û malbata Barzanî bi hikûmeta AKP-MHP’ê û Iraqê re rûnê, ev nîşan dide ku başûrê Kurdistanê li ser masê firotine. Êdî bi ketina leşkerên tirk, çikandina alên tirk, kontrolkirina rêyan a artêşa tirk pir aşkere xuya dike ku Malbata Barzanî axa başûr firotine Tirkiyeyê. Pêşkêşî Tirkiyeyê kirine.

Bi dehan caran HDP, DBP, KNK û gelek partiyên kurdan xwestin bi malbata Barzanî re hevdîtin bikin, lê encam negirtin. Malbata Barzanî bi dehan caran hatin Tirkiyeyê. Bi AKP’ê û wezîrên AKP’ê re hevdîtin kirin, lê nehatin partiyên kurdan ziyaret nekirin.

Ev pratîk hemû pir aşkere nîşanî me dide ku PDK-malbata Barzanî aşkere dijminantiya yekitiya kurdan dikin. Aşkere dijminantiya partiyên kurdan dikin. Aşkere dijminantiya tevgera azadiyê dike. PDK ne yekîtiyê dixwaze, ne aştî û ne jî çareseriyê dixwaze. Êdî PDK û AKP şirîkên hev ên şerê li Rojhilata Navîn in.

Li vir êdî helwesta PDK û malbata Barzanî ya li dijî aştî, çareserî, azadiya gelê kurd parastina axa Kurdistanê  pir zelal aşkere bûye. Di dijminantiya kurdan de israr dike. Di firotina Kurdistanê de israr dike. Di parastina hevkariya hêzên hegomon û komploger de israr dike.

Ji bo yekitiya gelan û yekitiya axa Kurdistanê pêş bikeve, divê partî, rêxistin û saziyên di bin baneyên yekîtiyê de cih bigirin, hem yekitiya gelê kurd û hem yekitiya axa Kurdistanê biparêzin.

Wê demê partiyên kurdan, rêxistinên kurdan û nûnerên gelan divê li ku êrîşek li ser gelê kurd ango li ser axa Kurdistanê hebe, bi lez û bez heyetan ava bikin û bimeşin herêmê. Biçin li wir lêkolîn bikin. Divê heyet bên avakirin û bi hawara gelê herêmê biçin. Divê nûnerên gel plansaziya çalakiyên gel pêş bixin û ji ber bajar û navçeyan karwanên meşê bên avakirin û ji her derê gel biherike başûr.

Îro gelê Başur ji ber politikaya malbata Barzanî ya firoşker, axa xwe û gundên xwe terk dikin. Warê xwe û malê xwe terk dikin. Çiyayê Kurdistanê di bin êrîşa PDK û dewleta tirk de ye. Wê demê ev partî û rêxistinên kurdan ên Bakur, yên li Ewropa û yên li Rojava divê bi lez heyetên cuda ava bikin û dest bi meşa li dijî dagirkeriyê bikin. Divê dest bi meşa li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê bigirin. Îro başûrê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê ne tenê hatiye dagirkirin, di heman demê de hatiye tecrîdkirin. Divê karwanên ku derdikevin rê, li her derê wekî gloka berfê gel tev li xwe bikin û meşa xwe mezin bikin. Karwanê xwe mezin bikin. Dema girse gihişt başûr divê bibe wekî lehiyê û bi hawara gelê başûr ve biçe.

Karwanên ku bimeşin Başûr, divê rastiya şerê li Başûr pêş dikeve, talankirin û wêrankirina li Başûr pêş dikeve divê bi gelên cîhanê re parve bike û gelê cîhanê li dijî vê talankirin, wêrankirin, şerê dijwar ê li ser başûrê  Kurdistanê rake ser piyan. Êdî dema “Meşa li dijî dagirkeriyê” ye.

Çawa ku îsal gelê kurd li dijî tecrîdê ji bo azadiyê dest bi meşê kirin, çawa ku li dijî qeyûm dest bi meşê kirin, divê li dijî dagirkerî, îhlak, talankirin û wêrankirinê jî dest bi meşê bikin. Divê hemû gelê kurd bimeşin ser sînor û gelê başûr, şervanên azadiya kurdan bi tenê nehêlin.

Nûçeyên Têkildar