Dorpêça leşkerên dewleta tirk a li Xelfetiyê berdewam e. Hat zanîn ku artêşa tirk piştî pevçûnên duh, îro jî bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin. Çavkaniyan got ku kesên duh hatine binçavkirin jî bi îşkenceyê hatine binçavkirin
Li gundê Derto yê navçeya Xelfetî ya Rihayê hat îdiakirin ku duh di navbera gerîlayên HPG’ê û hêzên tevgera taybet ên artêşa tirk de şer derketiye. Walîtiya Rihayê îdia kiribû ku di şer de komîsereke hêzên taybet hatiye kuştin, 2 polîs birîndar bûne û 2 gerîlayên HPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane. Piştî pevçûnan hêzên artêşa tirk êrîşî mala Fahrî Alakuş kir û gund dorpêç kir. Di encama êrîşê de jinên di mal de birîndar bûn. Çavkaniyan destnîşan kir ku piştî cenaze ji malê hatin derxistin, avahî bi temamî hate şewitandin. Artêşa tirk diheman demê temamiya endamên malbata Zekî Alakuş binçavkirin.
Hêzên artêşa tirk îro jî li taxên Dergîlî, Sirataşlar, Kosarda û Kantarma yên navçeyê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin û kesên hatin binçavkirin jî derbasî Fermandariya Cendirmeyan a Xelfetiyê hatin kirin. Her wiha li taxa şer lê qewimî, dorpêça leşkeran didome. Tê gotin ku dor li xaniyê ku şer lê qewimiye hatiye girtin.
Navên kesên hatine binçavkirin
Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31’ê adarê de li taxa Sirataşlar a Xelfetiyê di nav de namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şaredariya Xelfetiyê Abdullah Çîftçî jî, gelek kes hatibûn binçavkirin. Navê kesên duh hatine binçavkirin wiha ne: “Zekî Alakûş, Gazal Alakûş, Guler Alakûş, Mehmet Alakûş, Rabî Alakûş, Fahrî Alakûş, Hanim Alakûş, Abdullah Çîftçî, Abdullah Boga, Kemal Şahîn, kesê bi navê Erdal ku paşnavê wî nehate zanîn, Ahmet Korkmaz û Mehmet Korkmaz.”
Li gorî agahiyan, leşkerên dewleta tirk li malên ku bi ser de girtin dest danîne ser eşyayên welatiyan û welatî bi îşkenceyê binçav kirine. RIHA