Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Dorpêça hikûmeta Şamê êşa erdhejê girantir dike’

Rêveberiya Encûmana Giştî ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê, Hêvî Silêman anî ziman ku ruxmê erhejê jî dorpêça hikûmeta Şamê berdewam e û got, “Dorpêç û rêgirî êşa erdhejê girantir dike.”

Ji ber erdheja li navçeya Bazarcix a bajarê Mereşê ku di 6’ê Sibatê de pêk hatiye bandor li gelek bajarên Kurdistan, Tirkiyê û Sûriyê kir. Her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya girêdayî bajarê Helebê jî para xwe ji vê erhejê girtin ku zirarên giran gihîşt gel. Heta niha jî metirsî heye ku gelek avahî birûxin. Nêzî hezar û 200 malbatên ji taxên Şex Meqsûd û Eşrefiyê di 8’ê sibatê de ji ber erdhejê berê xwe dan bajarê Şehbayê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li kêlek erdhejê dorpêça hikûmeta Şamê li ser gelê Efrînê yên li Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berdewam e ku bandor li kesên ku ji ber erdhejê berê xwe didin Şehbayê dike.

Têkildarî erdhej, zirarên ku gihiştiye gel, binesaziya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û dorpêça hikûmeta Şamê, Rêveberiya Encûmana Giştî ya taxa Şex Meqsûd û Eşrefiyê, Hêvîn Silêman nirxand.

‘Koçberên Efrînê, neçarbûn avahiyên xirabî yên Helebê de bijîn’

Hêvîn Silêman da zanîn ku erdhej gelek zirarên mezin li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya Helebê çêkir û got: “Gelê ku li taxa Şex Meqsûd û Eşrefiyê dijîn, piraniya xwe koçberên Efrînê ne ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk ji Efrînê bi darê zorê derketine. Di şerê Sûriyeyê de bajarê Helebê jî para xwe girt ku binesaziya wê hatiye xirab kirin. Gelê koçber ên Efrînê neçarbûn ku di avahiyên xirabî yên di şerê Sûriyeyê de mane birûnin û jiyana xwe bidomînin. Dagirkeriya tirk hişt ku gel êş û azarên mezin bijîn û gelê koçber ên Efrînê bi zorê hatin koçberkirin û gel neçarin di cihekî de jiyana xwe bidomînin û ew cih jî taxa Şêx Meqsûd û Eşrefî bûn ku di encama şerê 10 salan de gelek zirarên mezin gihiştibû wan taxan.”

 ‘Ji ber dorpêça hikûmeta Şamê zirarên mezin digihêje gel’

Hêvîn Silêman di dewama gotina xwe de bal kişand ser dorpêça hikûmeta Şamê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û wiha domand: “Di 22’yê Çileyê de avahiya pênç qetî hate rûxandin ku di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û alavên bijîşkî kêm bûn û bajarên dîtir nedikarîn alîkariya me bikin, ji ber dorpeç hîna jî li ser taxê hebû û heta niha didome. Êdî em dibêjin bila hikûmeta Şamê dorpêça xwe ya berdewam li ser Şex Meqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê rabike û rêbidin pêwistiyên gerimkirin, derman û pêwistiyên jiyanê bighêje gel.”

‘Piştî erdhejê, encûmana giştî kon veda û parastina gel kir’

Hêvîn Silêman di dewama gotina xwe de bal kişand li ser encamên erdhejê û tedbirên ku wergirtine wiha parve dike: “Jiyana gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di metirsiyê de ye, ger erdhej biseke jî piraniya avahiyên xirabî dê birûxin. Ji bo parastina gel ji erdhêjê me jî karibû navendên taybet ava bikin û kon ji aliyê Encûmanên Giştî ve li her du taxan hatin vedan. Roja yekem a erdehejê, gel hemû derve li ber sermê man, ji bo ku em bikarin pêşî bigirin, li gor îmkanên xwe me alîkariya gel kir. Cihê ku hikûmeta Şamê dorpeç pêk bîne, divê alîkarî pêşkeşî gelê ku zirarên mezin ji erdhejî dîtine bike.”

‘Em naxwazin zirar bighêje gelê me’

Hêvîn Silêman herî dawî diyar kir ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdî ve alîkarî ji gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re hatiye û wiha bi dawî kir: “Encûmana Giştî ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dê di bin siya dorpêçê de alîkariya gel bikin û cihên bi ewle ji bo wan amade bikin, mîn dibistan û mizgeft. Kamyonek alîkarî ji aliyê Heyva Sor a Kurdî ve di 8’ê Sibatê de gihîşt taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Di nava pêdiviyan de gelek amûrên jiyanî û gerimbûnê hebû ku ev yek gel kêfxweş kir. Em herî dawî jî dibêjin em ê ji bo parastina gelê xwe seferber bin û nahêlin zirar bighêje wan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar