Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dorpêça li ser Mexmûrê 118 roj in didome

Dorpêça ji aliyê rêveberiya Hewlêrê ve li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatiye danîn, 118 roj in didome. Waliyê Hewlêrê îdia kiribû ku dorpêç nîne û alîkariya wargehê dikin, lê rayedarên Mexmûrê dibêjin ku tu alîkariyek nehatiye dayîn

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve piştî kuştina berpirsê MÎT’ê Osman Kose ya li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê, di bin dorpêçê de ye.

Dorpêça ji aliyê rêveberiya Hewlêrê ve hatiye danîn, îro ket roja 118’an. Waliyê Hewlêrê Firset Sofî di 18’ê cotmehê de li ser pirsek rojnameger a derbarê mijarê de, îdia kiribû ku dorpêç nîne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî alîkariya wargehê dike.

Lê zanyarî û daneyên ku rayadarên wargehê dane gotinên waliyê Hewlêrê vala derdixin.

Pirsgirêkên tenduristiyê

Li gorî agahiyên rêveberiya Mexmûrê, ji roja destpêkirina dorpêçê heta niha şêniyên kampê ji bo çareserkirina pirsgirêkên tendûristiyê nikarin biçin Hewlêrê. Ji ber dorpêçê heya niha 5 di zikê dayikê de 6 zarok jiyana xwe ji dest dan.

Saziya Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmurê) diyar kiribû ku êdî di peydakirina dermanan de astengî derketine, dermanên pêwîst ji bo nexweşan nayên peydakirin.

Li gorî Komîteya Pêwendiyên Derve, 2 hezar kesên ku ji bo debara malbatên xwe li Hewlêr û bajarên din ên başûrê Kurdistanê dixebitîn, ji ber dorpêçê bêkar man û êdî nikarin biçin ser karên xwe.

Hewldanên ji bo rakirina dorpêçê

Ji bo rakirina dorpêçê, Meclisa Gel a Mexmûrê û Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargehê, li gel sazî, rêxistin û parlementeran re peywendî çêkirin. Komîteya Têkiliyên Karê Derve heta niha bi Qeymeqamê Navçeya Mexmûr, parlamenterên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên ji hîzbên Tevgera Goran, Komalî Îslamî, Nifşê Nû û Yekgirtû Îslamî, Saziya Xaça Sor a Navneteweyî, Desteya Rêveber a Sentera (navenda) Girîngîdayîna Demokrasiyê ya Mafê Mirovan, Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê, saziyên mafê mirovan, rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) re peywendî çêkirine.

Her wiha Komîteya Peywendiyên Derve nameyek ji Serokê PDK’ê Mesût Barzanî, dayikên aştiyê jî, ji Serokomarê Iraqê Berhem Salih re name şand.

Li aliyê din şandeya hevserokên HDP û KCD’ê û parlamenterên jin ên HDP’ê di hevdîtina xwe yên li başûrê Kurdistanê de daxwaza rakirina dorpêçê kirin. Dîsa şandeyek ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê, şandeyek ji herêma Xweser a Katalonya ya Îspanyayê serdana wargehê kir.

Dorpêç didome

Li hemberî îdiayên ku dibêjin dorpêç rabûye, mamosteyên Wargeha Mexmûrê Zibeyîr Kara, Hazim Şirnexî, Şirîn Yaman û bijîşk Medya ji Rojnews re axivîn.

Endamê Komîteya Perwerdeya ya Dibistanên Wargeha Mexmûrê Mamosta Zubeyîr Kara diyar kir ku dorpêça li ser wargehê hêz didome û ev tişt anî ziman: “Di tu qanûnên cîhanê de tiştek wiha nîne. Dorpêç bê sedem û dijî qanûnan tê meşandin. Em dibin şahidên gelek nexweşên ku ji wargehê derdikevin û ji aliyê asayîşên PDK’ê ve tên vegerandin. Ev jî dibe sedem ku bandorek neyînî li ser jiyana şêniyên wargehê çêbibe. Di aliyê xebatên dibistanê de jî rojane pêdivî çêdibin. Li wargehê 13 dibistan û bi giştî 3 hezar û 500 xwendekar hene. Lê ji ber astengiyan xwendekar nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Em nikarin wekî tê xwestin ji bo dibistanên xwe xizmetê bikin. Her wiha hejmarek xwendekarên me yên ku li bajarê Hewlêrê li zanîngehê dixwînin hene, lê di bin zexta asayîşa Hikûmeta Hêrêma Kurdistanê de ne. Asayîşa PDK’ê ji bo her xwendekarekî/ê belgeyek çêkiriye û bi wan dane îmzekirin. Li gorî naveroka belgeyê, divê tev li çalakiyan nebin. Dibêjin; ‘her roja ku me we vexwendin asayîşê, divê hûn li vir amade bibin.’  Yanî xwendevanên me yên li wir zanîngehê dixwînin bi van zextan re rû bi rû ne. Bivê nevê ev yek bandoreke pir neyînî li ser xwendevanên me yên di nava wargehê de jî dike. Tevî vê yekê jî waliyê Hewlêrê birêz Firset Sofî dibêje ‘li ser wargehê tu dorpêç tuneye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû pêdiviyên kampa Mexmûrê pêk tîne û hewla wê jî heye ku bide pêkanîn.’ Em jî bang li birêz Sofî dikin ku bila şandeyekê ava bike, bila werin serdana wargehê bikin û bi xwe bibînin ka şêniyên wargehê di çi rewşê de ne. Bila bi xwe bên û bi çavên xwe dorpêça ku ev 118 roj in li ser wargehê tê ferzkirin bibînin.”

Bang li rayaderan kir

Endamê Meclisa Gel a Wargehê Hazim Şirnexî destnîşan kir ku dorpêça li ser wargehê 4 mehan li pey xwe hişt û wiha got: “Weke meclisê me gelek caran xwest bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rakirina vê dorpêçê hevdîtinan bikin. Lê heya niha jî tu agahî nedane me û sedemê dorpêçê jî ji me re aşkera nekirine. Ev 25 sal in ku em li ser xaka başûrê Kurdistanê dijîn, lê heya niha me rojekê jî ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê pirsgirêk çênekirine. Bi taybetî jî waliyê bajarê Hewlêrê Firset Sofî bi gotina ango li ser wargehê tu dorpêç nîne, tu pirsgirêkên hat û çûna wargehê nîne. Em bang li birêz Sofî dikin ku rojekê bê xala kontrolê û pirsa rewşa şêniyên Mexmûrê bike. Qeymeqamê navçeya Mexmûrê ya girêdayî PDK’ê û asayîşa giştî ya Hewlêrê agahiya wan ji dorpêçê heye. Aşkera ye rayedar û berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê agahiya wan ji hev nîne. Em bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku demildest çareseriyekê ji bo vê dorpêçê bibine û rê li ber gelê penaber vekin.”

Nikarin xizmetê bidin gel

Li ser navê Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şîrîn Yaman jî ev tişt anî ziman:        Ev 25 sal in ku em penaber bûne. Ev zêdetirî 20 salan e em li Mexmûrê dijîn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê tu carî em qebûl nekirine. Ev 4 meh in ku dorpêçeke girankirî li ser wargeha penaberan tê ferzkirin. Weke şaredarî di aliyê xizmetguzariyê de em gelek zehmetiyan dikişînin. Ji ber ku kar û xebatên me xizmetkirina gel e. Lê ji ber ku rê nîne, em nikarin pêdiviyên gel bi cih bînin. Em di werza zivistanê de ne û pêwîsteya me bi gazê heye. Her wiha di aliyê xizmetguzariya rê, mazot, av û dabînkirina elektirîkê de em pirsgirêkan dijîn.”

Li wargehê pirsgirêka dermanan heye

Herî wiha bijîşk Medya jî têkildarî dorpêçê wiha axivî: “Ev nêzî 118 roj in em di aliyê anîna derman, rakirina nexweşan û hatin û çûnê de zehmetiyan dikişînin. Gelek nexweşên ku dest û lingên wan şikestîbûn û pêwîstiya wan bi dermankirinê (emeliyat) hebûn lê asayîşa PDK’ê astengî derxist û rê nedan ku derbasî nexweşxaneyan bibin. Jineke ducanî ku pêwîstiya wê bi emeliyatê hebû lê ji ber astengiya asayîşa PDK’ê pitika wê mir. Her wiha ji ber ku dayikeke din a ducanî li benda kontrolê demdirêj hate ragirtin, pitika wê jî mir. Heya niha 5 dayikan pitikên xwe û dayikekê jî zaroka xwe ya 5 mehî ji ber astengiya rê ya ku asayîşa PDK’ê çêdikin, winda kirin. Ev 118 roj in ku dorpêç li ser Mexmûrê tê ferzkirin. Kesek nikare biçe kar, xwendekarên me nikarin biçin dibistanên xwe, nexweş nikarin biçin nexweşxaneyan. Niha Mexmûr weke girtîgeheke servekirî lê hatiye. Ez ji waliyê Hewlerê daxwaz dikim ku bê Mexmûrê, rastiyan bibîne.” MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar