Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Dorpêça li ser Mexmûrê 2 meh li pey xwe hişt

Ambargoya ku PDK’ê daniye ser Wargeha Penaber a Mexmûrê, 2 meh li pey xwe hişt. Ji ber ku destûr nayê dayîn ku gel biçe nexweşxaneyan, heta niha 2 dayikên ducanî zarokên xwe winda kirin û rivîka kor a nexweşekî jî teqiya. Berxwedana Dayikên Aştiyê ya ji bo rakirina ambargoyê jî di roja 15’emîn de didome

Di 17’ê tîrmeha îsal de li restoranta Hoqqabaz a li Hewlêrê, berpirsyarê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose hate kuştin. Piştî vê bûyerê jî rêveberiya Hewlêrê rêya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) girt. Dorpêça li ser wargehê 60 roj li pey xwe hişt. Hemû hewldanên ji bo rakirina dorpêçê jî bêencam dimînin. Ji bo rakirina vê dorpêçê, Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê jî li ber noqteyeke asayîşa PDK’ê ev 15 roj in li ber xwe didin.

Meclisa Gel a Mexmûrê û Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya Wargehê têkildarî mijarê heta niha bi gelek sazî, rêxistin û parlamenteran re hevdîtin kirine. Di vê çarçoveyê de komîteyê bi qeymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed, rêveberê Tevgera Goran Celal Cewherî, parlamenterê Herêma Kurdistanê yê ji Komala Îslamî Kurdistan Soran Omer, parlamenterê Nifşê Nû Mem Bûrhan, parlamenterê Tevgera Goran ê Parlamentoya Iraqê Kawa Mihemed, parlamenterê Yekgirtû Îslamî yê Parlamentoya Iraqê Dr. Mûsene Emîn, bi endamê Saziya Xaça Sor a Navneteweyî yê Silêmaniyeyê, endamê Desteya Rêveber a Sentera (Navenda) Girîngîdayîna Demokrasiyê ya Mafên Mirovan Awat Mehmûd Pîr Weysî û şêwirmendê serokomarê Iraqê Salar Mehmûd re hevdîtin kirin. Her wiha bi saziyên mafên mirovan û rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) re jî hevdîtin kirin.

Xwestin bi Barzanî re bicivin

Di hevdîtinan de komîteyê xwest ku dorpêç bê rakirin û şandeyeke ji Parlamentoya Iraqê biçe Wargeha Mexmûrê. Şandeyên HDP û KCD’ê jî di serdanên xwe yên li Başûr de ji rayedaran xwest ku vê dorpêçê rakin. Lê tevî van hewldanan jî dorpêç hê jî didome. Komîteyê di heman demê de ji serokê giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî re nameyek şand. Di nameyê de komîteyê ji Barzanî xwest ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê bila bi tevlêbûna 15 rûspiyan li wargehê hevdîtinek bê amadekirin.

Serdanên şandeyan

Li hêla din ji bo şopandina dorpêçê, ji Herêma Xweser a Katalonya ya Îspanyayê şandeyek hate Mexmûrê. Her wiha şandeyeke Tevgera Civaka Azad a Kurdistanê (Tevgera Azadî), şandeyeke ji parlamenterên jin ên HDP’ê, şandeyeke ji xelkê başûrê Kurdistanê û şandeyeke ji Lijneya Herêmên Binakok a Parlamentoya Başûrê Kurdistanê jî serdana Mexmûrê kirin.

Rewşa nexweşan

Ji ber dorpêça li ser wargehê, 2 jinên ducanî nekarîn biçin nexweşxaneyê û zarokên xwe winda kirin. Dîsa rewşa nexweşeke apandîsê (Rivîka kor) giran bû lê li noqteya asayîşê ya di ketina Hewlêrê de hate astengkirin. Piştî ku apandîsa wî teqiyayî û xetereya mirinê rû da, destûr hate dayîn ku bikeve bajar. Her wiha gelek nexweş jî hene lê nikarin biçin Hewlêrê.

Herî dawî Saziya Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyeke çapemeniyê dabû diyar kirin ku êdî di peydakirina dermanan de astengî derketine û dermanên pêwîst nayên peydakirin.

Karker bêkar man

Ji ber şert û mercên heyî gelek mexmûrî diçin Hewlêr û bajarên din ên Başûr dixebitin. Lê ji ber dorpêçê, bê kar mane.

Çalakiya Dayikên Aştiyê didome

Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê jî tevî şert û mercên dijwar, ev 15 roj in li ber noqteya asayîşa PDK’ê li ber xwe didin. Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê tu bersiv nedana dayikan. Dayik diyar dikin ku heta ku dorpêç bi dawî nebe dê çalakiya xwe jî bi dawî nekin. Rê nayê dayîn ku tu kes biçe serdana dayikan. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar