Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Dorpêça PDK’ê ya li ser Mexmûrê didome

Piştî kuştina berpirsyarê MÎT’ê li Hewlêrê, PDK’ê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xistiye dorpêçê. Ji bo rakirina dorpêçê, komeke ji endamên Dayikên Aştiyê li ber noqteya asayîşê ya PDK’ê dest bi çalakiyê kir

Di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restoranta Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose di êrîşekê de hatibû kuştin. Piştî vê bûyerê jî wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û ev 47 roj in di bin dorpêça hêzên asayîşê yên PDK’ê de ye. Îro jî Dayikên Aştiyê xwestin ku weke şandeyekê serdana berpirsên asayîşa Hewlêrê bikin. Lê dayik dîsa ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatin astengkirin.

Dayikan xwestin ku daxwazên xwe ji hêzên asayîşê re vebêjin lê hêzên asayîşê ev daxwaz red kir. Piştre dayikan xwestin bi berpirsê xala kontrolê re hevdîtinek bikin lê dayik hatin astengkirin, rastî heqaret û êrîşê hatin. Piştre dayikan li ber deriyê asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Çalakî berdewam dike

Der barê mijarê de hevseroka Şaredariya wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Leyla Îlhan ji Rojnewsê re axivî û ev tişt anî ziman: “Me xwest em duh bi waliyê Hewlêrê û wezareta navxweyî re hevdîtinê bikin. Ji bo vê jî me agahî da qeymeqamê Mexmûrê. Duh bi şev derdorê saet 22:00’an asayîşê ji me xwest ku em çalakiya xwe bi dawî bikin. Hinek hewldanên tundiyê bi kar anîn da ku em çalakiya xwe dawî bikin. Lê me çalakiya xwe bi dawî nekir.”

Îlhan destnîşan kir wan careke din bi qeymeqamê Mexmûrê re têkilî danîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji me re gotin ku dê sibe hevdîtinekî bi wezareta navxweyî re bike û şandeyeke ji Mexmûrê jî dê biçe wir. Lê heya niha tu agahiyek nedane me. Qeymeqam jî venegeriya ye Mexmûrê. Çalakiya me dewam dike.” MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar