Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dostaniya eşîrên Behdînan û Soran ya li gel Barzaniyan bi dawî dibe’

Di dosyayeke rojnameya Jiyan de bi awayeke berfireh behsa nakokiyên navbera eşîrên herêma Soran û Behdînanê li gel malbata Barzanî hatiye kirin. Di dosyayê de têgotin, dawî li dostaniya navbera eşîrên herêma Soran û Behdînan li gel malbata Barzanî û PDKê tê

Di hejmara 102 ya Rojnameya Jiyan de raporek bi navê, Eşîretên Behdînan û Soran lihevkirina sedsalê ya li gel malbata Barzanî bi dawî dikin weşand. Di raporê de behsa nakokiyên eşîrên Behdînan û Soran yên li gel malbata Barzanî tê kirin û zanyariyên girîng parve dike.

Di raporê de wiha tê gotin: Ev demeke Biradostî li ser pirsgirêkên xwe yên li gel malbata Barzanî girtine. Di şorepa Îlonê de yek ji wan eşîran bûn ku piştgiriya Mela Mistefa Barzanî dikirin. Dema başûrê Kurdistanê azad bû hikûmeta nû hate damezrandin ew jî beşek bûn ji hêzên PDKê û di vê çarçoveyê de hêzên leşkerî yên Sîdekanê bixwe rêxistinkirin. Lê niha rewş gelek hatiye guhertin. Hem nêrîna Biradostiyan li beramber PDKê hatiye guhertin hem jî êdî weke berê ne dostên samîmî yên PDKê ye. Serok eşîrê Biradostiyan Kerîmxanê Biradostî di sala 2012 de ku koça dawî kir, kurê wî Mîr Selam Kerîmxan Biradostî kete dewsa bavê xwe.

Di dewama dosyayê de wiha têgotin:PDK ev demeke ji Biradostiyan nîgerane. Piştî bûyera Hokkabaz a Hewlêrê hemû giraniya xwe dane ser Biradostiyan û kurê Kerîmxan jî bi tohmeta peywendiya wî bi bûyerê re heye girtine.

Li gorî rojnameyê, PDK bi girtina kurê Kerîmxan re xwestiye tol ji malbata Kerîmxan rake ku ji PDKê dûr disekine û wiha dirêjî bi dosyayê dide: PDK xwest bi girtina kurê Kerîmxan tol ji malbata Kerîmxan rakin, ji ber nêzî PDKê nîne. Heta dixwazin malbata Kerîmxan ji Biradostiyan qut bike û malbatê ji mîrîtiyê bixin. Ji ber dizanin mala mîr destûr nadin PDKê wer nêz bibe.

Rojnameya Jiyan dibêje, tevî ku malbata Mîr Kerîmxan ji bo bûyera Hewlêrê tê tawanbar kirin jî heya niha bêdengî hilbijartine û wiha pêde diçe: Tevî planên Parastina PDKê malbata Mîr Kerîmxan ji bo bûyera Hewlêrê bêdengî hilbijartiye û heya niha jî Selma mîr Kerîmxan ti peyamek ne daye. Tenê Fexrî Kerîmxan Biradostî  derbarê bûyerê de ji bo Biradostiyan peyamek daye û gotiye, bersiva kesê nedin û êrîş jî nekin ser kesê.

Her wiha nameya Serok Eşîrê Herkiyan jî di dosyayê de tê bibîrxistin û wiha hatiye nivîsîn, Serok Eşîrê Herkiyan Cewher Mihyedîn nameyek belav kiriye û bi awayeke vekirî behsa zilm û zora ku li ser endamên eşîrê tê kirin kiriye. Serok eşîrê Herkiyan peyamên vekirî daye PDKê û dibêje:Dest di deynin ser erdê me, gelek ciwan û endamên eşîreta me ku parastina mafê xwe dikirin û li Şengalê heta Kerkûkê li dijî DAIŞê şer kirine jî binçavkirin.

Di têde behsa şerê malbatî yê navbera Herkî û Zêbariyan ku berê niha du mehan rû dabû jî têkirin û wiha têgotin; Eşîreta Zêbarî û Herkiyan berê niha du mehan di navbera wan de pirsgirêk û şereke malbatî rû da. PDK li gel Zêbariyan sekiniye û gelek endamên eşîra Herkiyan binçavkiriye. Lê serok eşîrê Herkiyan di maneya xwe xwede dibêje, Ew wisa difikirin ku emê li beramber binçavkirin û dest danîna ser erdê xwe bêdeng bimînin. Lê ji vêya şûnve êdî li beramber tu zext û zilmekî em ê bêdeng menînin û em ê vê sîstema zilimkar jî qebûl nekin.

Rojnameya Jiyan namaya serok eşîrê Herkiyan weke pêxistina fitîla nakokî û şerê bi malbata Barzaniyan re dest digire  û têgotin wê ev bandoreke zehf mezin li dostaniyan navbera Herkî û Barzaniyan bike.

Li roînameyê ne tenê eşîreta Herkî û Biradostiyan gelek eşîrên din yên berê peywendiyeke wan a baş li gel Barzaniyan hebû, niha bi malbat û eşîra Barzaniyan re nakokin û wê ew jî ji vê şûnde bêdeng nemînin.

Rojname diyar dike ku PDK niha ji herdêmê zêdetir zilmê li eşîrên herêmê dike û wiha dinivîse, Îro ji her demê zêdetir zilm li eşîretan tê kirin. Ji ber PDK dixwaze nêrîna hemû serok eşîr û endamên eşîran li gel yê malbata Barzaniyan bigunce û nakok nebe. Her wiha naxwaze ev eşîr li Behdînan û Soran ser êşî ji bo wan çêbikin. Lê beşek ji van eşîran naxwazin bi zorê tiştên ku PDKê dixwaze pêk bînin û bikevin nava rewşeke wisa de.

 Di dewama dosyayê de têgotin ku dibe, piştî eşîreta Herkî û Biradostiyan eşîrên din jî nerazîbûnên xwe yên dijî PDKê eşkere bikin û vêya jî weke hilweşandina peymana sedsalekî li gel malbata Barzanî û eşîra wî de ye.

Nakokiyên eşîran yên li gel PDKê weke metirsiyek ji bo desthilata PDKê bi nav dike û dibêje, Rewşa heyî her diçe metirsiyê ji bo PDKê çêdike. Ji ber vê îhtîmaleke mezine ku di pêşerojê de eşîret helwest li dijî PDKê nîşan bidin û rojname îddîa dike ku ji bo PDK nerazîbûnên dijî xwe sivik bike, divê şer di navbera eşîran de derxe.

Di dosyayê de têgotin peywendiyeke xurt a malbata Mîr Kerîmxanê Biradostî li gel Amerîka, Birîtanya û Almanya heye û PDK jî van peywendiyan weke peywendiyên metirsîdar bi nav dike û dibêje, Li gorî şîroveyên çavdêrên siyasî kuştina Osman Kose, plana Tirkiye û PDKê bû, ji bo ew astengiyên li pêşiya Tirkiyê ya li herêma Biradostê heye nemîne û herêm bikeve bin kontrola Tirkiye û PDKê.

Di dewamê de têgotin ku eşîreta Biradostî li ser malbata Xane û Lolahiyan dabeş bûye û têgotin ku malbata Lolanî zêdetir nêzî PDKê ye. Wiha behsa malbata Lolaniyan têkirin, Malbata Şêx Hisên Hacî Mihemed Lolanî zêdetir nêzî PDKê ne. Kurê Şêx Hsiên Hacî Mihemed yê bi navê Erşed Hûsên parlementerê PDKê ye. Zêdan Reşîdxan Awdel jî parlementerekî din yê herêmê li ser lîsteya PDKê ye. Jixwe parlementerê PDKê berê niha li gundê Bermîze yê Biradost, pêşiya leşkerên Tirk ketibû.

Hêjayî bibîrxistinêye demek berê niha li ser televîzyoneke PDKê heqaret li eşîra Rêkaniyan jî hatibû kirin û ji wan re hatibû gotin, Çete ne. Li ser vê yekê endamên eşîrê ser tv de girtibûn û nerazîbûn nîşan dabûn. Ji ber raperîna Şêladizê zêdetir ji endamên eşîreta Rêkaniyan pêkdihat, ev jî bûbû sedema hêrsbûna PDKê û ji ber vê jî timî endamên eşîrê tên binçavkirin û gef li wan tê xwarin.

Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar