Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dostê gelê kurd Demond Tûtû jiyana xwe ji dest da

Yek ji sembolên têkoşîna li dijî rejîma Apartheîd a li Afrîkaya Başûr, oldar û dostê gelê kurd Demond Tûtû di 90 saliya xwe de wefat kir

Navenda Nûçeyan |

Serokkomarê Afrîkaya Başûr Cyrîl Ramaphosa ragihand ku oldar Demond Tûtû jiyana xwe ji dest daye.

Ramaphosa bi navê ‘Xelkê Afrîkaya Başûr’ êş û xemgîniyan xwe parve kir.

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1999’an serpîskopos Tûtû bi piştgiriya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê jî dihat naskirin.

Tûtû ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya diyalogê di mijdara 2012’an de Înîsiyatîfa Aştiyê ya Navneteweyî ragihandibû. Yên ku destpêkê mohra xwe danîn bin vê înîsiyatîfê jî lîderê rûhanî yê Tîbetê Dalaî Lama, Serokê Sînn Feînê Gerry Adams, ji serokên berê yên DYE’yê Jîmmy Carter bû.

Tûtû ku sala 2014’an dema ku êrîşên dagirkeriyê li ser Kobanê hat destpêkirin, li cem kurdan cih girt û beşdarî konferansên kurd ên li Parlamentoya Ewropayê bûbû. Demond Tûtû ku di heman demê de pêşengî ji lidarxistina van konferansan re dikir, sala 2018’an pêşengî ji Trîbûnal a Navneteweyî re kir ku dewleta tirk lê hat darizandin.

Tûtû yek ji aktorên girîng ên kampanyaya ‘Dema wê hatiye’ bû ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Yek ji 50 Xelatgirên Nobelê bû ku sala 2019’an li dijî tecrîdê bang kir.

Herî dawî di nîsana 2021’ê de bi navê Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê mohra xwe danîbû bin nameya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar