Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dostê wî Qeter jî ji dest diçe!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Ji her alî ve aşkera bû ku bi tenê dostê R.Erdogan Emîrê Qeterê mabû û hema hema ji aliyê aborî ve bi temamî pişta xwe spartibû dolarê Emîr Şex El Sanî. Lê di 5.1.2021 de, li bajarê El-Ulayê Erebistana Siûdî, Emîrê Qeterê û endamên Konseya Hevkariya Kendavê li hev kombûn û peymanek îmze kirin.

Wezîrên derve yê tirk û fars, hema bi lez, xwedê giravî ji bo vê lihevhatinê dilxweşiya xwe nîşan dan! Lê li gorî şîroveyan, ev pêkhatin û hevpeyman, bi giranî dijî berjewendên tirk û farsan e. Ji ber tê gotin ku ev lihevhatin û hewldanan, hemû amadekariyên ji bo pêşewaziya dema J.Biden e.

Siyaseta Biden jî tê zanîn ku çendîn dijberî siyaseta R.Erdogan û Îranê ye. Daxuyaniyên dilxweşiya wezîrên Tirkiye û Îranê, dişibe weke mirovê hêza terê nedikir û malê xwe ji dest diz derbixe, digot “bila xêra dê û bavê min be”!

Ji niha ve çokên R.Erdogan dilerize û nizane ew ê çi bike, da ku karibe xwe bi Biden jî bide qebûlkirin. Tê gotin ku Aliyevê Azerbeycanê dixe navbênkar ji bo ku wî û Netanyahu lihev bîne, di navbera wan de aştiyê çêbike û hwd! Heman hewldan ji bo Erebistana Siûdî û Misrê jî heye.

Lê xwedê zane van hewldanên wî nikare bigihê armancên xwe. Ji ber ku R.Erdogan, berê li ber xwe gelek fireh kiriye û hêza xwe belawela kiriye. Êdî çavên wî dirandiye pîneyan nagire. Bawerî û giraniya wî li cem kesî nema ye. Ne li derve, ne jî li hundur nema dikare xwe ragire.

Ji derve cezayên ku YE’yê bide, hiştine li hêviya rêveberiya Biden. Ew jî di 20’ê çileyê de,  ji Trump rêveberiyê werdigire. Jixwe di koma/qebîneya wî ya rêveberiyê de, mirovên ku xêra R.Erdogan bixwaze diyar nake, berovajî, kesên jê ne razî zêde ne. Her wiha cezayên ku DYE jî bide R.Erdogan, di rêzê de rawestiya ye. Berat Albayrak ê zavayê winda ye, bi ku ve reviya ne diyar e.

Gelo ma ne ji tirsa ketine xwe ye ku ewqas zordariyê, êrîşkariyê û zilmê zêde dike? Heta êdî zagon û exlaq jî nema nas dike, sînor ji êrîşên xwe yên ser gel û hemû civakê re nehiştiye.

Berî niha ji bo bala raya giştî ji hundirê welat dûr bixe, bi giranî êrîşên xwe yên derveyî Tirkiyêyê zêde dikir. Belê wisa lê hatiye, êdî nema dikare weke berê êrîşî derve bike, lewma giraniya êrîşên xwe berdayî ser Kurdistan û Tirkiyeyê. Ew çûyîna mala Bahçelî jî dibe ku ji bo vê mijarê be.

Jixwe çawa li derve dostên wî namîne, li hundir jî xelas dibe. Li derve bi tenê dostekî wî yê sixte Putin maye, lê ew jî bêdeng e niha, dibe ku ew jî bi pirsgrêkên xwe ve lebikî ye. Li hundir, bi tenê Bahçelî û bibore Perînçek jî heye. R.Erdogan û Bahçelî bi hev re, xwe avêtên dexlê Meral Şener, lê xuya ye bi ser neketin. Diyar dibe ku ketiye çi halî û bêçaretiyê!

Ew çeteyên wî yên li Idlibê û cihên din ên dagirkiriye jî, êdî nikare weke berê derxe bazarê û bifiroşe. Her wiha koçberên ku kişandibûn cem xwe, ji bo ku li ser wan jî bazirganiyê bike, xwedê zane ew jî nema pere dike û hemû bi hev re, li ser wî bûne bar û li serê wî bûne bela!

Bêgûman hewldanên xwe, êrîşên xwe yên talankeriyê û dagirkeriyê yên li ser her çar parçeyên Kurdistanê nedaye rawestandin. Lê weke dixwaze nayê meşandin û nikare bide meşandin. Ji ber ku gelê me û Tevgera Azadiyê, li her çar parçeyan û li derveyî welat berxwedan û têkoşîna xwe ya bi rûmet, bênavber dewam dike. Jixwe derbeya bingehîn ji vir ve dixwe û diyar dibe ku êdî hilweşandina desthilatiya wî, ji her alî ve jî tê xwestin û ketina wî nêz dibe.

Nûçeyên Têkildar