PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Dosya: Berxwedana Dêrsimê -1

Bi sedan sal in Dêrsim li berxwe dide

Ji sala 636’an şûn ve hêzên îslamî berê xwe didin Kurdistanê. Gav bi gav, herem bi herem erdnîgariya Kurdistanê tê dagirkirin û bîrdoziya îslamî bi darê zorê, bi komkujî û bi qirkirinan li ser civaka kurd tê ferzkirin. Di sala 639’an de piştî dorpêça 6 mehan bi dagirkirina Amedê re dagirkerî ber bi bakurê Kurdistanê ve belav dibe. Di sala 652’ an de dagirkeriya hêzên îslamî digihêje bajarê Meletiyê.

Beriya îslamiyetê civaka kurd bi bîrdozî û felsefeya Zerduştî ve girêdayî ye. Di wê serdemê de felsefeya Zerdeştî felsefeyeke herî pêşketî û herî ronakbîr e. Pêdiviya kurdan bi bawermendî û bi bîrdoziyeke nû tune ye. Lewre civaka kurd di serî de îslamiyetê webûl nake. Li dijî bawermendiya îslamî hetanî dawiyê li berxwe dide. Pêvajoya misilman bûna civaka kurd nêzikî 200 salî berdewam dike.

Bi hatina îslamiyetê re civaka kurd dibe sê parçe

Kurdên Dêrsimê jî wekî hemû kurdan bi awayeke herî xurt bi felsefeya xwe ya zerduştî ve girêdayî dijîn û pêdiviya wan bi bawermendiyeke nû û bîrdoziyeke nû tune ye. Lê dibînin ku hêzên îslamî kuderê dagir dikin ji bo misilman kirinê komkujî, talan û wêrankeriyê pêk tînin. Dêrsimî ji bo xwe ji wê qirkrinê rizgar bikin navê îslamî li xwe dikin lê ne xeta sinî ya dagirker û talanker û wêranker a ku piraniya civaka kurd qebûl kiriye, xeta muxalîf a Hz. Elî nêzikê xwe dibînin û wê qebûl dikin. Lê esil wî jî sedî sed qebûl nakin jî wê û ji felsefeya xwe ya Zerduştî li gorî xwe sentezek çêdikin û di bin wê sentezê de çanda xwe ya Zerdûştî didin jiyandin.

Bi qebûl kirina xeta muxalîf civaka kurd beşa misilman di bin navê elewîtî û sinî de dibe du parçe. Beşek kurd jî li gel hemû qirkirinan îslamiyetê qebûl nakin û di ya xwe de israr dikin ew jî kurdên êzidî ne. Bi kurtahî bi hatina islamiyetê ve civaka kurd dibe sê parçe. Ew parçebûn bi demê re bi destê dagirkeran tê kûrkirin û her sê beş dibin dijber û dijiminê hevûdu. Ev dijberbûna her sê beşan her tim kêrî dagirkeran tê. Dibê sedem û amûrê qirkirina civaka kurd û dagirkirin û wêrankirina Kurdistanê.

1400 sal e Dêrsim li ber xwe dide

Qebûl kirina xeta îslamî ya muxalîf di destpêkê de belkî hindik be jî kurdên Dêrsimê ji qirkrinên dijwar, talan û wêrankirinê rizgar kiribe lê piştî kûrbûna nakokiyên di navbera xeta şiî û sinî û dest pêkirina şêrê navbera mezheban de herêma Dêrsimê her tim bi êrîşên xeta sinî yên dijawar re rûbirû dimîne. Mirov dikare bibêje ku berxwedana Dêrsimê yê li dijî êrîşan 1400 sal e bênavber berdewam dike.

Lewre li Dêrsimê çandeke berxwedanê ya qedîm û kevnare heye. Bi saya berxwedana xwe ya bê hempa jiyana xwe ya xweser û çanda xwe ya qedîm parastiye. Di parastina wan herduyan de tu carî tawîz nedaye. Êrîş ji kê û ji kuderê hatibe hetenî dawiyê li dijî wê li berxwe daye û berdêlên gelek giran daye.

Di şerê osmanî û sefevî de kurd hevûdu dikujin

Ji ber zêde bûna êrîş û metirsiyên qirkirinên xeta sinî eşirên Dêrsimê neçar dimînin bi rayedarên dewleta Sefavî yên şiî re têkilî danin. Hewl didin bi wê têkiliyê xwe ji qirkirinên xeta sinî bi parêzin. Ev têkilî hetanî 1514’an berdewam dike. Di 1514’an de di şerê osmanî û sefevî yê Ebexê de kurdên Dêrsimê piştgiriya sefaviyan dikin, kurdên sinî piştgiriya osmaniyan dikin. Trajediya herî mezin ewe ku her du dewletên mezin ji bo dagirkirkirina Kurdistanê şer dikin lê kurd jî di bin navê elewîtî û sinî de hevû du dikujin.

Cara yekemîn di şerê Ebexê de xwîn dikeve navbera kurdên elewî û kurdên sinî. Kurdên sinî û kurdên elewî dibin dijminên hevûdu. Piştî şerê osmanî û sefevîyan bi dawî dibe siltanê osmaniyan Yavûz Sultan Selîm berê xwe dide kurdên elewî û wan ji qirkirinê derbas dike. Ji wê rojê şûnde pêvajoya qirkirina elewiyan a bêdawî dest pê dike. Bi dehan caran elewî bi qirkirinên dewleta osmanî ya sinî re rûbirû dimînin. Di wan qirkirinan de kurdên sinî an bê dengin an jî hevkarên osmaniyan e. Di pêvajoya dawîn a osmaniyan de dema ku kurdên sinî serî hildidin û tên qetilkirin îcar kurdên elewî bêdeng dimînin.

Dêrsim bi dehan caran bi qirkirinan re rû bir û dimîne

Piştî ku di sala 1514’an de Kurdistan dikeve bin serweriya dewleta osmaniyan a sinî kurdên herêma Dêrsimê bi dehan carî bi êrîşên qirker re rû bi rû dimîne. Ev êrîş her tim bûn sedema berxwedanên gelek mezin û bêhempa. Mixabin pêvajoyên berxwedanan jî bûn pêvajoyên qirkirinên gelek dilsoj û dilşewat. Di pêvajoya wan qirkirinan de çiyayên Dêrsimê jî wekî hemû çiyayên Kurdistanê her tim bûn parêzgehên Dêrsimiyan. Yên ku bi saya wan çiayayan ji qirkirinan xelas dibûn ancax karibûn di wan çiyayan de jiyana xwe bidomînin.

Împaratoriya osmaniyan ji Împaratoriyên herî mezinên cîhanê yek bû. Gelek bi hêz û bi qudret bû. Berê xwe dida kîjan welatî bi hêsanî dagir dikir û dikir bin serweriya xwe. Tenê nikaribû Dêrsimê fetih bike û serweriya xwe li ser dêrsimiyan ferz bike. Hêz û teknîka wê di erdnîgariya Dêrsimê de bi ser nediket û serweriya wê li Dêrsimê pêk nedihat.

Serweriya osmaniyan li Dêrsimê pêk nehat

Dewleta Osmaniyan li ser hemû herêman dayina bac û leşkerê ferz dikir û bi hêsanî ji wan distend lê tu carî nedikarî dayina bac û leşkerî bi kurdên Dêrsimê bide qebûlkirin û li ser wan bide ferz kirin. Kurdên Dêrsimê di her şert û mercî de û li dijî tevahiya êrîşan statuya xwe xweser a nêzikê azadiyê diparastin. Ev pêvajo ji sala 1514’ an heta destpêka sedsala 19’emîn berdewam kir. Di destpêka sedsala 19’emîn de helwesta osmaniyan a avakirina pergaleke navendî çewa bandorek ne erênî li tevahiya Kurdistanê kir di heman demê de li herêma Dêrsimê jî kir.

Di destpêka sedsala 19’emîn de dewleta osmanî ji bo dawî li statuyên kurdan bîne mudaxaleya mîrekî û begîtiyên kurdan kir. Bi êrîş û qirkirinan mîrekî û begîtiyên kurdan yên herî navdar Baban, Soran û Bedirxanî ji holê rakirin. Ji ber erdnîgariya wê ya qedîm hêza wan têr nekir mudaxaleya Dêrsimê bikin û xweseriya wê tune bikin.

Xweseriya Dêrsimê bûbû kula dilê wan

Hebûna xweseriya Dêrsimê wekî kulekî di dilê wan de mabû. Dewleta osmanî di avakirina pergala xwe ya navendî ya nû de hebûna xweseriya Dêrsimê wekî astengiyeke herî mezin didît. Lewre di her fersendî de di armanca êrîşên wan de Dêrsim hebû û tunekirina xweseriya Dêrsimê hebû.  Ji bo tekûz kirina otorîteya xwe ya navendî dem bi dem gelek êrîşên dijwar birin ser kurdên herêma Dêrsimê, lê hercarî dêrsimiyan bi berxwedanên gelek mezin bersiv dan wan. Êrîşan wan bi cerebeya berxwedanên xwe yên sed salan têk dibirin û xweseriya xwe diparastin.

Ji van êrîşan yek di sala 1860’an pêk tê. Fermandarê osmaniyan yê Erzinganê Mehmet Reşît Paşa ji bo pêkanîna serweriya navendî êrîşê herêma Dêrsimê dike. Êrîşa wî li dijî berxwedana dêrsimiyan bi têkçûneke mezin re rûbirû dimîne.  Neçar dimîne ku gelek çek û çebilxaneyê xwe di cîde bihêle û paşve vekişe. Piştî wê êrîşe gelek fermandarên din yên bi xwe bawer êrîş birin ser Dêrsimê lê tu yek jî bi ser neket. Di wan êrîşên 4 sal dom kirî de dewleta osmaniyan tu encamek bi dest nexist. Her carî bi têkçûnên mezin re rû bir û man û berdêlên giran dan. Dewleta osmanî  piştî têkçûna êrîşên xwe yên çar salan neçar ma plansaziya xwe ya dagirkirin û teslîmgirtina Dêrsimê taloqî demeke din bike.

Di şer de biserneketin dest avêtin siyaseta xwe ya kirêt

Di salên 1870’yan de li Dêrsimê bi qasî 17-18 hezarî hêza leşkerî ya kurd hebû. Ev hêz li gorî demê hêzeke gelek girîng bû. Ew hêz ji tevahiya eşîrên Dêrsimê pêk dihat. Lê yê ku li ser wê hêzê erkdar û bandorker bû Silêman Axa bû.

Dewleta osmanî di 1876’an de Îbrahîm Paşa ji bo fermandariya heremê peywirdar kir. Îbrahîm Paşa keseke jîr û qurnaz bû. Zanibû ku bi şer û bi mêrxasî nikare kurdên Dêrsimê têk bibe. Dest avêt siyaseta xwe ya kirêt. Wekî her carî armanc tunekirina tifaqa eşîran bû. Ji bo wê jî ket nava hewldanan ku di navbera eşîran de nakokiyan derxe û wan li dijî hevûdu bide şerkirin û hinekan bi xwe ve girê bide. Bi kurtahî xwest rêbaza desthiltdaran a “parçe bike û daqultîne” têxe meriyetê. Encax bi wî rêbazî dê karibûya serweriya osmanî li heremê tekûz bike.

Di destpêkê de Îbrahîm Paşa di van polîtîqayên xwe yê kirêt de hinek bi ser ket. Herêma Xozatê bi dest xist. Di wê serdemê de eşîra herî xurt a Dêrsimê eşîra Bextiyaran bû û şervanên herî zêde yên wê hebûn. Heke Îbrahim Paşa eşîra Bextiyaran têxista bin serweriya xwe dê tekoşîna xwe ya dagirkeriya Dêrsimê bi hêsanî bigihanda encameke erênî. Bi wê mabestê êrîş bir ser eşîra Bextiyaran. Şervanên Bextiyaran li dijî êrîşa Îbrahîm Paşa berxwedaneke bêhempa ya ku ew qet ne li bendê bûn nîşan dan. Yekineyên Îbrahîm Paşa bi ser hevde şikestin û Îbrahim Paşa jî dîl ket destê wan.

Piştî dîlgirtina Îbrahîm Paşa dewleta osmanî carek din dît ku bi şer nikare Dêrsimê bike bin serweriya xwe. Neçar ma rêbaza xwe biguherîne. Ew rêbaza nû parçeyeke siyaseta kirêt a Siltan Abdulhamît bû. Siyaseta Abdulhamît di bin navê biratiyê de xapandina civaka kurd esas digirt. “Hamîdiye Alaylari, Aşîret Mekteplerî û hwd.” her yek parçeyekî wê siyasetê bûn. Di sala1891’de bi pêwirdarkirna Zekî Paşa ya li heremê ev siyaseta nû ket meriyetê. Ew siyaseta kirêt a xapînok heta demek ji hêla kurdan ve bi êrênî hat pêşwazî kirin. Di encama wê siyasetê de, hinek serok eşîran zarokên xwe rêkirin Aşîret Mekteplerî û hinek zarokên eşîran di nava artêşa osmanî de peywir girtin.

Eşîra Qureyşan hewl dide Xarpêtê bi dest bixe

Di sala1907’an de dibin pêşengiya serokê eşîrê Qureyşan Elî Çawîş de 4-5 hezar şervanên kurd êrîş birin ser bajarê Xarpetê. Li derûdorê bajêr gelek navend bidestxistin lê di bi destxistina bajar de bi serneketin. Her çiqasî bajêr bi destnexisitibin jî du caran yekineyên artêşa osmaniyan têk birin û derbeyên mezin li wan xistin û vegeriyan Dêrsimê.

Tifaqa eşîran rê li serkeftinên mezin vedike

Sala 1908’an ji bo kurdan destpêka pêvajoyeke nû ye. Di vê salê de li dijî polîtîqayên osmaniyan a parçekirin û dagirkirinê hewldanên tifaq û yekitiya eşîrên heremê pêş dikevin. Eşîrên heremê nakokiyên di navbera hevûdu de didin hêlekî û di nava xwe de tifaqê ava dikin. Bi saya wê tifaqê hêzeke leşkeriya hêja derdikeve holê. Di destpêkê de navçeya Xozate bi destdixin. Xwarin û cebilxaneyên leşkeran hemû desteser dikin. Di heman demê de çek û cebilxaneyên leşkerên herema Şewaxan jî bi temamî desteser dikin. Karmendên dewletên yên li wê heremê hemû ji pêvir tên girtin û di şûna wan de karmendên kurd tên pêwirdarkirin. Demek şûnde serok eşîrê Kêçelanê Keko Axa êrîş dibe ser navçeya Pilemûrê û desteser dike. Leşkerên artêşa osmanî yên li navçeya Pilemûrê hemû dîl tên girtin. Çek, cebilxane û amûrên wanên şer hemû tên desteserkirin.

Piştî wan geşedanan artêşa osmaniyan dikeve nava hewldanên tol girtinê. Bi pêşengiya Neşet Paşayî de li dijî herêma Dêrsimê êrîşeke dorfireh didin destpêkirin. Berxwedana kurd Neşet Paşa û artêşa wî têk dibin. Operasyona artêşa osmaniyan a qerase bitêkçûneke mezin re rûbirû dimîne û belawela dibin. Windahiyên mezin didin. Yên mayî neçar dimînin bi reva rev vekişin Erzînganê.

Di encama her têkçûyinekê de artêşa osmanî dest bi amadekariyên operasyonên mezintir dike. Piştî têkçûna operasyona Neşet Paşa dewleta osmanî ji bo operasyoneke mezintir dest bi amadekariyan dike… (didome)

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar