PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Dosya: Berxwedana Dêrsimê- 2

Ji bo dagirkirinê ji çar hêlan ve êrîşî Dêrsimê kirin

Dewleta osmanî di sala 1909’an de yekîneyên xwe yên Amedê, Xarpet û Kixi yê komî serhev dike û bi hêzeke mezin êrîşî Dêrsimê dike. Şervanên kurd yên ku ji eşîrên Aslan û Beytanê pêkdihatin bi berxwedana xwe derbeyeke mezin li hêzên êrîşkar dixin. Pêşengên yekîneyên artêşa osmaniyan bi temamî tune dikin. Li gelek deveran yekîneyên êrîşkar tên dorpêçkirin û têkiliya wan bi artêşê re tê qutkirin. Piştî demekê artêşa osmaniyan a li heremê bi temamî tê dorpêçkirin.

Fermandarê artêşa osmaniyan Îbrahîm Paşa neçar dimîne xwe bavêje ber bextê bavê Seyît Riza Seyît Îbrahîm û birayê wî Seyît Qasim. Ji bo xwe û leşkerên xwe ji mirinê xelas bike bi tika û lavayan ji wan alîkarî dixwaze. Bi saya alîkariya Seyît Îbrahîm ê bavê Seyîd Riza Îbrahîm Paşa xwe û hinek leşkerê xwe ji mirinê xelas dike û vedikişe Erzinganê.

Îbrahîm Paşa têk çû, dora Xidir Paşa ye

Di sala 1912’an de bi fermandariya Qara Xidir Paşayî de artêşa osmaniyan carek din êrîş bir ser Dêrsimê. Qara Xidir Paşa jî nikarî xwe ji aqûbeta yên beriya xwe rizgar bike. Di vê êrîşê de jî artêşa osmaniyan careke din bi têkçûneke mezin re rûbirû ma. Qara Xidir Paşa bi xwe jî ji hêla berxwedêrên kurd ve dîl tê girtin. Seyît Riza Qara Xidir Paşa efû dike û wî berdide.

Artêşa osmanî ji bo qirkirin û teslîmgirtina kurdên Dêrsimê êrîşê wan dike û tu pîvanan nas nake. Lê kurdên Dêrsimê li dijî êrîşkarên xwe bi nirx û pîvanên exlaqî û bi hestên mirovane tevdigerin.

Ev her du bûyer nîşan didin ku kurd di şert û mercên şer ên herî giran de jî her tim bi nirx û pîvanên mirovahiyê ve girêdayî tevgeriyane. Ev taybetiya civaka kurd a ku ji çanda neolîtîkê tê. Dijmin be jî dema ku têk çûye û ketiye tengasiyê her tim li wan hatine rehmê, lê dijminê wan tu carî li wan nehtine rehmê.

Di şer de bi sernakevin dest davêjin siyaseta xwe ya kirêt

Osmaniyan dît ku bi hêzên mezin jî nikarin li dijî berxwedêriya dêrsimiyan bi ser bikevin. Neçar man navber bidin êrîşên xwe û careke din rê û rêbazên xwe yên kirêt bikin meriyetê. Mîthat Begê kurê Bedirxan Begê Mîrê Botanê wekî berpirsiyarê herêma Dêrsimê peywirdar kirin. Ji ber ku Mîthat Beg kurd bû eşîrên Dêrsimê rêzdarî nîşanê Mîthat Beg dan û demek berxwedanên xwe yên li dijî dewleta Osmaniyan dan rawestandin.

Di wê pêvajoyê de şerê yekemîn ê Cîhanê dest pê dike. Osmaniyan ji bo şer ji dêrsimiyan leşker xwestin. Bêguman bersiva dêrsimiyan ne erênî bû. Ji ber ku bersiv ne erênî bû Mîthat Beg ji peywirê hat girtin.

Hişmendiya Cemiyeta Îttîhat Terakkî tê ser kar

Pêşengê CÎT’ê (Cemiyeta Îttîhat Terakkî) Enwer Paşa, Cemaletîn Efendî yê ji sulaleya Hecî Bektaş di şûna Mîthat Beg de wekî berpirsiyarê herêma Dêrsimê peywirdar kir. Cemaletîn Efendî kesek elewî bû û li herêma Dêrsimê ji bo wî rêzdariyek hebû. Lewre Enwer Paşa xwestibû di vê pêvajoyê de Cemaletîn Efendî ji bo berjewendiyên xwe yên kirêt bikar bîne.

Piştî pêwirdarkirina Cemaletîn Efendî, Enwer Paşayî lijne avakirin, wan lijneyan bi gelê Dêrsimê re hevdîtin pêk anîn. Di wan hevdîtinan de ji bo şerên Cîhanî ji Dêrsimiyan alîkarî û leşker dihatin xwestin. Dêrsimiyan ji bo dayina alîkarî û piştgiriyê şertek danîn û gotin, “Heke em alîkarî bikin hûnê me wek mutefîk bibînin û hûnê agahiya mutefîkiya me bi dewleta alman re jî parve bikin”.  Dewleta Osmanî ev şert qebûl nekir. Dêrsimayan jî xwesteka alîkarî û dayina leşker red kirin.

Siyaseta kirêt bi ser nakeve dîsa vedigerin şer

Piştî ku dêrsimiyan dayîna leşker û dayîna alîkariyê red kirin Mîralay Galatali Şevket Paşa yê ku di Çanakaleyê de Fermandariya artêşa tirk kiribû ji bo fermandariya Dêrsimê hat peywirdarkirin.

Di sala 1916’an de di bin fermandariya Mîralay Galatali Şevket Paşayî de artêşa tirk careke din dest bi êrîşan kir. Di 23’yê nîsana 1916’an de di navbera artêşa tirk û berxwedêrên eşîra Pîlvenkê de şerên dijwar diqewimîn. Di wî şerî de berxwedêrên eşîra Pîlvnekê nekarîn êrîşên artêşa osmaniyan rawestînin. Artêşa Osmanî gundên ku bi dest xistin zarok, jin û pîr û kalên wan gundan hemû qetil kirin. Gund bi tevahî şewitandin.

Tifaqa Eşîran paşve gav dide avêtin

Bi ser wê hovîtiyê re eşîrên Dêrsimê careke din di nava tifaqê de hêza xwe kirin yek û li dijî Mîralay Galatali Şevket Paşayî dest bi berxwedanê kirin. Di heman demê de ji navenda dewleta Osmanî re peyamek şandin. Di wê peyamê de gotin “Heke hesabê wan qirkirinan ji kiryaran neyê pirsîn dê li tevahiya erdnîgariya Dêrsimê dest bi berxwedanê bikin”

Piştî ku artêşa Osmanî û fermandarê wî Mîralay Galatali Şevket Paşayê dîtin ku li dijî berxwedana Dêrsimiyan ketin tengasiyê û nekarin xwe ji hesabpirsînê rizgar bikin fatûreya qirkirinanan li  yekîneyên çerkezan birîn û ew wekî gunehkarên qirkrinanan  diyar kirin. Dêrsimiyan êrîş birin ser Alaya Çerkezan û piraniya wan kuştin. Bermahiyên wan jî revîn çûn bajarê Xarpêtê.

Tifaqa eşîrên Dêrsimê dewleta Osmanî tirsandibû û xistibû nava tirs û fikraran. Rêveberiya dewleta Osmanî ya navendî biryar da ku Mîralay Galatali Şevket Paşa bi tevî leşkerê xwe ve bi lezgînî ji herema Dêrsimê xwe vekişînin. Rayedarên Osmanî di heman demê de soz dan ku dê tevahiya zirar û ziyanê gundiyan bê dayin û dê di dawiya şerê cîhanê de xwestekên dêrsimiyan bi serok û rêberên dêrsimiyan re bên niqaşkirin. Mixabin wekî her carê ew soz jî tenê di gotinê de dimînin.

Şert û mercan destûr neda piştgiriya Koçgirî bikin

Di pêvajoya serhildana Koçgirî de ( 1920-1921) eşîrên Dêrsimê soza alîkarî û piştgiriyê dabûn eşîrên Koçgiriyê. Lê ji ber hinek bê derfetan (wek bê wext destpêkirin, şert û mercên zivistanê û hwd.)  û ji ber hinek tetbîrên dewletê ev soza xwe nekarîn bînin cih. Tenê bi pêşengiya Elîşêr de hinek şervanên kurd bi ser çiyayên Munzûrê re derbasî Koçgiriyê bûn. Lê hêz û derfetên wan têr nekir ku rewşê biguherînin.

Kula dilê osmaniyan derbasî rayedarên komara nû dibe

Belê, wekî ku me hewl da bi kurtasî vebêjin, bi sedan salî tu hêzî nekarî Dêrsimê dagir bike û teslîm bigre. Lewre Dêrsim tu carî neket bin serweriya tu hêzê. Di bin her şert û mercî de xweseriya xwe, azadiya xwe her tim li dijî her cureyên êrîşan parastiye.

Dêrsim çewa bi berxwedana xwe ya azadîxwaz û parêzvaniya xweseriya xwe bi sedan salî bibû pirsgirêka herî mezin a osmaniyan, di destpêka avabûna komara nû de bi kevneşopiya xwe ya dîrokî ya berxwedêr ji bo komara nû jî bibû heman pirsgirêk.

Wekî ku me li jor anî ziman, di serdema osmaniyan de, der û dorên Dêrsimê hemû di bin serweriya osmaniyan de bûn. Lê herêma Dêrsimê wekî giravekî azadiyê xweseriya xwe parastibû. Ji bo komara nû qebûlkirina wê nepêkan bû. Ji bo dewletbûyinê û ji bo domdariya hebûna dewletê û tekûzkirina otorîteya navendî tunekirina xweseriya Dêrsimê ji bo wan xaleke jêneger bû.

Ji destpêka avabûyina komarê şûn ve ji bo tevahiya hikûmetan erk û pêwira yekemîn li Kurdistanê pêk anîna otorîteya komarê bû. Ji bo hebûn û domdariya komara nû pêkhatina otorîteya wan a li hemû erdnîgariya Kurdistanê ji bo wan peywira yekemîn bû. Wan jî dizanî ku dagirkirin, teslîm girtin û pêk hatina otorîteya wan a li erdnîgariya Kurdistanê bi zeft kirin û dagirkirina Dêrsimê pêkan e. Dizaniyan ku hetanî kelheya Dêrsimê hebe û li ber xwe bide dê nekaribin Kurdistanê teslîm bigrin.

Lewre ji bo têkbirina kelheya Dêrsimê dê rê û rêbazên xwe yên hovane û kirêt hemû bikar bianîna û tu pîvan nasnekirina. Rêbazên wekî; qirkirin, mişextkirin, pişaftin, cih û warên wan bi serê wan de wêrankirin, bi hemû rêbazên dermirovî tunekirin û hwd. hemû ji bo rayedarên komara nû rewa bûn. Bi kurtahî rêbazak nehatibe ceribandin tune bû. Dê ev rê û rêbazên bêpîvan, bê exlaq û dermirovî wekî qedera reş li ser civaka kurd bihata ferzkirin.

Dêrsim keleha nasnameya kurd a dawîn bû

Dêrsim; ji bo parastina çanda kurdî, nasnameya kurdî, kevneşopiyên kurdî, keleporên kurdî bi kurtahî di her warî de ji bo parastina hebûna netewa kurd keleha dawîn bû. Lewre ji bo komara tirk jî bidestxistina Dêrsimê û pêve girêdayî tekûz kirina serweriya wê ya li Dêrsimê jê re bi ewqasî giring û watedar bû.

Piştî avakirina komarê, bi taybet jî piştî destpêka serhildana Şêx Seîd komara nû ji bo qirikirina kurdan plansaziyek çêkiribû. Qirkirina Dêrsimê ya 1937’an di vê plansaziyê de xeleka herî dawîn û ya herî girîng bû. Piştî serhildana Şêx Seîd û Serhildana Agiriyê tevahiya erdnîgariya bakurê Kurdistanê di bin potînên artêşa tirk de hatibû eciqandin û civaka kurd ji qirkirinan derbas kiribûn. Kurdên Bakur hatibûn wê astê ku êdî nikaribûn bibêjin em kurd in. Êdî dor hatibû Dêrsimê. Dem dema eciqandin û girtina tola sedsalan a ji dêrsimiyan bû.  Êdî kurdê ku karibe li dijî qirkirina dêrsimiyan deng bike û li dijî operasyonên qirkirinê piştevaniya dêrsimiyan bike tunebû. Lê dîsa jî dizaniyan teslîmgirtina Dêrsimê dê ji bo wan ne hêsan be. Lewre bi tirs û bi fikar bûn.

Ji dagirkirina Dêrsimê bi dehan nûsaf hatin amade kirin

Beriya ku qirkirina Dêrsimê bidin destpêkirin li ser herêma Dêrsimê gelek lêkolîn hatin kirin. Ji taybetmendiya eşîran bigrin heta taybetmendiya erdnigariyê yek bi yek hatibûn nîqaşkirin û hatibûn nivîsîn. Hêza eşîran, çekên destê eşîran, aboriya eşîran, heta sewalên destê eşîran jî yek bi yek hatibûn tespîtkirin.

Di vir de hewce ye em qala naveroka hinek nûsafên ku der barê Dêrsimê de hatine amadekirin bikin. 1926’an de waliyê Amedê Cemal beg, 1930’î de serfermandarê giştî Fevzî Çakmak, 1931 an de wezîrê karê hundir Şukru Kaya ji bo Dêrsimê nûsaf amade kirin. Di wan nûsafên xwe de ji bo qirkirina dêrsimiyan pêşniyarên xwe yên nijadperest ên faşîzane bi awayeke zelal dianîn ziman.

Xeynî wan kesan kesên wekî; Mufetîşê Mulkiyeyê Halîs Paşa, Hamdî Beg, Arîf Beg, Mufetîşê Gîştî yê yekemîn Îbrahim Talî, Arîf Paşa û hwd. li ser Dêrsimê lêkolîn kirin û nûsaf amade kirin. 1931’an de partiya tekaneya Komara Tirkiyeyê CHP ji bo li ser Dêrsimê lêkolînan bike, ji pêşengên xwe yên serekeyan yek Naşît Ulug peywirdar kir. Naşît Ulug di nûsafa xwe de ji bo “Islehkirina Dêrsimê” gelek pêşniyarên xwe yên faşîzaneyên qirker dianîn ziman. Di nûsafê xwe de bi hevokên xwe yên wekî “Dêrsimê heta niha edalet nas nekiriye” bi operasyona xwe ya leşkerî ya qirker qala birina “edaleta” xwe ya ku mafê jiyanê nade civaka kurd dikir.

Komara tirk piştî avabûnê dest bi amadekariyan dike

Ew nûsaf hemû bi me didin fêmkirin ku Komara Tirkiyeyê ya nû piştî avabûna xwe di salên destpêkê de êrîşa xwe ya li dijî Dêrsimê digre dest û dest bi amadekariyan dike. Di sala 1926’an de yanî gelek beriya 1937’an ji bo êrîşa xwe dest bi amadekirina nusafan dike. Dîsa em di nusafan de dibînin ku ji sala 1926’an şûn ve amadekariyên der barê plansaziyên êrîşê bê navber berdewam kirine.

Lê ji ber hinek fikaran êrîşa li Dêrsimê tê taloqkirin û dihêlin herî dawiyê. Ew fikar yek erdnîgariya Dêrsimê bû, ya duyemîn jî hêz û berxwedêriya Dêrsimê bû, ya sêyemîn hêza wê ya ku karibe li Dêrsimê bi ser bikeve tune bû.

Ji berxwedanên Dêrsimê yên berê baş dizaniyan ku mudaxaleya Dêrsimê bi ewqasî nehêsane û girtina encameke serketî jî gelek zehmete. Lewre beriya ku êrîş bibin ser Dêrsimê tevahiya dînamîkên bakurê Kurdistanê hatin eciqandin, hêzên li derûdorên Dêrsimê di pêvajoyên serhildanên Qoçgirî û Pilemûrê de hatin cewisandin û dûre jî êrîşî Dêrsimê kirin.

Di tevahiya Nûsafan de xaleke hevpar hebû

Di tevahiya van nûsafên amadekirî de xaleke hevpar hebû.  Ev xal wisa dihat ziman; “…Dêrsim ji bo komara nû kuleke sereke ye, ji bo ku ev kul mezin nebe û bi xwe re xetereyên mezin neafirîne, çaresrkirineke ji kokê hewce dike, ji bo çareseriyek ji kokê ve jî teqez nişdarî (emaliyat) hewce ye. Rêbaza çareseriyê ew e ku yên ku çekdar in hemû bên kuştin, yên mayî jî ji Dêrsimê bên derxistin û li bajarên Tirkiyeyê bên belavkirin ” Mustafa Kemal bixwe jî ji bo Dêrsimê heman pênase kiribû. Gotibû “…Dêrsim kuleke mezin e hewce ye ew kul ji binî ve bê jêkirin…” (didome)

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar