Berxwedana eşîra Koçanê dest pê dike
Eşîra Koçanê di pêvajoya serhildana xwe ya sala 1926’an de bi êrîş û komkujiyên dijwar re rûbirû mabû û di encam de hatibû eciqandin. Ji ber qelsbûna hêza wê ya leşkerî ji wê salê vir ve bêdeng bû. Lê geşedanên ku li Dêrsimê pêk dihatin bi awayeke zelal nîşan didan ku bêdengî dê wan ji qirkirina artêşa tirk rizagar neke û dê sibê careke din dor were wan. Lewre eşîra Koçanê êdî nikarî li dijî wan komkujiyên hovane bêdeng bimîne û ji bo parastina herêma xwe dest bi berxwedanê dike.
Berxwedana eşîra Koçanê di 21’ê hezîranê de dest pê dike. Di serî de xeta telefonê ya navbera Amûtka û Xozatê dibirin û êrîş dibin ser Qereqola Amûtkayê. Artêşa dewleta tirk li dijî dêrsimiyan gelek xedar û hovane tevdigeriya. Di 22’yê hezîranê de filoyek balefirên şer herêma eşîra Koçanê, gundên Amutka, Tagar, gundê Zeynel, Alîboxazî û derûdorên wan dan ber bombabaranê.
Eşîra Koçanê li Dêrsimê gelek bandorker bû û di heman demê de di şervanî û lehengiya xwe de bi nav û deng bûn. Lewre berxwedana wan xwediyê potansiyeleke xurt bû. Karibû serhildana Dêrsimê carek din zindî bike. Ji ber wan metirsiyan dewleta tirk li dijî serhildana Koçaniyan gelek bi fikar bû. Bi wan êrîşên xwe yên hewayî yên bêpîvan dixwest derbeyên mezin li şervanên eşîrê bixe û demildest pişta wan bişikîne ku berxwedana wan zû bi dawî bibe.
Gundên Koçaniyan yek bi yek hatin şewitandin
Artêşa tirk dît ku tenê bi bombebarana hewayî bisernakeve hêzên xwe yên bejahî jî xistin dewrê. Ji Xarpêt û Yozgatê du alayên din ji bo taqwiyeyê sevqê heremê kirin. Piştî wê teqwiyeyê di navbera herdû eniyan de şereke dijwar diqewime.
24’ê hezîranê d gundên herêma Kalanê gundên Nazika, Birikî û Meraşê ji hêla balefirên şer ve hatin wêrankirin. Di 28’ê hezîranê de gundên; Ali, Midirik, Mitgel, Hotar, Arikî, Tenalî, Mezra Hinkû û Keçanê bi tevî gundiyan ve hatin şewitandin.
Artêşa tirk di 29’ê hezîranê de bidestxistina çiyayê Akbal, çiyayê Sor, çiyayê Zel û girê Tûjik û girê Spî ji bo serkeftinê merhaleyek gelek girîng bidestxistibû. Piştî bidestxistina wan cihên sitratejik êdî karibû bi hêsanî êrîş bibe ser gundan.
Li gorî nûsafa serfermandariya giştî ya fermî di wê pêvajoyê de li herêma serhildanê 60 gund hatine şewitandin. Lê di wê nûsafê de der barê kesên hatinê kuştin de tu agahî tune ye. Tunebûna wê agahiyê bi xwe dijwariya heqîqetê nîşanî me dide. Texmînkirina wê heqîqetê ne gelek zehmete.
Çiyayên qedîm ji kurdan re dibin stargeh
Serhildêrên kurd ên ku ji qirkirinan xelas bûbûn ji bo karibin xwe biparêzin di çiyayên gelek stratejik de bi cih bûbûn. Yên ji eşîra Heyderan û Kor Abasan mabûn di çiyayê Tîmas û Geliyê Raşnakê û derdora wan de bi cih bûbûn. Yên ji eşîra Demanan mayî li Dolû Baba, Kerenko, Aşvaran û derûdora wan, yên ji eşîra Beyît Ûşaxî mayî li başûrê çiyayê Tûjik Baba, yên ji eşîrên Koçanê, Reşik û Sam Ûşaxî mayî jî li geliyê Alîboxazî û derdora wî de bi cih bûbûn. Malbadên wan eşîrên berxwedêran jî di kûrahiya wan çiyayên stratejik de hatibûn bi cih kirin. Ji bo malbatan cihên herî bi ewle heremên, Îksor, Axfanos, Haran û Geliyê Alîboxazî bûn. Piraniya malbatan di wan herêman de hatibûn bi cihkirin.
Serokwezîr Celal Bayar ferman dide
Serokwezirê demê Celal Bayar di 30’ê hezîranê de ji bo ku pirsgirêka Dêrsimê ji “kokê” bê çareserkirin fermanek nû dide. Bi ser wê fermanê re mufetişê umûmiyê 4 emin ji bo dest pêkirina operasyonek nû ferman şand ji serfermandariya herêma Dêrsimê re.
Bi ser fermana Celal Bayar a dawîn re di 1’ê tîrmehê de operasyona nû dest pê dike. Bi destpêkirina operasyonê re wekî her carî dîsa şerek dijwar di navbera herdû eniyan de dest pê dike. Operasyona ku di 1’ê tîrmeha 1938’an de dest pê kir heta îlona 1938’an dewam dike. Di wê pêvajoyê de li dijî kurdên herêma Dêrsimê nîjadkujiyeke mezin pêkhat. Ew nîjadkujî di tevahiya operasyonên dijî kurdan de pêkhatibû. Tenê di encama operasyona 17 rojan a meha îlonê de, li gor nûsafa serfermandariya gîştî ya fermî “7.954 kes mirî an jî zindî ji heremê hatine derxistin”. Heke di nûsafa serfermandariya giştî ya fermî de ew hejmar hatibe nivîsîn rastiya wê êdî hûn texmîn bikin.
Di dawiya 1938’an de berxwedan bi dawî dibe
Di dawiya sala 1938’an de berxwedana gelemperi ya li Dêrsimê bê encam bi dawî dibe. Li gel berxwedaneke bê hempa û berdêlên gelek giranbuha berxwedana kurd bê encam dimîne. Keleha berxwedana kurd a dawîn jî ji hêla artêşa tirk ve tê dagirkirin. Piştî ku keleha berxwedanê tê dagirkirin hişmendiya dewleta tirk a bi zext û zor li heremê serwer dibe.
Li Dêrsimê bi serwerbûna hişmendiya dewletê ya qirker û tuneker ji bo civaka kurd pêvajoya herî tarî û xeternak dest pê dike. Bi kurtahî di warê civakî de pêvajoya serejêrbûna çand û nasnameya kurd dest pê dike. Lewre hewceye dagirkeriya Dêrsimê bi awayeke rast û kûr were şîrove kirin û were fêmkirin.
Li gorî daneyên fermî 15 hezar kes hatine kuştin
Li gor çavkaniyên dewletê, di operasyonên salên 1937 û 1938 an de li Dêrsimê 15 hezar kes hatine kuştin. L.Rambût di pirtûka xwe ya bi navê (Les Kurdes et le Droit, Teh Kurdish Nationolist Movement)’ de, dibêje di wan operasyonan de li derdora 40 hezar kurd hatine kuştin. Gelek dîrokzan di çavkaniyên xwe de hêjmara kuştiyên Dêrsimê di navbera 40 û 90 hezarî de tînin ziman.
Heke mirov hişmendî û pratîka desthilatdarên tirk a qirker a sed salan bifikire û pêve girêdayî kirinên wanên pêvajoyên serhildanên Şêx Seîd, Agirî û geliyê Zîlanê bîne ber çav mirov dikare bibêje ku ew hêjmar ji 40 hezarî gelek zêdetir e. Dêrsimiyên ku şahediya wan qirkirinan kirine û ji mirinê rizgar bûne di axaftinên xwe de qala 50-90 hezar kuştiyên ku ji jin, zarûk û pîran pêk tê dikin. Ev hêjmar rasteqîniya hêjmara qirkirina Dêrsimê vedibêjin. Lê hêjmara teqez wê tu carî neyê zanîn.
Di dawiya serhildanê de serfermandarê artêşa tirk ê giştî di nirxandina xwe de ev hevokên watedar dianîn ziman “Li Dêrsimê yên ku di plansaziya berxwedanê de cih girtinê û pêşngiya berxwedanê kirine tevahî hatinê bi destxistin û yên ku sax mane ji heremê hatine derxistin. Ji vir şûnde yên ku karibin careke din cesareta fikirîna serhilda û berxwedanê bikin û ji berxwedanê re pêşengî bikin li Dêrsimê nemane.” Tiştê ku serfermandarê artêşa tirk yê giştî digotin armancên mudaxaleya Dêrsimê yên sedan salan bûn. Serfermandarê artêşa tirk bi wan nirxandinên xwe li xwe mikûr dihat ku di qirkirina Dêrsimê de gihiştine armancên xwe.
Ji pêvajoya berxwedana Dêrsimê çend xalên girîng;
Di sala 1937’an de di destpêka pêvajoya êrîşên dewleta tirk de li ser navê eşîrên Dêrsimê ji Cemiyeta Neteweyên Yekbûyî ya ku navenda wê li Swîsreyê bû nameyek tê şandin. Lê bersiv nayê dayin.
Seyît Riza di tîrmeha 1937’an de li ser navê xwe nameyek ji wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Robert Anthony Eden re dişîne. Seyid Riza di nameya xwe de wiha dibêje;
“ Hikûmeta tirk bi salan e hewl dide bi rê û rêbazên pişaftinê civaka kurd tune bike, ji bo wê ye ku weşanên kurdî qedexe dike, ji bo axaftinên bi kurdî dozan vedike, bi darê zorê gelê kurd ber bi çoltarên Anatolyayê ve dide koçkirin. Girtîgeh bi serhildêrên kurd hatine dagirtin. Bi sed hezaran kurdên ku dixwazin li ser axa xwe azad û di nava aştiyê de bijîn mehkûmê jiyana mişextiyê kirine…”.
Seyîd Riza di dawiya nameya xwe de ji dewleta Ingilîz piştgirî û alîkarî dixwaze. Lê bersiva wan nameyan bi tu awayî nayên dayîn.
Di encama berxwedana du salan a 1937-38’an de xeynî eşîra Demanan hemû eşîrên serhildêr hatin tasfiyekirin. Eşîra Demanan vekişiyan çiyayên qedîm û heta sala 1942’yan berxwedana xwe domandin.
Berxwedana Dêrsimê bû berxwedana dawîn a eşîran ku li dijî komara Tirkiyeyê pêk dihatin.
Di pêvajoya berxwedana 1937-38’an de eşîrên Qerebalyan, Ferhadan û Pilowenkan radestê dewletê bûn û bûn hevkarên dewletê. Eşîrên ku radest nebûn hemû bi awayeke hovane hatin tunekirin.
Eşîrên Dêrsimê yên sereke yên wekî Qureyşan, Şêx Mihamedan, Mûtîk, û Seyîdên Qerece yên ku di destpêkê de di nava berxwedanê de cih girtibûn û dûre teslîm bûn û bûn hevkarên dewletê jî dîsa nekarîn xwe ji xezeba dewleta tirk xelas bikin. Ew jî bi aqûbeta tunekirinê re rûbirû man.
Dewleta tirk xwest di heman pêvajoyê de ji bo eciqandin û tunekirinê bi ser eşîrên Bamasoran, Hormekan, Şadyan, Îzolan, Hîran, Balaban û Qoçîzan de jî biçe lê ji ber hatina zivistanê neçar man wê biryara xwe taloq bikin.
Di salên 1937-38’an de li gelek heremên Dêrsimê bi sedan malbatên ku ji 15-20 kesî pêk dihatin avahiyên wan bi serê wande hatin rûxandin û bi temamî hatin qetilkirin û tu yek kesek ji wan malabtan neman.
Li 13 herêman qirkirinên bi komî yên mezin pêk hatin.
13 heremên ku tên zanîn evin;
- Li herêma Halborê malbatên endamên eşîra Ebasan
- Li herêma derdora newala Xercikê malbatên niştecihên heremê
- Li herêma navbera newala Qutî û gundê Gomemîşê malbatên endamên eşîra Demenan.
- Li herêma bajaroka Poxê û newala Zûzûrê malbatên endamên eşîra Heydaran
- Li newala Marçikê malbatên endamên eşîrên Yusufan û Heydaran
- Li herêma Pira Paxê û Mezraya Sendalê malbatên niştecihên heremê.
- Li herêma Deyra ya Daristanê ya Dêrsimê û li Newala Şogekê de ji malbatên heremê.
- Li herêma Mezgêrdê malbatên endamên eşîra Alan
- Li herêma Qislê – Derowanê malbatên endamên eşîra Qureyşanê
- Li qerexa navçeya Qislê malbatên endamên eşîra Mîrîcîkê
- Li herêma çiyayê Zelê malbatên niştecihên heremê
- Li herêma Xozat û Pulurê malbatên niştecihên heremê
- Li herêmên Îksor û Axfanosê malbatên niştecihên heremê
Qirkirina Dêrsimê berdewama Amed, Agirî û Zîlanê bû
Ji bo qirkirinên li Dêrsimê pêk hatine bên fêmkirin hewceye em hinek guh bidin kal û pîrên ku şahediya qirkirinên pêvajoya serhildana Amed, Agirî û komkujiya geliyê Zîlanê kirine. Hovîtiyên ku li Dêrsimê pêk hatin berdewamên wan bûn. Lewre tiştên ku kal û pîrên dêrsimî şahedê jêre kiribûn û piştî dehan salan vedigotin ji yên Amed, Agirî û Geliyê Zîlanê cudatir nebûn. Ji yên sed sala dawîn yên serdema osmaniyan cudatir nebûn.
Hewldanên pakirina gunehên M.Kemal
Li gel vegotinên rast gelek vegotinên şaş ên ku rastî berevajî dikirin jî hebûn. Bê guman ew jî bi destê dewleta tirk di nava civakê de dihatin bi cihkirin.
Mînak; Kal û pîrên dersimîyan dema ku qala wan salan dikirin wiha digotin; “… Di sala 1938’an de me li gund-çiyayan kom kiribûn. Gundiyên li derdorên me hemû kuştibûn û dor hatibû me. Em li benda mirinê bûn, me dît ku siwariyek hat û ji fermandar re got; “Kemal Paşa fermana rawestandina qetlîamê daye. Piştî wê fermanê leşkeran em nekuştin. Heke Kemal Paşa ew ferman ne şanda dê me hemûyan bikuştina”
Yek din jî wiha tê gotin; “…M.Kemal di rê de bû dihat Xarpetê. Haya wî ji dardekirina Seyîd Riza û hevalên wî tune bû. Heke ew bigihişta Xarpête dê nehişta Seyîd Riza û hevalên wî werin dardekirin. Lewre, beriya ku ew bigihîje Xarpête ew bi lez û bez bi darvekirin…”
Ev çîrok ji rojhilatê Dêrsimê heta rojavayê Dêrsimê li her derî bi heman şêwazî tên vegotin. Dibe ku li her derî û hemû kesî heman tiştî nejiya bin lê gelek balkêşe li her derî heman tişt dihatin vegotin. Ev jî nişan dide ku ew gotin ji navendekê derketine û li heremê belav bûne. Ya herî balkêş heman gotin bi rengekî cuda di nav kesên bermahiyên komkujiyên Amedê, Agirî û Zîlanê de jî dihatin vegotin. Diyare ku ev gotin ji hêla dewletê ve li heremê dihatin belav kirin û bi gel didan gotin.
Bê guman tu têkiliya wan vegotinan bi heqîqetê re tuneye. Wekî ku me di vegotina pêvajoya berxwedanê de anî bû ziman kesê ku fermana operasyonê dabû M.Kemal bi xwe ye. Jina ku di bin pêşengiya wê de, bi filoya balefiran Dêrsim tê bomberankirin, tê wêrankirn û tê qirkirin keçika M.Kemal a manewî Sebiha Gokçen bi xwe ye. Piştî qirkrin, wêrankirin, talankirina Dêrsimê û têkçûna berxwedanê, yê ku ji hemû yekîneyên leşkerên ku tevilê qirkrinê bûne re yek bi yek peyama spasiyê dişîne M.Kemal bixwe ye. Piştî dîlgirtina Seyîd Riza yê ku bêbextî û bê exlaqiya general Abdulah Alpdogan pîroz dike M.Kemal bi xwe ye.
Wekî her carê dîsa lîstika xwe ya polîsê baş û polîsê xirab dilîstin. Nedixwestin M.Kemal ê ku li ser soz û bexta wekheviyê ji bo avakirina komara nû piştgiriya kurdan girtibû bibe polîsê xerab û wekî qatilê kurdan bê pênasekirin. Lewre, dixwestin bi gel bidin qebûlkirin ku ; “ Hinek leşkeran û hinek efser û karmendên asta jêr ew qirkirin û hovîtiyên der mirovî pêk anîne. Lê çawa haya M.Kemal jê çê dibe mudaxele kiriye û qetlîam dane rawestandin”.Çavkaniya bingehîn a wê çîrokê ev e.
Mixabin di wê çîroka xwe de bi ser ketin. Piştî 82 salan li gelek deverên Dêrsimê hêjî ew çîrok tê vegotin û li gelek malên dêrsimiyan de wêneyên M.Kemal dalqandîne. Ev siyaseta wan a sedan salane. Berê kurdan dikujin dûre jî hewl didin wan aşiqê qatilê xwe bikin.
Xeta çapemeniya tirk tu carî neguheriye
Di dawiya dosyaya xwe de ez dixwazim qala sekn û xeta çapemeniya tirk jî bikim. Dema ku em xeta çapemeniya tirk a salên 1937-38’an û xeta çapemeniya tirk a îroyin bidin ber hevûdu em ê heman hişmendiya nîjadperest bibînin. Emê heman rêbaz, heman şêwaza bê nirx û bê pîvan bibînin. Ji wê jî wêdetir em ê heman peyv û heman hevokên ku xwîn jê diherikin bibînin.
Di salên 1937-1938’an de, serdema berxwedana Dêrsimê de rojnameya bi navê “Ulus” wekî rojnameya fermî yê hikûmeta tirk bû. Rojnameya bi navê Tan, Cûmhuriyet û hwd. qaşo rojnameyên muxalîf bûn.
Di pêvajoya berxwedana Dêrsimê ya du salan de gelek qirkrin û hovîtiyên mezin pêk hatin û trajediyên gelek mezin hatin jiyîn. Lê wan rojnameyên heyî tu yekî derbarê wan kirinên bêpîvan de yek nûçe çênekirin. Di pêvajoya du salan de belkî bi temamî 10-12 nûçe çênekiribin. Yên ku çêkiribin jî hemû ji bo rewakirina qirkrin û hovitiya leşkerên xwe bûn.
Ji bo helwesta rojnamegeriya tirk ya wê serdemê bê fêmkirin ez dixwazim çend mînakan bi were parve bikim.
Rojnameya Tan (17 Tîrmeh 1937) : “…Xetere, di rêbaza jiyana eşîran de ye, di kevneşopiya çekdariya wan de ye… Lewre hikûmet wê nexweşînê ji bo xwe wekî xeternak dibîne û hewl dide bi bergîran wê nexweşînê ji holê rake. Bi bergîrên ku tên girtin, û her wiha bi bergîrên îktîsadî, bi kar dayina gel, bi komkirina çekan û pêkanîna edaleteke teqez… çareserkirina nexweşiyê pêkane. …”
Rojnameya Ulus (20 Tîrmeh 1937): “…Serokwezîrê me qet li Xarpêtê nema, demildest bi General Alpdogan re derbasî Dêrsimê bû. Serokwezîr Înonu diyar kir ku dê bernameyên islahatê yên ku li Dêrsimê tên pêkanîn, bi lez bi encam bibin, tiştên ku hatine kirin, dê di cih de werin şopandin…”
Rojnameya Ulus (22.06.1937) : “…Bi navên qebîle û malbatan xwe û bi gelek daneyên etnografîk diyare ku ew civak bi eslê xwe tirk in. Lê wan xwestiye paşvemayîna xwe di pişt mertal û îdiaya navê civakeke din de veşêrin. Di encama wan îdia û jiyana xwe ya şaş de bûne dijminên derûdorên xwe…”
Rojnameya Ulus “… Li Dêrsimê bernameya islahatê bi rêk û pêk bi awayeke lezgîn pêk tê. Tiştên ku tên kirin ne seferberiya afeta lehiyê ne, herêm li gorî plansaziyê bi temamî tê islehkirin.”
Rojnameya Cûmhûriyetê (17 Tîrmeh 1937): “… Operasyon, bêyî ku xwîn bê rijandin didome…”
Rojnameya Cûmhûriyetê -nivîsa Yûnûs Nadî (18 Tîrmeh 1937): “…Hikûmet, zû an jî dereng dê ji wan cahilên çiyayî re biçesipîne ku jiyana bi ked û xebatê, jiyaneke bi şeref û bi kêfxweşî ye…”
Wekî ku li jor jî me anî ziman çapemeniya tirk di der barê Dêrsimê de zû bi zû nûçe çênedikirin. Kêm caran nûçeyên ku çêdikirin jî bi vî rengî bûn. Di der barê Dêrsimê de tiştên ku gelên Tirkiyeyê ji çapameniya tirk dibihîstin ev bûn.
Mixabin heman rêbaz û heman hişmendiya faşîst a dijî kurdan îro jî li ser kar e. Îro jî der barê kurdan de heman manşetan davêjin û heman nûçeyan çêdikin. Rastî ji gel tên veşartin û dixwazin bi heman rêbazî kirinên xwe yên hovanê binuxumînin û berevajî bi gel didin fêmkirin.
Wekî encam; Li gel hemû qirkirin û hovitiyên xwe nikaribûne civaka kurd teslîm bigrin û tune bikin. Nikaribûne vîna kurdê azad û berxwedêr bişikînin. Nekaribûne Kurdistana azad ji dil û vîna civaka kurd derixînin. Berxwedana ku îro li çar parçeyên Kurdistanê didome nîşaneya wê yekê ye.
Ya herî giriîng, neviyên Seyîd Riza 40 sale bê navber li ber xwe didin, dek û dolabên dijmin hemûyan yek bi yek vala derdixin û tola wî û ya hemû şehîdên Kurdistanê yek bi yek hiltînin. (dawî)