Pêr Gurgum, duh Sûr, îro Efrîn
Plansaziya şerê taybet a tunekirina civaka kurd û tirkistankirina Kurdistanê ya ku sed sale li Bakur di meriyetê de ye niha berê xwe daye Rojava.
Komara tirk li ser hişmendiya Îtîhat Terakî ya faşîst a yekparêz ava bû. Dixwest hemû civakên bermahiyên osmaniyan yên li Anatolya û Kurdistanê di bin hişmendiya yek ziman, yek netew, yek çand û yek alî de bikin tirk. Astengiya herî mezin a li pêşiya hişmendiya yekparêz civaka kurd bû. Lewre yekane armanca wan bi rê û rêbazên qirkirin û pişaftinê tunekirina civaka kurd û tirkistankirina Kurdistanê bû. Ji bo bigihîjin armanca xwe di kiryarên xwe yên hov de tu pîvanan nas nakin.
Bingeheke vê komkujiyê ya dîrokî heye
Desthilatdariyên her du dewletên dagirker ên Kurdistanê yên Pers û Osmaniyan li ser xeta Şîa û Sinî pêk dihatin. Bawerî û mezhebên din hemû muxalîf û dijber dihatin didîtin û ji wan re qadên jiyanê nedihiştin. Piştî ku persiyan mezheba Şîayê wekî ola dewleta xwe qebûl kirin zext û zor li ser mezheb û baweriyên din pêkanîn. Heman tişt di dewleta Osmanî de jî pêk hat. Piştî ku mezeheba Sinî bû ola osmaniyan wê jî zext û zora xwe li ser hemû mezheb û baweriyên din ferz kirin. Ji ber ku elewî hinek nêzikê Şia persiyan bûn û di şerê Çaldiranê de piştgiriya Şah Îsmaîl kiribûn ew wekî dijmin dihatin dîtin.
Komara tirk “senteza tirk îslam” esas girt
Komara tirk a nû jî li ser hîm û hişmendiya Osmaniyan a xeta Sinî ava bû. Lê di esasê xwe de hişmendiya Îtîhat Terakî esas girtibû. Îtîhat Terakî li ser sinîparêziyê hişmendiya faşîst a nîjadperest jî zêde kiribû. Navê hişmendiya xwe jî kiribû “senteza tirk îslam”. Yanî komara tirk him mezebperest, him jî nijadperest bû. Lewre li gel beşa civakên ne sinî, civakên ne tirk jî hemû muxalîf û dijber dihatin dîtin. Ji ber vê yekê, ji avabûna komarê şûn ve xeta sinî û tirkbûyînê bi zext û zor li ser hemû civakên Tirkiyeyê hat ferzkirin.
Lewre sed sala dawîn a pêvajoya komara tirk ji bo civakên Tirkiyeyê ji hemû pêvajoyan xerabtir û dijawartir e. Di vî sed salî de zilm û zordariyên ku li kurdên elewî hatine kirin du qatî ji yê kurdên sinî zêdetir û dijwartir e.
Sed sale li Kurdistanê talan, wêran û qirkirin heye
Di çarçoveya wê plansaziya xwe ya nebixêr de ji destpêka komarê vir ve di sed sala dawîn de erdnîgariya Kurdistanê bi talan û wêranakeriyeke mezin re rû bi rû ma. Bi dehan komkujî pêk hatin, bi sed hezaran malbatên kurd ber bi navnîşanên nediyar ve hatin mişextkirin û bi milyonan kurd bi rê û rêbazên cuda ji Kurdistanê hatin dûr xistin. Îro bi milyonan kurd di metropolên tirkan de bi cih bûne û bi milyonan kurd jî li cîhanê belav bûne.
Komkujî encamê hişmendiya dewletê ye
Yê ku rê li komkujiya Gurgumê vekir û çeteyên faşîst wekî gurên har bera ser civaka kurd û elewiyan da ev hişmendiya dewletê bixwe bû. Lewre rayedarên dewletê di nava bêdengiyê de li komkujiya Gurgumê temaşe kirin.
Piştî ku çend sal bi ser komkujiyê re derbas bûn di encama hinek lêkolînan de diyar bû ku komkujî di çarçoveya plansaziya dewletê de berhemeke MÎT û CIA’yê ye û di bin çavdêriya dewletê de pêk hatiye. Bi kurtahî diyar bû ku komkujiya Gurgumê bi hevkariya Gladyoya NATO’yê û Galdyoya Tirkiyeyê pêk hatiye.
Pêvajoya beriya komkujiyê
Ji bo em armanca komkujiya Gurgumê bi awayeke zelal fêm bikin hewceye em hinek qala pêvajoya beriya komkujiyê jî bikin. Makeqanûna ku piştî darbeya 27’ê gulan a 1960’an hatibû nivîsandin kêm be jî cara yekemîn mafê xwe birêxistinkirinê dabû civakên Tirkiyeyê. Di salên 1963-64’an şûn ve kedkaran di bin navê sendikayan de, civakê jî di bin navê komale û partiyên siyasî de xwe birêsxistin kirin. Bê guman di nava wan rêxistinan de kurd jî hebûn û wan jî roj bi roj xwe birêxistin dikir.
Di heman pêvajoyê de di pêşengiya Mahîr Çayan de THKP-C, di pêşengiya Denîz Gezmîş de THKO, di pêşengiya Îbrahîm Kaypakkaya de TKP/ML ava bûn. Wan rêxistinan jî di nava civakê de xwe birêxistin dikirin û roj bi roj hêza wan mezintir dibû.
Darbeya 12’ê adarê li dijî rêxistinbûyina gel e
Rêxistinbûniya gel û avabûna wan partiyên çep û sosyalîstan pergala dewletê xist nava tirs û fikaran. Ji bo peşî li rêxistinbûyina gel bigirin û rêxistinên heyî belav bikin di 12’adara 1971’an de careke din derbeya lêşkerî pêk hat.
Darbeya leşkerî ji sendikayan bigrin heta komaleyan hemû rêxistinên heyî girtin û îlegal îlan kirin. Serok û rêberên wan hemû girtin. Bi îdiaya cezayên giran li wan doz vekirin û gelek ji wan serok û rêberan an di kolan û îşkencexaneyan de hatin qetilkirin, yan jî bi destê dadgehan hatin dardekirin.
Ji salên 1973-74’an şûnve rewşenbîr û çepgirên Tirkiyeyê li dijî derbeya 12’e adarê dest xwe bi rêxistinkirinê kirin. Rêxistinbûyina çepgiran sal bi sal xurt bû û di dawiya salên 1970’an de hema hema gihîşt asta salên dawiya 1960’an. Pêvajoya ku di dawiya salên1960’an hatibû jiyîn dawiya salên 1970’an de jî hat jiyîn. Di nava rêxistinên şopdarên Îbrahîm Kaypakkaya, Mahir Çayan û Deniz Gezmîş de netewbûna kurd û azadiya kurd û Kurdistanê dihatin nîqaşkirin.
Tevgereke Kurdistanê derdikeve holê
Di navbera salên 1973-78’an de li vana tevgereke nû ya din a şoreşger û demokrat zêde bûbû. Ji wê tevgerê re digotin Tevgera Apociyan. Rêxistina sixur a Amerîkayê CIA’yê di rapora xwe ya sala 1976’an de tevgera Apociyan wekî tevgereke Marksîst û Lenînîst a herî xeternak a Kurdistanê pênase dike û Amerîkayê hişyar dike.
Tevgera Apociyan di 27’ê mijdara 1978’an de di kongreya xwe ya li gundê Fîsê de biryara partîbûnê dide û navê partiya xwe dikin Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK). PKK xwe wekî partiyeke Kurdistanî pênase dike û şoreşa Kurdistanê esas digire. Bi kurtahî dibêje, “Rê ya şoreşa Tirkiyeyê ji şoreşa Kurdistanê derbas dibe”. Ev rêxistin ji hêla civaka kurd ve bi dilgermahiyeke mezin tê pêşwazîkirin û di demeke kin de li piraniya bajarên Kurdistanê xwe birêxsitin dike. Ji wan bajaran yek jî bajarê Gumgumê ye.
Bajarê Gurgumê ciheke stratejîk e
Bajarê Gurgumê li rojavayê bakurê Kurdistanê cih digre. Ji hêla erdnîgarî û civakî ve ciheke gelek stratejîke. Bi sedan sale kurd, elewî, ermen û beşeke biçûk tirkmen di vî bajarê qedîm de bi hevre û di nava aştiyê de dijîyan. Di dawiya serdema osmaniyan de bi destê hişmendiya Îtîhat Terakî ya nîjadperest a faşîst nîfaq xistin nava van civakan û di navbera wan de nakokî hatin afirandin.
Di sala 1915’an de ji hêla hişmendiya Îtîhat Terakî ve civaka ermen di encama komkujiyeke mezin de ji bajêr hatin derxistin. Heman hişmendiyê di navbera yên mayî de jî dem bi dem nakokiyên cûr bi cûr derdixistin pêş.
Di heman demê de piştî avabûna komara nû di çarçoveya plansaziya şerê taybet a tirkistankirina Kurdistanê û pişaftina civaka kurd de bajarê ku herî zêde çeteyên faşîst lê hatibûn bicihkirin yek jî bajarê Gurgumê bû. Dem bi dem bi destê van çeteyên girêdayî dewletê nakokiyên heyî dihatin kûrkirin. Lewre ji bo provokasyoneke mezin cihê herî guncav bajarê Gurgumê bû.
Bajarê Gurgumê di heman demê de yek ji bajarên ku ji hêla dewleta tirk ve wekî navenda şerê taybet hatibû diyarkirin. Di nava xeleka xeta nîjadperest a ku ji Qers, Erzerom, Erzîngan, Sêwaz, Meletî, Gurgum, Semsûr, Xarpêt û Dîlokê pêk dihat de cih digirt. Dixwestin bi avakirina vê xeta nîjadperst bakurê Kurdistanê dorpêç bikin ku karibin plansaziya xwe ya qirkirina civaka kurd a fizikî û ya spî bi ser bixin. (Dê dewam bike)