Komkujiya Gurgumê plansaziya MÎT û CIA’yê ye
Li Kurdistanê bihêzbûna PKK’ê û li milê Tirkiyeyê bihêzbûna hêzên çepgir û sosyalîstan gladyoya tirk û gladyoya NATO’yê xistibûn nav tirs û fikaran. Wan jî li gorî xwe dest bi girtina bergîrên cûr bi cûr kiribûn.
Bergîrên wan dihatin wateya pêkanîna gelek provakasyon û komkujiyan. Di çarçoveya plansaziya şerê taybet de ji wan provakasyon û komkujiyan yek di 19-26’ê kanûna 1978’an de li Gurgumê li dijî civaka kurd pêk hat.
1915’an de Ermen, 1978’an de Kurd
41 sal berê di 19-25 kanûna 1978’an de ji haporlorên mizgeftên Gurgumê anons dihatin kirin. Di wan anonsan de wiha dihat gotin; “Bajarê me ji hêla komonîstên sor (qizilbaş) ve hatiye dagirkirin. Kî 7 qizilbaşan bikuje diçe bihuştê”
Piştî anonsa ku ji aparloyên minareyên de hat kirin komên faşîstan bi awayeke hovane berê xwe dan taxên kurd û elewiyan. Maşîneyên şaredariyê ji faşîstan re çek û cebilxane dibirin. Keyayên taxan li faşîstan çek belav dikirin. Meleyê taxa Baglarbaşı Mustafa Yıldız di weazên xwe de digot; “mirov tenê bi çûna hecê û kirina nêmêjê nabe misilman, kî elewiyek bikuje bi qasê ku pênc carî here hecê xêr qazanc dike”
Li Gurgumê kiryarên DAÎŞ’ê pêk hatin
Di encama wan provakasyon û êrîşên hov ên li dijî kurd, elewî û çepgiran de li Gurgumê komkujiyeke dijwar pêk hat. Bi kurtahî wahşetek hat jiyîn. Rê û rêbazên hov ên ku îro çeteyên DAÎŞ’ê di êrîşên xwe de li dijî civaka kurd bikar tînin heman rê û rêbaz di wan rojan de li Gurgumê bi destê çeteyên faşîst li dijî kurd û elewiyan pêk hatin.
Çeteyên faşîstan jî wekî çeteyên DAÎŞ’ê di hovitiyan xwe de pîvan nasnekirin. Zarok, jin kal û pîr gulebaran kirin, xanî bi serê malabatan de rûxandin, mirov zindî şewitandin û serjêkirin, çavên mirovan derxistin, guh, mil, pêsîr û piyên mirovan jêkirin, zikê dayikên ducanî qelaştin, tacîz û tecawiza jinan kirin, mudaxaleya cenazeyan kirin û cenaze parçe parçe kirin.
Yên ku ji çeteyên hov direviyan û xwe dispartin leşkerên tirk, leşkerên tirk ew bi destê xwe radestî çeteyan dikirin û li kuştina wan temaşe dikirin. Birîndarên ku radikirin nexweşxaneyan di bin çavdêriya bijîşk û serokbijîşkê nexweşxaneyê de dihatin qetilkirin.
Dayikeke elewî ji hevserê xwe daxwaza kuştina xwe dike. Ji hevserê xwe re dibêje “ tu min bikuje, bila kuştina min ji destê te be ne bi destê wan hovan be” Ev hevoka dayika elewî bi tena serê xwe têrî vegotina wahşeta ku hatiye jiyîn dike.
Encam gelek giran bû
Li gorî daneyên dewletê yên fermî 120 kesî jiyana xwe ji dest dane. Lê li gorî çavkaniyên serbixwe zêdetirê 500 kesî (li gorî hinek şahedan li morgê 1.306 cenaze hatine dîtin) jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Di heman demê de 552 xanî, 289 kargeh û bi dehan sazî û dezgehên sivîl hatin şewitandin û wêrankirin. Kesên ku hatin qetilkirin cenazeyên wan ji hêla dewletê ve hatin revandin û tirba wan hêjî nayê zanîn.
Li ber çavên rayedarên dewletê û li ber çavên dewletên cîhanê kurd û elewiyên Gurgumê hatin qetilkirin. Ji yên mayî beşeke mezin koçê metropolên Tirkiyeyê û dewletên Ewropayê kirin. Yên ku dewleta tirk nekarî bike tirk çûn Ewropayê li Ewropayên bi polîtîkayên tirkirinê re rûbirû man.
Nasnameya Gurgumê guherî
Yên ku hêza wan têrî nekir, an yên ku nexwestin ji Gurgumê derkevin tirkbûyinê qebûl kirin û bûn nîjadeperstên tirk û niha xwe wekî tirkên esîl dibînin.
Bi kurtahî di encama wê komkujiyê de di warê bawerî û neteweyî de nasnameya Gurgumê hate guhertin. Gurgum bû navenda faşîzma nîjadperestiya tirk. Bi sedî sed nebe jî dewleta tirk bi piranî gihîşt armanca xwe.
Bêguman, yê ku nehişt dewleta tirk sedî sed bigihîje armanca xwe û nehişt nasnameya Gurgumê ya kurd û elewî ji bînî ve tune bibe berxwedana tevgera azadiya kurd bû.
Beşek e civakê nasnameya xwe diparêze
Beşeke hindik be jî yên ku li dijî hemû êrîşan bi çanda xwe ya qizilbaş û nasnameya xwe ya kurd ve girêdayî mane hene. Hewceye em li wan neheqî nekin. Em wan jî birêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber sekna wan a berxwedêr ditewînin.
Armanc tasfiyekirina civaka kurd bû
Sê armancên komkujiyê yên sereke hebûn. A yekemîn astengkirina rêxistinbûna kurd û elewiyan bû. Ya duyemîn, bi koçkirina kurd û elewiyan guhertina demografiya Gurgumê bû. Ya sêyemîn jî avakirina bingeha derbeya leşkerî ya 12 îlonê bû. Hewceye em binê wê xêz bikin ku, her sê encam jî li dijî civaka kurd pêk dihatin.
Xeynî van xalan armanceke wan a din jî hebû. Hewceye em wê jî jibîr nekin û binê wê jî xêz bikin. Ew jî desteserkirina mal û milkê kurd û elewiyan bû.
Erdnîgariya Gurgumê ya herî bi bereket di destê kurdan de bû. Bi çêbûna bendava Aksûyê erdê ku di destê kurdan de bû piraniya wê bû avî û berketa wê çend qat zêdetir bûbû. Dewlemedî û maldariya kurdan roj bi roj zêdetir dibû. Her ku delwemendî zêde dibû razemeniya wan jî zêde dibû. Fabrikeyên wekî tekstîl, çirçir, salçe û hwd çêdikirin. Di heman demî de ji hêla hişmendiya civakî ve jî civaka kurd roj bi roj pêş diket. Xwendin û zanyariya wan zêde dibû. Di her warî de pêşketina civaka kurd dibû sedema nerazîbûna pergala dewletê û hizên wî yên tarî yên mîlîtarîst.
Dewleta tirk di çarçoveya vê plansaziyê de dixwest bi guhertina demografiyê nasnameya Gurgumê ya kurd û elewî biguherîne. Mal û milk Û dewlemendiya kurdan desteser bike. Lewre li Gurgumê birêxsitinbûyina kurd û PKK’ê ji bo plansaziya wan darbeyeke mezin bû. Ji bo wan qebûlkirin û bêhelwestmayin nepêkan bû.
Piştî komkujiya Gurgumê 9 jê bajarên Kurdisatnê di 11 bajaran de îlankirina rewşa awarte armanca plansaziya wan a kirêt a dijî kurd nîşan dida.
Darbeya 12’îlonê dewama komkujiya Gurgumê bû
Li milê Kurdistanê PKK bi rêxistinbûyina xwe bûbû hêzeke sereke, li milê Tirkiyeyê jî Dev-Yol bi rêxistinbûyina xwe bûbû hêzeke sereke. Lê ya ku herî zêde rayedarên tirk xistibû nav tirs û fikaran hebûn û bi hêzbûna PKK’ê û birêxistinbûyina civaka kurd bû. Bi kurtahî hebûna PKK û rêxsitinbûyina civaka kurd dihat wateya têkçûna siyaseta wan a ku tunebûna civak kurd û tirkistankirina Kurdistanê esas digirt.
Li gel hemû hewldan û dek û dolabên xwe yên kirêt hêza desthilatdariya Tirkiyeyê têrî nedikir ku pêşketin û xurtbûna van her du rêxsitinan asteng bike û wan têk bibe. Lewre careke din pêdivî bi derbeyeke faşîst hebû. Ji bo darbeyê jî pêdivî bi hinek provokasyonan hebû. Ji wan provakasyonan yek û ya herî girîng li Gurgumê pêkhatibû.
41 sal derbas bûn lê berpirsiyar nehatin tespîtkirin
Bi ser komkujiyê re 41 sal derbas bûn. Berpirsiyarên komkujiyê nehatin tespîtkirin û nehatin darizandin. Wezîrê karên hundir ê wê serdemê Îrfan Özaydinli ji bo lêkolîna komkujiyê tîmeke taybet ava dike û derbarê kumkujiyê de lêkolîneke girîng dide kirin û encamên gelek girîng bidest dixe. Lê encam bi hinceta “razên dewletê” ji raya giştî re nayê eşkere kirin.
Amadekarên plansaziyê MÎT û MHP ne
Li gorî rapora wezîrê karê hundir û li gorî angaştnameya dozgerê dozê Dundar Saner plansaziya komkujiya Gurgumê, xinamiyê Alparsalan Türkeş ê muşawîrê MÎT’ê jî di navde di bin pêşengiya 4 endamên MÎT’ê de tê amadekirin û bi alîkariya erkdarên dewletê yên li bajêr tê birêvebirin. Di nava wê plansaziyê de serokê Partiya Adaletê yê bajêr Faruk Kadıoğlu û Şaredarê wê demê Ahmet Uncu, MHP û Saziya ciwanên MHP (Ulku Ocagi Dernegi) jî cih digrin.
Eşkere nekirina rapor û nedarizandina ber sûcan wan dide dest
Bi hinceta “razên dewletê” eşkere nekirina encama lêkolînê, nezelalkirina berpirsiyaran û derbarê bersûcan de venekirina lêpirsînan û di asta payebilind de xelatkirina tewanbar û berpirsiyarên wê pêvajoyê nîşan didin ku komkujî plansaziya dewletê bi xwe ye.
Ji wan berpirsiyar û bersûcan yek jî di pêvajoya komkujiyê de mudûrê emniyeta polîsan ê Gurgumê Abadulkadir Aksû bû. Abdulkadir Aksu piştî ku bi salan ji bo dewletê walîtî kir, pey re bi salan jî wezîrtiya karê hundir kir û bû qadroyê AKP’ê yê ji herî sereke û giringan yek. Provakator û qatilê sereke yê komkujiyê Ökkeş Şendîller jî bû wekîl û di meclîsê de cih girt.
Kesên hatin girtin di sala 1991’an de hatin berdan
Hetanî sala 1991’an der barê doza komkujiyê de li 804 kesan cezayê cûr bi cûr hatin birîn lê 68 kesên ku di asta girîng de berpirsiyar bûn qet nehatin darizandin. Yên ku hatin cezakirin jî di nîsana 1991’an de bi derxistina qanûna dijî terorê (TMK) ya ku wekî qanûna dijî kurd tê pênasekirin ji hêla Turgut Ozal ve serbest hatin berdan. Di sala 1991’an de dema ku ew kujer hatin berdan Abdulkadir Aksu di siysetêde aktoreke sereke û wezîrê Turgut Ozal bû.
Dozgerê rewşa awarte yê wê serdemê di angaştnameya doza komkujiyê de berpirsiyarên komkujiyê wiha rêz dike. Partiya Nîjadperest MHP û rêxistina ciwanên wê yên bi navê Komaleya Ciwanên Ulkuparêz, rêxsitna TÎT’ê, rêxsitna MÎSK’ê, rêxistina ETKO’yê û rêxistina Kontrgerîla.
Ewropa şirikê sûce
Komkujî bi çekên dewletên Ewropayê û bi hevkariya NATO’yê pêk hat. Kiryarên dewleta tirk ên li jor rêzkirî hemû li ber çavên dewletên Ewropayê pêk hatin. Di wê serdemê de çewa di qirkirina kurdan de di nava bêdengiyê de piştgiriya dewleta tirk dikirin mixabin îro jî heman tiştî dikin. Îro jî bi hevkarî û piştgiriya NATO û Ewropayê bajarên kurdan tên dagirkirin, wêrankirin û kurd tên qetilkirin.
Hişmendiya komkujiya Gurgumê îro li ser kare
Hişmendiya ku li Gurgumê komkujî pêk anî îro jî li ser kare. Îro jî li ser civaka kurd heman komkujî bi destê heman rêxistin û heman çeteyan pêk tên.
Pêr li Geliyê Zîlan, li Dêrsimê, li Gurgumê pêk hatin, duh li Roboskî, li Sûrê, li Şirnexê, li Cizîrê û 9 navendên din pêk hatin, îro li Efrîn, Girê Spî, Serêkanî, Şehba û Şengalê pêk tên, heke bergîrên pêwîst ên neteweyî neyên girtin dê sibê jî li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê pêk werin.
Jehrkuja komkujiyan yekitiya neteweyî û tifaqa civakan e
Dewleta tirk dizane ku tifaqa neteweya kurd, şoreşa Rojava û pêkhatina tifaqa civakan jehrkuja hişmendiya wê ya nîjadperest, cudakar û qirker e.
Lewre, wekî gayê ku sor bibîne êrîşê Rojava dike û dixwaze dawî li tifaqa civakan a ku li Rojava pêkhatiye bîne.
Lewre, dema ku hewldanên yekitiya netewa kurd pêş dikevin bi hemû hêz û dek û dolabên xwe dikeve nava hewldanên astengkirina yekitiya kurd.
Nexwe hewceye em jî bi ruheke fedaî li Şoreşa Rojava xwedî derbikevin û ji bo pêkhatina tifaqa neteweyî û pêkhatina tifaqa civakan têbikoşin.
Ji bo fêmkirinê pêdivî bi aqil û zanyariyeke mezin tune ye. Heqîqet bi awayeke zelal li holê ye. Wekî seydayê Cegerxwîn gotî, “An emê bibin yek, an jî emê herin yek bi yek”