Komkujiya Roboskê wêneyê sedan salan e
Di sala 1639’an de di peymana Qesra Şêrîn de Kurdistan bû du parçe, di sala 1923’an de di peymana Lozanê de jî Kurdistan bû 4 parçe.
Sînorên ku bê bêyî kurdan li Kurdistanê hatibûn xêzkirin wekî xençereke zengarî di dilê kurd û Kurdistanê de çikiyabûn. Sînorên ku erdnîgariya Kurdistanê kiribûn çar parçe di heman demê de dilê her kurdekî jî kiribû çar parçe. Gund, xizm, malbat parçe bûbûn. Her parçeyek li milekî mabû. Kurd neçar mabûn di welatê xwe de bi pasaportên rûsar bigerin.
Bêguman, di welatê xwe de gera bi pasaport tiştekî ne ji rêzê bû û qebûlkirina wê jî nepêkan bû. Civaka kurd sînorên ku bê bêyî wan hatibûn xêzkirin tine hesibandin. Her çiqasî berdêl giran be jî tu carî dest ji binpêkirina sînoran bernedan. Ev binpêkirin car caran ji bo dîtina xizman, carcaran ji bo ewlehiya can û mal, carcaran ji bo reva ji zilm û zordariya dagirkeran û carcaran jî ji bo bazirganiya debara malbatê pêk dihatin.
Sînorên ku civaka kurd kiribû 4 parçe, bûn sedema gelek êş û janên giran, bûn sedema trajediyên mezin. Ew êş û jan jî bûn mijarên stran û çîrokên dilsoj, bûn mijarên fîlm û belgefîlmên xembar.
Yek ji wan trajediyên herî dilsoj di 28’ê kanûna 2011’an de li Şirnexê, li gundê Roboskê yê Qilebanê pêk hat. Jê 19 zarok 34 ewladên kurd bi bomberdûmana balafirên şer ên tirk bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Civaka kurd bi jana komkujiya Roboskê, di nav xemgîneyeke mezin de, li ser bedenên zarokên xwe yên parçe parçe bûyî, sersala 2012’an pêşwazî kir.
Komkujiya Roboskê ne qeza û ne jî teseduf e
Bi sedan sal in qirkirina çandî ya spî li ser civaka kurd pêk tê. Bi qirkirinên çandî xwestine civaka kurd bê kok û reh bihêlin. Dema ku di siyaseta xwe ya qirkirina spî de bi ser neketine û li dijî berxwedana kurd ketine nav tengasiyan dest bi qirkirinên fizikî kirine û bi dehan qirkirinên fizikî pêk anîne. Komkujiya Roboskê jî yek ji wan e.
Piştî têkoşîna dehan salan a berdêl giran rêxistinbûna kurdên Bakur gihiştibû asteke bilind. Di encama wê rêxisitnbûnê de, di bin pêşengiya KCD’ê de, di 14’ê tîrmeha 2011’an de li Bakur xweserî hatibû îlankirin. Di heman demê de li Rojava şoreş û berxwedana gelê kurd a ku dest pê kiribû roj bi roj geş dibû. Di 28’ê kanûna 2011’an de pêkhatina komkujiya Roboskê ne qeza û ne jî teseduf e. Ji bo çewisandin û tepisandina civaka kurd û tasfiyekirina berxwedana kurd, di çarçoveya plansaziya şerê li dijî kurdan de pêk hatiye.
Roboskê dewama Zîlan, Dêrsim, 33 gule û Gurgumê ye
Komkujiya Roboskê dewama komkujiyên geliyê Zîlan, Dêrsim, 33 gule û Gurgumê ye. Lewre komkujiya Roboskê wêneyê hişmendiya dewleta tirk a li dijî kurdan e, wêneyê trajediya kurd a sedan salan e. Yên ku bixwazin hişmendiya dewleta tirk fêm bikin û trajediya civaka kurd a sedan salan fêm bikin ev wêne têrî wan dike.
Kurd li welatê xwe bûne qaçax
Piraniya erdnîgagriya Kurdisrtanê ji çiyayên bilind û qedîm pêk tê. Gundê Roboskê jî di herêma yek ji wan çiyayên bilind de cih digire. Ji ber wê yekê zivistan, serma û seqem zû tê wan hereman.
Gundê Roboskê yê Qilebanê nêzikê sînorê Başûr e. Sînorên ku hatibûn xêzkirin wekî hemû gundên ser sînor darbeyeke mezin li jiyana gundiyên Roboskê jî dabû. Gelek xizmên gundiyan li milê Başûr mabûn. Lê sînorê xêzkirî çûn û hatina xizman, çûn û hatina gundiyan qedexe kiribû. Bazirganiya ku di nav gundiyan de li ser pêdiviyên jiyanî ji pevguhartinê pêk dihat qedexe bûbû. Kurd li welatê xwe, li gundên xwe bûbûn “qacax û qaçaxçî”.
Lê ev nedihat wê wateyê ku dê gundî dev ji xizmên xwe berdin, dev ji pêdiviyên xwe yên jiyanî berdin, dev ji bazariganiya xwe ya pevguhartinê berdin. Ji bo wan tiştan binpêkirina sînor ji bo gundiyan mafeke herî rewa bû. Bi dehan salan bû ev mafê herî rewa dihat bikaranîn. Ji jêr heta jor hemû rayedarên dewletên dagirker ji bikaranîna wî mafî herî rewa hayîdar bûn.
Fermandarên heremê ji çûnê hayîdar bûn
Di roja 28’ê kanûnê de, sê roj beriya sersalê, di rojeke sar û bi seqem de gundiyên Roboskê wekî her carî amadekariya çûna Başûr dikirin. Şert û merc dijwar bûn, rewşa hewayî xeternak bû, lê ji bo debara malbatên xwe neçar bûn herin.
Ji ber ku her tim çûn û hatina wan hebû ji bo wan ev çûn jî wekî yên berê çûneke ji rêzê bû. Leşkerên tirk ên li ser sînor ji çûn û hatina wan hayîdar bûn. Ji ber ku her çûn û hatineke gundiyan ji bo wan dihat wateya gelek bertîlên curbicur. Gelek caran wan bi xwe gundî rêdikirin an jî çavên xwe li çûna gundiyan digirtin. Kêm caran dema ku rastî hev dihatin jî leşkeran dest nedidan wan û barên wan. Piştî ku bertîlên xwe digirtin û ew dişandin.
Heke li ser sînor û an li herêmê operasyoneke leşkerî pêk bihata ji hêla fermandarên heremê ve bi ser keyayê gund û korîciyan re gundî dihatin hişyarkirin. Gundiyên ku beriya hatina agahiyê derketibin rê vedigeriyan malên xwe. Ji ber wê yekê bi gundiyan re baweriyek çêbibû. Lewre, hebûna dengên balafirên şer û balafirên keşêf yên bê mirov ji wan re ne xem bû.
Her tişt li ber çavên leşkeran pêk dihat
Di roja 28’ê kanûnê de gundiyên Roboskê wekî her carî di nav hewldanên amadekariyan de bûn. Ji bo neçûnê tu hişyariyek li wan nehatibû kirin. Her çiqasî di pêvajoya amadekariya çûnê de dengê balafirên keşfê yên bêmirov ketibû guhê wan jî ji ber ku hişyarî nehatibû kirin ji xwe re nekirin xem.
Amadekarî temam dibin. Piştî nîvro, di ronahiya rojê de 40 kes tevî 60 hêstirên xwe ve ber bi Başûr ve bi rê dikevin. Piştî meşeke kurt ku nêzîkê ser sînor dibin dengê balafirên bêmirov tê bihîstin. Bi hatina wan dengên balafiran re du kesên ku dikevin nav fikaran paşve vedigerin. Xeynê dengê wan balafirên bêmirov tiştekî awarte yê ku gundiyan têxe nav tirs û fikaran tune ye. Û ji hêla rayedaran ve jî tu hişyarî nehatibû kirin. Jixwe qereqola leşkeran li serê girê piştî gund bû, meşa gundiyan li ber çavên rayedarên qereqolê dest pê kiribû û li ber çavên leşkerên ku li heremê li ser girên bilind bi cih bûne û heremê 24 saet bênavber dişopînin dewam dikir. Fermandar û leşkerên herêmê wekî her carê ji çûna karwana gundiyan haydar bûn û tu hişyarî li gundiyan nekiribûn. Lewra 38 gundiyan bê fikar rêwitiya xwe ya ber bi Başûr ve dewam kirin. Ji koma 38 kesî 19 jê zarokên ji 18 salî biçûktir bûn. Hetanî saet 18’ê êvarê tiştekî awarte çênebû, rewşa asayî ya heyî dewam kir.
Koma ku ji 38 kesan pêk dihat di saetên ber bi êvarê ve derbasî Başûr bûn. Li milê Başûr dan û standinên xwe pêk anîn, yek bi yek barên hêstirên xwe amade kirin û bi reşiya şevê re qefle bi qefle ber bi malên xwe ve ketin rê. Qefeleyên ku nêzikê sînor dibûn bi agahiyên ku leşkeran rê girtiye û destûr nadin kes derbas bibe, hesiyan. Bi ser wan agahiyan re qefle di cihên xwe de radiwestin û bi qasî 2-3 saetan nêzîkê sînor nabin.
Di wê pêvajoyê de li malbatên xwe digerin. Malbat bi baweriya pratîka xwe ya dehan salan ji wan re dibêjin “tiştekî awarte tune ye, werin herî zêde dê leşker dest deynin ser barên we, heke we bibin qereqolê jî dê bertîlên xwe bigirin û we berdin”. Piştî ku malbat bi awayekî piştrast û bêfikar ji wan re dibêjin werin ew jî ber bi sînor ve dikevin rê.
Yek ji rojên reş; 28’ê kanûnê
Qefle li dû hevdu saet di 21:30’an de nêzîkê ser sînor dibin. Qefleya yekemîn ji sînor derbas dibe. Bi derbasbûna qefleya yekemîn re bomberdûmana balafirên şer ên Tirkiyeyê dest pê dike. Bombeyên yekemîn koma ku ji sînor derbasî milê Tirkiyeyê bûye li wan dibarin û pêl bi pêl wekî xezebên dojehê li qefleyên dinan dibarin.
Bomberdûmana balafiran a dijwar a ku herêmê dike gola xwînê heta saet 22:25’an, yanî nêzîkê saetekî dewam dike. Armanca wan ew e ku ji 38 kesan tenê yek kes jî ji mirinê xelas nebe. Fermana ku hatibû dayîn wisa bû. Hemû kurd bûn û kuştina wan rewa bû. Pîlotan fermana ku hatibû dayîn bê kêmasî pêk dianî.
Di encama bomberdûmana dijwar de, parçeyên laşên hêstir û ya mirovan tevlihev dibin. Herêma ku gelek caran şahediya rêwitiya gundiyan a şad û bextewar û bi coş kiribû li wan bûbû dojeh.
Fermandarê qereqolê gundiyan dixapîne
Sînor nêzikê gund bû. Bi ketina bombeyan re xaniyên gundiyan dihejin. Bi dengê bomberdûmanê re gundî bi tirs û fikar radibin ser xwe. Demildest bi fermandar û rayedarên dewletê re dikevin têkiliyê. Tînin bîra rayedaran ku zarokên wan ji Başûr tên. Fermandarê qereqolê di bersiva xwe de ji wan re dibêje; “xem nekin, tiştek bi wan nabe, tenê ji bo hinek bitirsin derûdorên wan tên bombekirin, demek şûnde dê hemû sax û selamet vegerin malên xwe” li gel wê hişyariya gundiyan bomberdûman ranaweste û balafirên F-16 pêl bi pêl bombeyên xwe bi serê gundiyên rêwî de dibarînin. Piştî pêla duyemîn gundî careke din li fermandarê qereqolê digerin. Dibêjin “ hûn dizanin ku zarokên me li wir in, bila tiştek bi zarokên me neyê”. Fermandarê qereqolê bi awayekî hişk dibêje; “heke ewlehiya zarokên we ji bo we ewqasî xem bû çi karê zarokên we li wê derê heye” û telefonê bi ser rûyê gundiyan de digre. Bi ser helwesta fermandarê qereqolê re gundî fêm dikin roj li wan reş geriyaye. Gundî di bin bomberdûmana balafiran de berê xwe didin ser sînor.
Qefleyên ku li paş tên ew jî bomberdûmanê dibînin lê bawer nakin ku ew bombe li hevalên wan hatibin barandin. Lewre nakevin nav hewldanên revê û hewldanên bergîrgirtinê. Lê demek şûnde piştî pêl bi pêl bombe bi serê wan de jî bariyan êdî ne fersenda revê û ne jî fersenda wan a bergîrgirtinê hebû.
Wahşeta li ber çavên gundiyan
Gundî piştî ku bi kelebîn digihîjin ser sînor bi bedenên zarokên xwe yên parça parçe bûyî re rûbirû dimînin. Wehşeta ku pêk hatiye bi çavên xwe dibînin. Feryad û fîgana gundiyan a dilsoj digihîje erş û ezmanan lê nagihîje rayedarên dewletê. Jixwe xeynî feryad û fîganê tiştê ku bikin jî tune bû.
Em di sedsala 21’emîn de dijiyan. Her cure wesayîtên hewayî û yên bejahî hebûn. Gelek caran ji bo leşkerekî brîndar balefir, helîkopter û bi dehan ambûlans bihevre seferber dibûn. Lê dema ku yê brîndar û mirî kurd be li erdê dimîne. Jê 19 zarok 34 ewladên kurd bi destê dewletê hatibûn qetilkirin, lê dewlet brîndar û cenazeyên wan jî ranedikirin. Bi ser de ji malbatan re dibû asteng.
Dîmenê Roboskê dîmenê trajediya kurd a sedan salan e
35 bedenên parçebûyî li erdê bûn. Ji wan 35 kesan 13 kes bi awayekî giran brîndar bûn û li erdê bûn. Gundî bi lez û bez li ambûlansan digerin, ambûlansên ku li navçeya Qilebanê bûn berê xwe didin cihê bûyerê. Lê leşker destûr nadin ku ambûlans û wesayitên din nêzîkê cihê bûyerê bibin. Ji ber astengkirin û derengmayîna ambûlansan ji 13 brîndaran hinek ji ber herikîna xwînê, hinek jî wekî rûreşiya mirovahiyê ya sedsala 21’emîn ji ber serma û seqemê jiyana xwe ji dest didin.
Gundî bi wî halê xwe yê kezebperitî ji êvarê heta sibeha rojê, di newal û quntarên çiyê de, di nav berf, kevir û axa sar de li parçeyên laşên zarokên xwe digerin. Parçeyên zarokên xwe yên komkirî dikin torbeyan. Di destpêka rojê de bedenên zarokên xwe yên parçebûyî li romorkên traktoran û li pişta hêstiran bar dikin û ber bi gundên xwe ve dikevin rê. Dîmenê ku li Roboskê derketibû holê dîmenê trajediya civaka kurd a bi sedan salan bû.
Ji koma yekemîn tenê yek kes, Serwet Encû, ji mirinê xelas bûbû. Ji koma dawîn du kesên ku di herî dawî de ne ber bi Başûr ve direvin û ji mirinê rizgar dibin. Ji 38 kesan yekî jî wekî birîndarê giran radikin nexweşxaneyê. Piştî 15 rojan di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de tê dermankirin baş dibe. Di encamê de ji 38 gundiyan tenê 4 kes ji mirinê rizgar dibin.
Nasname bi otopsiyê tên tespîtkirin
Bedenên parçebûyî û her parçeyek li deverkê hatibû dîtin. Ji ber parçebûna bedenan malbatan zarokên xwe nasnedikirin. Dayikan hewl dida ji dest, mil, pê, pêlav, gore û ji gustîlka di tiliyê de, ji cil û bergên ser wan zarokên xwe binasin. Lê wê hewldana dayikên dilsoj ji bo nasînê têr nedikir.
Nasnameyên cenazeyan encax bi rapora otopsiyê hatin tespîtkirin. Hinek ji wan ên ku der barên wan de tu îşaret û agahî nehatibûn bidestxistin bi tespîtkirina rapora otopsiyê diyar bû ku di nav kuştiyan de cih digirin.
Piştî diyarkirina nasnameyan bi tevlibûna bi hezaran kurdistaniyan û siyasetmedarên kurd gundiyên Roboskê bi merasîmeke bi heybet 34 ewladên xwe yên bê sûc û guneh defin kirin. (Dewam dike)