Desnîşankirina peymanê û geşedanên piştî wê
Piştî nîqaş û muzakereyên dûdirêj di 24’ê tîrmeha sala 1923’yan de Peymana Lozanê hat destnîşankirin. Di encama wê peymanê de Kurdistan; di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de dabeşî çar parçeyan bû. Peymana Lozanê di serî de ji bo civaka kurd, ji bo Rojhilata Navîn, ji bo civaka tirk û ji bo hemû dewletên kapîtalîst ên li rojava xaleke gelek girîng e. Rast nirxandina nîqaşên di pêvajoyên beriya destnîşanê de hatine kirin û encamên wê gelek girîng e. Li ser vê esasê divê mirov hinek li ser xisûsên wê yên bingehîn bisekine û lê hûr bibe.
Armanc serwerkirina pergala kapitalîst bû
Armanca şerê yekemîn ê cîhanê ew bû ku pergala kapitalîst li ser hemû erdnîgariya cîhanê bidin ferzkirin û bikin pergala cîhanî. Di sedsalên 18 û 19 mîn de hewldanên dewlatên Ewropa yên kapîtalîst ketina Rojhilata Navîn çêbûn. Bi wan hewldanan ve girêdayî gelek geşedanên girîng çêbûn. Lê wan geşedanan têrî nekir ku Rojhilata Navîn bi temamî bikeve bin seweriya wan û pergala wan a kapitalîst. Astengiyên maddî û manewî yên heremiyên ku li heremê pêşî li xurtbûna pergala kapîtalîzmê digirtin hebûn. Astengiyên madî hebûnên Împaratoriya Osmaniyan û Împaratoriya Fars bûn. Astengiyên manevî jî çanda xurt a civakên Rojhilata Navîn a ehlaqî olî û hwd. ên ku bingeha xwe ji çanda neolîtîkê digrin bûn. Ew çanda manevî di astên gelek cuda de heta roja me jî bandora xwe didomîne.
Dewletên Ewropayê yên etnîkî û kapitalîst ne di wê rewşê de bûn ku karibin bi guhertina çanda manewî ya Rojhilata Navîn ve mijûl bibin. Guherîna çanda manevî demek dirêj û kedek mezin dixwest. Lê derfet û hêza wan ji bo rakirina astengiyên madî hebûn. Di sedsala 20’emîn de dewletên ewropî rêbazên bikaranîna derfetên madî hilbijartin.
Dewletên mezinên ku îngilîz, fransî û almaniyan serkêşiya wan dikir ji bo Rojhilata Navîn bikin bin serweriya xwe û bikin qada mêtingeriya xwe di dîroka cîhanê de şerê herî mezin ê ku hetanî wê demê nehatibû dîtin dan destpêkirin. Navenda şerê yekemîn ê herî mezin ê Cîhanê yê ku di navbera salên 1914-1918’an de pêk hat Rojhilata Navîn bû. Di dawiya wê şerê mezin de Îngilîstan û Fransayê wekî dewletên serketî teşe dan siyaseta cîhanê û Rojhilata Navîn.
Peymana veşarî; Sykes-Picot
Bêguman Îngilistan û Fransayê der barê Rojhilata Navîn de lihev kiribûn û plansaziyên xwe amade kiribûn. Di pêvajoya yekemîn şerê cîhanê de di 16’ê gulana 1916’an de bi awayekî veşarî di navbera Mark Sykes ê îngilîz û George Picot ê fransî de peymana Sykes-Picot hatibû destnîşankirin. Dewleta rûs ji wê peymanê hayîdar û dû re dibe şirîkê wê peymanê. Li gorî wê peymanê erdnîgariya Kurdistanê û ya Rojhilata Navîn li hevûdu parve kiribûn. Beşek erdnîgariya bakurê Kurdistanê jî dabûn dewleta rûs. Dewletên navborî dê li gorî wê peymanê erdnîgariya Rojhilata Navîn dagir û desteser bikirina.
Di sala 1917’an de bi serkeftina şoreşa civakî ya li Rûsyayê dewleta rûs ji şer vekişiya û hemû peymanên ku berê ji hêla rayedarên rûs ve hatibûn destnîşankirin betal kirin. Di heman demê de diyar kirin ku wan ji mafên xwe yên di peymana Sykes-Picot de dest berdane. Bi wê helwesta rûsan peyman Sykes-Picot deşîfre bû.
Peyman Mondrosê û plansaziya nû
Bi deşîfre bûna peymanê re rewşeke nû derket holê. Bi destnîşankirina peymana Mondrosê ya 30’ê cotmeha sala 1918’an rewş ji nû ve hat nirxandin û li gorî rewşa nû plansaziyeke nû hat çêkirin. Piştî destnîşankirina peymana Sevrê ya 10’ê tebaxê sala 1920’î hewldanên teşedayîna Rojhilata Navîn a siyasî dest pê kirin. Lê berxwedana civaka kurd û tirk a bi hev re, îhtîmala tevlibûna Ermenistanê ya nav Yekitiya Rûsyayê, piştî avabûna tifaqa tirk û rûsan derketina îhtîmala bi ser Anatolyayê re hatina sosyalîzmê ya Rojhilata Navîn û Ewropayê û ji ber gelek sedemên cûrbicûr neçar man ji wê plansaziyê û encamên peymanê dest berdin.
Herî dawî bi peymana Lozanê ya ku di 24’ê tîrmeha sala 1923’yan de destnîşankirin li gorî plansaziyên xwe yên dawîn teşeyeke siyasî dan Rojhilata Navîn. Bêguman ev teşeya dawîn jî ne li gorî çand û jiyana civakên Rojhilata Navîn bû. Di wê teşeya dawîn de jî wekî her carî berjwendiyên civakên heremê esas nehatibûn girtin, tenê berjewendiyên xwe yên mêtîngeriyê esas girtibûn. Lewre sed sal e Rojhilata Navîn her tim qada şer û rageşiyan e. Sed sal e Rojhilata Navîn gola xwînê ye.
Nexweşîna nîjadpersetiyê xistin nava civakan
Bi wê plansaziya nû re çanda dewleta etnîkî û nîjadperest a ku bîrdoziya xwe ji pergala kapitalîst digre weke nexweşiyekî derbasî Rojhilata Navîn bû. Bi hatina wê nexweşiyê re hevsengiya civakên Rojhilata Navîn xira bû. Aştî û aramiya Rojhilata Navîn têk çû. Civakên Rojhilata Navîn bi hezaran salan di bin çanda neolîtîkê û bîrdoziyên bawerî û olî de teşe girtibûn. Xwediyê çandeke xweşbîn û mirovperwer bûn. Civakên nîjad cuda û ol cuda bi hezaran salan bi hevre di nava aştiyê de jiya bûn.
Çanda nexweş a ku wekî vîrus ketibû Rojhilata Navîn di demek kurt de encamên xwe yên nebixêr dan der.
Wê nexweşiyê li gorî divêtiya xwe ya cudaker di navbera civakan de dest bi avakirina neyariyê kir. Di pêvajoyên berê de jî cudakariyan di Rojhilata Navîn de rê li ber pirsgirêkan vekiribûn. Lê di nava cikavakan de tu carî dijminahî ewqasî kûr nedibû û civak dijî hevûdu bi ewqasî tûj nedibûn. Jehra nîjadperestiya ku emperyalistan anîbûn li Rojhilata Navîn belav kiribûn cara yekemîn bû ku dijberî ewqasî kûr dikir, civak li hevûdu sor dikir û bi hevûdu didan qirkirin.
Dewletên nîjadperst û kapitalîstan ji bo berjewendiyên xwe yêm mêtîngeriyê bi hêsanî bi dest bixin di bin navê avakirina dewletan de erdnîgarî û Civakên Rojhilata Navîn parçe parçe kirin. Û civak hemû kirin dijminên hevûdu. Civaka ereb di bin navê avakirina 22 dewletan de parçe parçe kirin. Her parçeyek li gorî divêtiyên berjewendiyên dewletên emperyalîst hatin teşekirin.
Kurdistan kirin çar parçe
Kurdistan bi epyamana Qesra Şêrîn bibû du parçe bi peymana Lozanê bû çar parçe. Di navbera çar dewletên dagirker, Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de hat dabeşkirin. Ji xeynî civakên Îranê hemû civakên Rohilata Navîn bi heman aqûbetê re rû bi rû man. Her wiha rewşa giştî ya ku bi peymana Lozanê re derketibû holê li dijî hemû civakên Rojhilata Navîn bû. Parçebûyineke wisa pêkanîbûn ku tu parçeyek ji halê xwe razî nebe û li dijî parçeyên din bê helwest nemîne. Bê guman bi hostatî û zanebûneke mezin ji bo dijberkirin û li dijî hevûdu sorkirina civakan ew plansaziya xwe ya parçekirinê pêk anîbûn. Di rastiya xwe de, peymana Lozanê belgeyeke polîtîkaya destnîşankirî ya emperyalîstan a “dabeş bike, parçe bike, bi rê ve bibe” ye.
Berdêla herî giran civaka kurd da
Divê mirov li Kurdistanê û civakên li Kurdistanê dijîn bi feraseta perspektîfa peymanê Lozanê a parçeker û dijberker ku li jor hatiye diyarkirin binihêre û fêm bike. Di pêvajoya şer û piştî şer de civaka ku herî zêde zirar dîtiye civaka kurd e û erdnîgariya Kurdistanê ye. Erdnîgariya ku herî zêde talan bû, wêran bû, parçe bû û zirara herî mezin re rû bi rû ma erdnîgariya Kurdistanê bû. Civaka ku herî zêde şer kir, berdêlên herî giran da û di encamê de bi xapandinên herî mezin re rûbirû ma, parçe parçe bû û ket pêvajoya tunebûnê civaka kurd bû. Di encama vî şerî de hêzên dagirker kurd xapandin, kemalîstan kurd xapandin, ereban kurd xapandin, farisan kurd xapandin. Yekane xala ku hemûyan li ser lihev kirine tunekirina civaka kurd bû.
Her hêza ku di Rojhilata Navîn de berjewendiyên wê hebûne li gorî xwe civaka kurd kişandiye gel xwe, yan jî kiriye dijberê xwe. Her tim armanca wan li gorî berjewendiyên xwe bikaranîna civaka kurd bû. Beşeke ji wan bi ser ketine, beşek ji wan jî helwesta civaka kurd destûr nedaye bi ser bikevin. Ji serketin an jî neserketinê girîngtir û xerabtir ew e ku her hewldanekî wan bi xwe re hilweşînên mezin û berdêlên giran ji bo civaka kurd derxistine holê.
Civaka kurd pê serok û rêber ma bû
Di pêvajoya serhildanên sed sala dawîn a osmaniyan de hemû serok û rêberên civaka kurd hatibûn qetilkirin. Yên mayî bi mişextiyan hatibûn tasfiyekirin. Civakeke bê serok û bê rêber mabû li holê. Lewre beyî ku xwe li gorî şert û mercên heyî bi rêxistin bike û li gorî konjoktora cîhanî amade bike û pergaleke nûjen ji xwe re ava bike bi şerekî wiha mezin ê ku cîhanê ji nû ve teşe dikir re rû bi rû ma bû. Ji geşedanên cîhanî û ji siyaseta dewletên kapitalîst û emperyalîstan a kirêt hayîdar nebûn. Ji ber van sedeman dewletên hêzdaran bi hêsanî karibûne li gorî divêtiyên berjewendiyên xwe teşe bidin Kurdistanê û fatûreya herî giran li kurd û kurdistaniyan bibirin.
Dema ku rewşa civaka kurd a pêvajoyên piştî salên 1923’yan were nirxandin hewce ye di çarçoveyê vê peymanê de were nirxandin. Heke li gorî şert û merc û encamên peymanê neyê nirxandin, dê bi destxistina encameke rast û durist û rasteqîn ne hêsan be.
Heta destnîşankirina peymanê berdilê kurdan dan
M. Kemal heta beriya peymana Lozanê her tim qala xweseriya civaka kurd dikir. Bi soz, bext û weadên xweseriyê piştgirya civaka kurd girtibû. Di pêvajoya amadekarî û erêkirina makezagona sala 1921’î de ku “otonomiya” civaka kurd qebûl dikir de civaka kurd bi 27 wekîlên xwe piştgiriya M. Kemal kiribû.
Di pêvajoya hevdîtinên Lozanê de, di 16’ê çile ya 1923’yan de M.Kemal di civîneke ku bi rojnamevanan re dikir de helwesta xwe ya der barê xweseriyê de hin didomand. Di civîna ku li Qesra Îzmîrê hat kirin de M. Kemal, mebûsê Stenbolê Adnan Beg, sernivîskarê rojnameya Vakîtê Velîd Beg, sernivîskarê rojnameya Îlerî Sûphî Nûrî Beg, nivîskarê rojnemeya Îkdamê Yakup Kadrî Beg, nivîskarê rojnameya Tanînê Îsmaîl Muştak Beg, nivîskarê rojnameya Akşamê Falîh Rifki Beg û muhabîrê rojnameya Îlerî Kiliçzade Heqî Beg tê de cih girtin de M. Kemal “polîtîkaya xwe ya der barê kurdan” wiha vedigot;
“…Meseleya kurdan, ji bo me ango ji bo dewleta tirk teqez e ku tu carî nabe mijara berjewendiyê. Bi aweyekî ku neyê înakarkirin di nava sînorên dewleta me de civaka kurd heye. Û gelek bajêr û navçeyên me ji piraniya serjimara wan pêk tên. Ji bo me ya esas piraniya serjimarê ye. Lê hewce ye neyê jibîrkirin tirk û kurd di nava hev de bi hevre dijîn û veqetîna wan gelek zehmet e. Kurd li gelek bajarên tirkan jî dijîn û li wan deran piraniya wan tune ye. Lewre di nava kurd û tirkan de xêzkirina sînorekî wisa nehêsane û ne rast e. Heke em hewl bidin sînorek xêz bikin em ê her du civakan mef bikin. Heke em sînorekî heta Erzeromê bikşînin hewce ye em kurdên çolistana Konyayê ji çav derxin. Heta ku em kurdan bi tena serê xwe cuda bifikirin wekî ku me di makezagona 1921’an de jî diyar kiriye em ê di nava pergala xweseriyê de mafên wan bidine wan. Li kîjan navendî kurd piranî bin dê bi awayeke xweser xwe bi rêve bibin. Ji ber wê dema ku em qala berjewendiyên Tirkiyeyê bikin hewceye em civaka kurd jibîr nekin. Heke em wan îhmal bikin bê guman dê her tim ihtimala derxistina wan a pirgirêkan hebe. Meslisa Tirkiyeyê niha ji wekîlên kurd û tirk pêk tê. Hemû kes dizanin ku ew meclis hevpar e. Her du netew ji bo berjewendiyên xwe yên hevpar bi hev re tevdigerin…”
Civaka kurd baweriya xwe bi M. Kemal anî bû û bi hêviya ku wê hevparên dewleta nû bin bi her awayî û bi berdêlên gelek giranbuha di pêvajoya şerê li dijî dagirkeran de û di pêvajoya avakirina komara nû de cih girtibûn. Di oxira wê de her tiştê xwe feda kiribûn. Lewre wekî ku M. Kemal gotî kurdan jî texmîn dikir ku dê hevparên dewleta nû bin û xwedî mafên wekhev bin.
Bi destnîşankirina peymana Lozanê hebûna dewleta tirk di qada navneteweyî de hatibû qebûlkirin. Di hiqûqa navneteweyî de hebûna komara tirk hatibû pesendkirin. Bi kurtahî hebûna dewleta tirk mîsoger bibû.
Wekî ku li jor me anîbû ziman, piştî ku wekîlên dijber û muxalîf hemû ji meclisê hatin tasfikerin di 24’ê tîrmeha 1923’yan de peymana Lozanê di meclisê de hat erêkirin.
Înkar û tunekirin
Peyman Lozanê hatibû destnîşankirin. Di meclisê de jî hatibû erêkirin. Her tişt li gorî daxwaza M. Kemal û hevalbendên wî pêk hatibû. Şer qediya bû û hebûna dewleta wan di qada navmneteweyî de hatibû qebûlkirin. Êdî pêdiva wan bi dilxweşiya civaka kurd nemabû û ne hewce bû ber dilê kurdan bidin.
Êdî pêdivî bi weşartina rastiya dilê xwe û hişmendiya xwe ya nîjadperst û qirker nedîtin. Yek bi yek rûpoşên xwe avêtin û pêvajoya înkar û tunekirina civaka kurd dan destpêkirin.
Demildest rêveberên dewletê yên li Kurdistanê ji asta jêr hetanî asta jor hemû hatin guhertin. Yên kurd û yên demokrat hemû an ji heremê hatin derxistin an jî ji kar hatin dûr xistin. Di şûna wan de tirkên nîjadperest ên sadiqên dewletê hatin peywirdarkirin. Peyvên der barê kurd û Kurdistanê de ji hemû belgeyên fermî û nîvîsaran hatin derxistin.
Bi van pêngavan polîtîkaya xwe ya der barê tunehesibandin û tunekirina kurdan de xistin meriyetê. Makezagona bingehîn a 1921’î ya ku otonomiya kurd nas dikir tune hat hesibandin. Di sala 1924’an de makezagoneke nû hat amadekirin.
Lijneya amadekar a makezagona nû ya ku ji 12 wekîlan pêk dihat di 9’ê adara 1924’an de dema ku hişmendiya makezagona nû rave dikir wiha digot; “…Dewleta me dewleteke mîllî ye û ji yek neteweyê pêk tê.”
Ji wê hevoka wan dihat fêmkirin ku komara nû li ser hişmendiya yek netewî, yek çandî, yek zimanî ya hişmendiya îtîhat terakî ya nîjadperest ava dibe. Ew jî dihat wê wateyê ku makezagona nû tenê civaka tirk nas dike, xeynî civaka tirk civakên din yekî jî nas nake û mafê jiyanê nade wan. Her çiqasî dinava sînorên welat de bermahiyên osmaniyan gelek civakên din hebin jî xeynî tirkbûyinê ti şanseke wanê din tune ye.
Di adara 1924’an de biryar dan ku di dagehan de tenê zimanê tirkî were bikaranîn. Di heman demî de di perwerdehiyê de bikaranîna zimanê kurdî qedexe kirin û di qada fermî de biryara qedexekirina zimanê kurdî dan. Ji bo civaka kurd hebûna saziya xîlafetê ji sedemên herî girîngan yek bû ku piştgiriya M. Kemal kiribûn. Di 3’ê adara 1924’an de saziya xîlafetê ji hêla M. Kemal ve hat girtin. Zagona Tevhid-î Tedrisat (Yekparekirina perwerdehiyê) hat derxistin û medreseyên ku bi sedan salan di jiyandina zimanê kurdî, çanda kurdî û wêjeya kurdî de risteke mezin lîstibûn hatin girtin. Hemû qadên jiyanê li ziman û çanda kurdî hatin girtin. Bi kurtasî nefes li kurdan hat çikandin.
Li dijî siyaseta qirker serhildan
Wan geşedanên qirker û tunekeran roj bi roj derzên nav her du civakan mezintir û kûrtir dikirin. Nakokî û pirsgirêk zêdetir dikirin. Soz û bextên ku jê hêla M. Kemal ve hatibûn dayîn hemû hatin jibîrkirin. Demek şûn de civaka kurd fêm kir ku careke din bi xîyanet û bêbexiyeke mezin re rûbirû ye.
Li dijî bêbextiyê û siyaseta qirker tenê rêyek li ber civaka kurd hebû. Ew rê jî wekî her carî serhildan bû. Rêze serhildanên ku di 8’ê sibata 1925’an de bi serhildana Kalê Şêx Seîd dest pê kiribû di bin pêşengiya Tevgera Azadiyê de li çar parçayên welat 40 sal e bênavber dewam dike. (Dawî)