Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Dosya: Serhildana Şêx Seîd û 29’ê Hezîranê – 1

Di dîroka kurdan de rojeke dilsoj; 29’ê hezîranê

 Roja 29’ê hezîranê weke rojeke dilsoj di dîroka kurdan de cih digire. Ji ber wê dilsojiyê 29’ê hezîranê ji bo civaka kurd rojeke gelek girîng e. Di 29’ê hezîrana 1925’an de pêşengê kurd Kalê Şêx Seîd û 46 rêhevalên xwe ji hêla dewleta tirk ve li bajarê Amedê li qada Deriyê Çiyê hatin darvekirin.

Piştî 74 salan di roja 29’ê hezîrana 1999’an de biryara dardakirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn. Bêguman di roja dardakirina Şêx Seîd de biryar dayîna dardakirina birêz Ocalan ne tesedufî bû. Bi wî biryarî peyameke girîng didan civaka kurd. Di vê peyamê de dixwestin bibêjin ku dê aqûbeta rêberên gelê kurd her tim wekî yê Şêx Saîd be.

Ji bo ku em karibin wateya roja 29’ê hezîranê fêm bikin hewce ye em serhildana Kalê Şêx Seîd û hîma ku li ser pêşketiye bibîr bînin. Pêve girêdayî em ê şert û mercên ku rê li rêzeserhildanan vekirine jî bi kurtahî bibîr bînin.

 Li dijî bêbextiyê serî hildan

 Di şerê yekemîn a cîhanê de eniya dewleta Osmanî têk çû. Di 30’ê cotmeha 1918’an de di navbera dewletên serkeftî û dewleta osmanî ya têkçûyî de peymana Agirbestê ya Mondrosê hate îmzekirin. Li gorî wê peymanê artêşa osmanî dihat belavkirin û li gorî xala 7’emîn dagirkirina erdnîgariya dewleta osmanî dihat meşrûkirin.

Piştî îmzekirina peymanê dewletên eniya serkeftî erdnîgariya osmanî di nava xwe de dabeş kirin û gav bi gav dest bi dagirkeriyê kirin. Nerazîbûnên gel yên li dijî dagirkeriyê li gelek deveran bilind bûn lê nerazîbûnên herî mezin û herî xurt li Kurdistanê bilind bûn. Erdnîgariya Kurdistanê bû qada berxwedanên li dijî dagirkeriyê.

Berxwedana civaka kurd yên li dijî dagirkeriyê bala Mustafa Kemal Ataturk dikşîne ser xwe û hêviya bilindkirina serhildanê bi wî re xurt dike. Serkeftina têkoşînê di berxwedaneke hevpar a civaka kurd û tirk de dibîne. Lewre dema ku Mustafa Kemal diçe Samsûnê rasterast berê xwe dide Kurdistanê. Li ser soz û bexta wekheviya civaka kurd û tirk û avakirina dewleteke hevpar serok û rêberê kurdan îkna dike.

Mustafa Kemal Ataturk piştî îknabûna pêşengên civaka kurd kongreya xwe ya yekemîn a ku hîmên komara nû tê de tên danîn di 23 tîrmeh – 7 tebax 1919’yan de bi tevlibûna serok û rêberên kurd li bajarekî Kurdistanê Erzeromê pêk tîne. Berdewama kongreya Erzeromê de ya duyemîn jî dîsa bi tevlibûna serok û rêberên kurd li bajarekî Kurdistanê Sêwazê pêk tê. Di herdu kongreyan de xalên sereke ji bo welateke hevpar têkoşîneke hevpar a civaka kurd û tirk, û li ser wekheviya her du civakan avakirina dewleteke hevpar e.

Piştî her du kongreyan di 18’ê cotmeha 1919’an de Ataturk li Amasyayê 5 heb protokolan îmze dike. Di wan protokolan de bi awayeke zelal tê gotin ku erdnîgariya ku kurd û tirk têde dijîn welatê hevpar e. Û di berdewamê de tê gotin ku dê mafê civakî û çandî ya civaka kurd bên nasîn û piştgirî bê dayîn.

Piştî serkeftina têkoşîna azadiyê ya her du civakan di makezagona 1921’an de di bin navê “Muxtariyetê” de xweseriya civaka kurd tê nasîn. Makezagona ku ji 24 xalan pêk tê 14 xal qala avakirina rêveberiyên xweser yên herêman dikin. Ev bixwe nîşaneya demokratîkbûna wê makezagonê bû.

Civaka kurd bawerî bi wê makezagonê anî û piştgiriya xwe ya ku dida Ataturk bi 27 wekilên xwe yên di meclisê de domand. Wê pêvajoya erênî û nerm hetanî peymana Lozanê berdewam kir.

Di pêvajoya hevdîtinên li Lozanê de, di 16’ê çileya 1923’yan de Ataturk li qesra Îzmîrê bi rojnamevanan re civînek pêk tîne. Di wê civînê de helwesta xwe ya erênî ya der barê xweseriya civaka kurd de bi awayekî zelal tîne ziman. Ataturk di wê civînê de mînaka kurdên Konyayê û kurdên bajarên Anatolyayê din dide û baldikşîne ser tevlîhevbûna jiyana civaka kurd û tirk û zehmetiya kişandina sînor a navbera herdû civakan tine ziman û girîngiya pergala xweseriyê tîne ziman û dibêje li kîjan heremê kîjan civak pirjimar be wê karibe di pergala xweseriyê de xwe birêve bibe.

Piştî pêvajoyeke nîqaşan a demdiirêj peymana Lozanê di 24’ê tîrmeha 1923’yan de hat îmzekirin.  Hebûna komara nû di qada navneteweyî de hat erêkirin û di hiqûqa navneteweyî de bi awayekî fermî hat nasîn.

Piştî îmzekirina peymana Lozanê siyaseta dewleta tirk guherî. Soz û bextên ku dabûn kurdan hemû hatin jibîrkirin. Di sala 1924’an de makezagoneke nû hat amadekirin. Di makezagona nû de siyaseta Îttîhat Terakkî ya nîjadperest esas hat girtin.  Xweseriya ku di makezagona 1921’an de dabûn civaka kurd jê derxistin û civaka kurd tune hat hesibandin.Yek netew û yek çand esas hat girtin. Pergala dewletê li ser tunekirina çand, ziman û netewa kurd ji nû ve hat dîzaynkirin. Çand, ziman û nasnameya kurdî hatin qedexekirin. Bi kurtahî hebûna civaka kurd hat qedexekirin. Êdî yğkane armanca dewleta tirk bi rêbazên qirkirinên fizikî û spî tunekirina civaka kurd bû.

Bi qedexeyan ve girêdayî ji bo teslîmgirtin û tunekirina civaka kurd dadgehên  taybet yên bi navê Dadgehên Îstîklalê (Îstîklal Mahkemeleri), zagonên taybet yên bi navê “Takrir-i Sukûn û Îzaleyî Şekavet” û plansaziyên qirker yên wekî Planên Islehkirina Şerqê (Şark Islahat Plani) xistin meriyetê.

Geşedanên ku pêk dihatin roj bi roj civaka kurd dixist nav fikaran. Her ku diçû baweriya wan a bi Ataturk û rayedarên tirk ên din kêm dibû. Roj bi roj cudakariya navbera her du civakan kûrtir dibû. Di demeke kin de civaka kurd fêm kir ku careke din bi bêbextî û îxaneteke mezin re rû bi rû ne. Ji hêla civaka kurd ve qebûlkirina bêbextiyê û qebûlkirina siyaseta qirker nepêkan bû. Bêguman dê bersiveke civaka kurd jî ji bo siyaseta nîjadperest û qirker hebûya. Ew bersiv jî wekî her carî wê dîsa serhildan bûya.

Hewldanên avakirina eniya neteweyî

Hewldanên serok û rêberên kurdan dest pê kirin. Di wê serdemê de hewldanên Xalit Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg ên avakirina eniyeke neteweyî derdikevin pêş.

Civaka kurd di dawiya serdema Osmaniyan de di bin navên gelek sazî û dezgehên cuda de xwe birêxistin kiribû. Xalit Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg dixwazin saziyên kurd yên çepgir, rastgir, oldar, liberal hemûyan di bin navê rêxistina Azadî de kom bikin û eniyeke neteweyî ava bikin. Kêm be jî di hewldana xwe de bi ser dikevin. Serhildana Kale Şêx Seîd a ku dibê destpêka pêvajoya rêzeserhildanan berhema wê hewldanê ye.

Pêşengê serhildanê kalê Şêx Seîd bi eslê xwe ji navçeya Palo ya girêdayî Xarpêtê ye. Dû re koçê navçeya Xinûsê ya girêdayî Erzeromê dike û li wê derê dijî. Şêx Seîd ji pêşengên terîqeta Nakşîbendî yên herî girîng yek e. Bazirganiya sewalan dike. Bi saya wê bazirganiyê ji Erzeromê hetanî Halebê têkiliyên wê yên xurt û bi bandor bi hemû beşên civaka kurd re çêbibin. Baweriyeke xurt dabû gel. Şêx Seîd ji hêla hevjîna xwe ve xizmê Xalit Begê Cibrî ye. Di heman demî de têkiliyên wî yên germ bi wekilê Bedlîsê Yusuf Ziya Beg re hebûn. Bi ser Yusuf Ziya Beg re têkiliyên wî bi rêxistina Azadî re  çêbûn.

Dema ku Yusuf Ziya Beg ji bo pêşniyara tevilbûna wî ya eniya Azadiyê diçe Xinûsê Şêx Seîd bê fikar qebûl dike. Piştî qebûlkirina wê pêşniyarê êdî du nasnameyên Şêx Seîd hene. Yek pêşengiya oldarî, ya din pêşengiya neteweyî ya Azadiya Kurdistanê. Lê heta têkçûna serhildana Elkê risteke Şêx Seîd a girîng di nava rêxistina Azadiyê de tunebû. Wekî endameke ji rêzê di nava rêxistinê de cih digire.

Rêberên rêxistina Azadiyê tên girtin

Di pêvajoya birêxistinkirina eniya Azadiyê de li ser şaş fêmkirina peyamekî di bin pêşengiya Îhsan Nûrî û Rizayê birayê Yusuf Ziya Beg de li Elkê (Bêşebab) serhildan dest pê dike. Her du ji artêşa tirk de fermandar in. Bi tevî leşkerên ku bi wan ve girêdayîne vedikişin çiya. Ji ber bê amadekariyê û piştgirî nedana eşîrên heremê di demeke kin de bi têkçûnê re rûbirû dimînin. Piraniya serok û rêberên serhildanê tên girtin û li Bedlîsê daraza wan dest dike. Îhsan Nûrî û komek hevalên xwe derbasî başûrê Kurdistanê dibin.

Dewleta tirk serhildana Elkê bi Tevgera Azadiyê ve girê dide û dest bi girtina wan jî dike. Piştî girtina rêberên rêxistina Azadiyê yên wekî Mîralay Xalit Begê Cibîrî,Yusuf Ziya Beg, Hacî Musa Begê Motkî, Riza Beg û hwd. di rêbertiya rêxistina Azadiyê de valahiyek çêdibe. Di wê valahiyê de li ser pêşniyar û xwestekan ji bo pêşengiya rêxistina Azadiyê navê kalê Şêx Saîd derdikeve pêş.

Encamên Serhildana Elkê ji bo civaka kurd û jî ji bo dewleta tirk gelek girîng bûn. Piştî ku dewleta tirk fêm kir ku serhildana Elkê perçeyek an jî bingeha raperineke dorfireh e dest bi girtina tedbîrên hişk û tund kir. Dest bi amadekariyên operasyonên leşkeriyên gelek cuda cuda kirin. Pêl bi pêl dest bi girtinan kirin. Bi sedan kes kes hatin girtin. Gelek kes hatin mişextkirin û ji Kurdistanê hatin dûrxistin. Rayedarên dewletê bi wan rêbazan dixwestin civaka kurd bitirsînin, biçewisînin û teslîm bigrin.

Bersiva civaka kurd a li dijî hewldanên dewletê xurtkirina rêxistiniya xwe bû. Tirs û xof a ku dewletê dixwest li ser civaka kurd ferz bike bi ser nediket. Serok û rêberên kurdan bi vîneke xurt û bi awayekî aşkera amadekariyên serhildanê dikirin. Dewleta tirk bi saya sîxurên xwe yên wekî Bînbaşi Qasimê Cibrî yê ji malxezûranê Şêx Seîd hewldanên pêşengên kurd ji nêz ve dişopand. Gav bi gav ji amadekariyên serhildanê hayîdar dibû.

Biryara girtina Şêx Seîd dan

Dewleta tirk ji bo pêşî li xurtkirina rêxistinbûyinê bigre û amadekariyan asteng bike bi serhildana Elkê ve girêdayî biryara girtina Şêx Seîd da. Biryara girtina Şêx Seîd her tişt serobino kir. Piştî derketina wî biryarî Şêx Saîd ji bo bi pêşeng û rewşenbirên kurd re hevdîtinan pêk bîne û agahiyan bi wan re par ve bike kurê xwe şand Stenbolê. Şêx Seîd, ji bo pêkhatina serhildanek xurt dixwest di navbera rewşenbîr û pêşengên kurdan de yekitiyê çêbike û helwestek hevpar û neteweyî derxe holê. Şêx Seîd bi xwe jî gund bi gund, bajar bajar li erdnigariya Kurdistanê digeriya. Di wê gera xwe de bi şêx, beg û pêşengên kurdan re hevdîtin pêk dianîn, bi gel re civîn çêdikir, ji bo xurtkirina piştgiriyê li her derê propagandaya serhildanê dikir.

 

Piştî ku dewleta tirk biryara girtinê da Sêx Seîd neçar ma ji Xinûsê derkeve. Mala birayê wî Şêx Evdirehîm li navçeya Pîranê ya girêdayê Amedê bû. Ji bo here mala birayê xwe ber bi navçeya Pîranê ve birêket. Ji Xinûsê hetanî Pîranê meşiya. Di navbera Xinûs û Pîranê de çiqasî şêx, beg û pêşengên kurdan hebûn bi tevahiya re hevdîtin pêk anî û soza piştgiriyê ji wan girt. Piştî wan hevdîtinan Şêx Saîd gihîşt Pîranê û di mala birayê xwe Şêx Evdirehîm de bi cih bû… (Dê bidome)

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar