Hewldanên dewletê yên provakatîf bi ser ketin
Piştî ku rayedarên dewletê pêhesiyan ku Şex Saîd hatiye Pîranê û di mala birayê xwe Şêx Evdrehîm de bi cih bûye di 8’ê sibata 1925’an de tîmek cendirme bi ser malê de şandin ku Şêx Saîd bigirin bînin. Piştî ku tîma cendirmeyan bi ser malê de girt Şêx Avdrehîm diçe bi efserê tîmê re hevdîtin pêk tîne û jê re dibêje “Di çand û kevneşopiyên me de, çi dibe bila bibe, bedêla wê çiqas giran be jî tu kes mêvanê mala xwe radestê neyarê wî nake. Radestkirina mêvan ji hêla civakê ve weke bin pê kirina nirx û rûmetan tê dîtin û tu carî nayê efûkirin. Ji kerema xwe re dorpêçkirina mala min rakin û ji gund derkevin. Kengî mêvanên min ji mala min derketin û ji gund dûr ketin hûn dikarin li her derî wan bigirin.”
Lê armanca çûyîna wan negirtina Şêx Sêîd bû. Armanc pêkanîna provakasyonê bû. Lewre efserê cendirmeyan qet guh nade gotinên Şêx Evdrehîm û di radest girtina Şêx Saîd de israr dike. Li ser wê israrê Şêx Saîd bi xwe bi wan re hevdîtinê dike. Di pêvajoya hevdîtina Şêx Saîd û efserê tîmê de di navbera alîgirên Şêx Seîd û cendirmeyan de pevçûn dest pê dike. Pevçûn vedigera şer, efserek û du cendirme di cih de tên kuştin. Daxwaza dewletê ya pêkhatina provakasyonê tê cih.
Serhildan beriya demê diyarkirî bê hemd dest pê dike
Bi ser pêkhatina wê provakasyona 8’ê sibata 1925‘an serhildana Şêx Saîd bêyî amadekariya û bêyî amdekirina nexşerê û plansaziyeke xurt bi awayeke bê hemd dest pê dike. Bi wê destpêka bê hemd û bê wext hemû plansaziyên Şêx Saîd û pêşengên serhildanê serûbin dibin. Mixabin serhildanê destpêkiribû û êdî veger nepêkan bû. Raydarên dewleta tirk ji bo serhildanê bê wext û bê amadekarî bidin destpêkirin ev provakasyon amadekiribûn û bi serketibûn.
Bi destpêkirina şer Şex Saîd û şervanên ku pêra bûn ber bi navçeya Çewlikê Darahênê ve bi rê ketin. Di rê de bi tevlibûnan her ku diçû hêjmara şervanên wan zêde dibûn. Gelek eşîran biryara xwe ya piştgiriyê aşkera dikirin. Di serî de Şêx Saîd li gundê Kuparê ya girêdayê navçeya Darahênê de bi cih bû. Ji wê derê tîmek şervan ji bo kişfê şand Darahênê.
Tîma şervanan a ku ji bo keşîfê çûbûn Darahêne di heman rojê de navçe bidestxistin. Roja duyemîn Şêx Seîd hate Darahêne û navçe weke navenda rêveberiya serhildanê diyar kir. Ji wê derê ji bo alikarî û piştgiriyê bidin serhildanê bang li gelê kurd kir. Di wê bangewaziyê de ji gel dihat xwestin ku “tu kes zarokên xwe neşînin leşkeriyê û tu kes bac nede dewletê û bi taybet ji gel dihat xwestin ku bi her awayî piştgiriya serhildanê bikin.”
Walî û rayedarên dewletê dîl hatin girtin
Şervanên kurdan di heman rojê de waliyê Çewlikê û çend rayedarên dewletê jî dîl girtin. Serokê eşîra Modan Feqî Hesen weke waliyê Çewlikê hate diyarkirin. Muftiyê kevn Hecî Îlyasê Dalberî weke Muftîyê bajêr, Mela Husnî jî wek berpirsiyarê asayîşê hatin pêwirdarkirin.
Tu kesî di demek kin de pêşketinek wisa serketî hêvî nekirîbû. Ji destpêkirin û pêşketina serhildanê agahiya gelek rêxistin û saziyên kurdan tune bû. Ji avakarên Cemiyeta Hêvî Kedrî Cemîl şaşwaziya xwe ya li hemberê wan pêşketinan wiha tîne ziman: “ Di 8‘ê sibata 1925‘an de me bihîst ku li navçeya Pîranê çend cendîrmeyên qerekolê hatine kuştin. Rêveberên cemîyeta Azadî jî di nav de haya me tu kesî ji wê bûyerê tunebû û me nezanibû ji bo çi hatine kuştin. Me tu wate nedabû wê bûyerê. Serokê Cemîyeta Azadî Xalit Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg û çend pêşengên rêxistina Azadiyê di girtigehê de bûn. Avakirin û rêxistinbûyîna cemiyetê hêj tekûz nebibû. Ji ber wê me destpêkirin û pêşketina serhildaneke wiha qet guman nedikir. Piştî ku me bihîst serhildanê destpêkiriye em şaşwazî bûn û ketin nava fikaran…” Di vegotina Kedrî Cemîl de jî tê fêm kirin ku serhildanê bêyî amadakarî û bêyî plansazî ji bêhemdiyê dest pê kiriye. Qewimîna pêş wext Şêx Saîd wekî rêberê serhildanê derxistibû pêş. Heta mirov dikare bibêje ku Şêx Saîd neçar dimîne ku ji serhildanê re pêşengî bike.
Şêx Seîd û şervanên xwe di demek kin de pêşketinên gelek mezin bidestxistin. Roj bi roj kêlî bi kêlî herêma xwe dorfireh dikirin. Heremên ku diketin bin venêrîna wî di wan herêman de ji bo piştgiriyê bidin serhildanê gel birêxistin dikir. Di heman demî de ji bo tevger û plansazîyên artêşa xwe jî rê û rêbaz diyar dikirin.
Di encama gelek nîqaş û şîroveyan de ji bo serkeftin û berdewama serhildanê plansaziyek hate amadekirin. Li gorî wê plansaziyê çar herêm û fermandariyên wan herêman hatin diyarkirin.
Herêm û fermandariyên herêman wiha hatin diyar kirin;
Herêma 1’emîn :
Girêdayî fermandariya Şêx Seîd bû. Hêza leşkerî ya vê heremê kêm zêde ji 20 hezar kesî pêk dihat. Ev herêm ji van navendan pêk dihat: Darahêne, Licê, Hêne, Hezo, Amed, Mêrdîn, Sêwêrek û Çewlik.
Herêma 2’yemîn :
Girêdayî fermandariya Şêx Şerîf û Yado bû. Hêza leşkerî ya vê heremê kêm zêde ji 10 hezar kesî pêk dihat. Ev herêm ji van navendan pêk dihat: Rojavayê Çewlikê, Xarpêt û Palo.
Herêma 3’yemîn:
Girêdayî fermandariya Şêx Mistafa û Şêx Îbrahîm bû. Hêza leşkerî ya vê heremê kêm zêde ji 2 hezar kesî pêk dihat. Ev herem ji van navendan pêk dihat: Çan, Kixî, Sancak û herêma Husnekê.
Herêma 4’emîn :
Girêdayî fermandariya Mîralay Xelîl Begê Hesenanî, Şêx Evdilayê Medekanî û kurê Şêx Saîd Alî Riza ye. Hêza leşkerî ya vê heremê kêm zêde ji 10 hezar kesî pêk dihat. Ev herêm jî ji van navendan pêk dihat: Agirî, Bedlîs, Mûş û Erzirom.
Ev hêz ji bo bi destxistina bajar, navçe û cihên stratejîk herem bi herem hatibûn bicihkirin. Li gorî wê plansaziyê dê serfermandarê herêma Mûşê Şêx Evdila bajarê Mûşê bi destbixista û rê û rêbazên piştgirî û alîkariyên artêşa tirk ên ser Erziromê re tên qut bikira. Şêxên Çebexcûrê Şêx Îbrahîm û Şêx Hesen dê Cebexçûr bi dest bixistina û dûrê jî dê êrîş bibirina ser bajarê Xarpêtê. Dema ku şervanên kurd êrîş bibirina ser Xarpetê dê Şêx Şerîf bihurka (neqeba) Xazîkê, Şêxên Çanê jî dê neqeba Kixiyê li artêşa tirk bigirtina ku nekaribin piştgirî bidin leşkerên Xarpêtê. Heke piştgirî neyê dê serkeftina şervanên kurd hêsantir bibûya. Eniya kurd plansaziya xwe ya rizgarkirina herêman ji hêla leşkerî ve bi van rêbazan tekûz kiribû.
Hewldanên avakirina eniya neteweyî
Şêx Seîd û hevalên xwe li gel amadekariyên plansaziyên leşkerî di heman demî de dikevin nava hewldanên avakirina yekitiya kurd. Dizanin ku dê serkeftin bi avakirina eniyeke neteweyî pêkan be.
Şêx Seîd ji bo alîkarî û piştgiriyê ji Mehmûd Begê kurê Îbrahmîm Paşayê serok eşîrê Mîlî re peyamek dişîne. Ji serdema Osmaniyan vir ve ji eşîrên herî mezin û bihêz ên Kurdistanê yek eşîra Mîlî ye. Ji milê Sûriyeyê Rojavayê Kurdistanê hetanî Xarpetê di erdnîgariyeke gelek dorfireh de cih digire. Lewre bersiva erêkirina Mehmûd Beg a piştgiriya serhildanê gelek girîng bû. Heke bersiva wan erênî bûya dê herêma Ruhayê hetanî Helebê bi Şêx Seîd ve bihata girêdan û dê li dijî dewleta tirk li vir eniyeke mezin ava bibûya. Heke li vir eniyekî bihata vekirin dê xeta rojavayê Kurdistanê li dewleta tirk bihata girtin û dê dewleta tirk ji milê Rojava ve nekaribûya biketa erdnîgariya Kurdistanê. Hêza artêşa tirk a ku karibe di çend eniyên mezin de şer bike tune bû. Heke ev tifaq pêk bihata îhtîmaleke zêde wê dewleta tirk ji neçariyê daxwazên kurdan qebûl bikirina.
Bêguman Şêx Seîd bi wê zanyariyê peyama piştgiriyê şandibû ji Mehmûd Beg re. Lê Mehmûd Beg bersiva neerênî dide Şêx Seîd. Serok eşîrê Pêncînaran Cemîlê Çeto, serok eşîrê Ramanan Emînê Perîxanê, serok eşîrê Reşkotan Ehmedê Eshed û Mihemed Alî xwesteka alîkariya Şêx Saîd bi erênî bersivandin û soza piştgiriyê dan wî.
Şêx Seîd ji bo piştgiriyê heman peyam ji serok eşîrê Heyderan Huseyîn Paşayê Kor re jî şand. Huseyîn Paşa li herêma Wan, Agirî, Qers, Qelenî (Qelenî li Kurdistana rojhilat e) û heta Erîwanê kesekî naskirî û navdar bû. Li herêma Serhedê xwediyê erk û bandoreke mezin bû.
Huseyn Paşa yê kor ne tenê li heremê di tevahiya Kurdistanê de dihat nasîn. Di nav tevahiya kurdan de payeyek wî ya bilind hebû. Di dema Siltanê osmaniyan Avdilhemîdê duyemîn de serfermandarê 8 alayên Hemîdiye bû. Di şerê navbera rûs û tirkan a 1920’an de li herêma Qers û Aleksandrapolê de gelek serkeftinên hêja bidest xistibûn. Li gorî nêrîna gelek dîroknasan herêma bakura Kurdistanê ne Kazim Karabekîr Huseyîn Paşa yê Kor ji ermen û rûsan rizgar kiri bû. Huseyîn Paşa wekî pêşengekî kurd ji hêla Ataturk ve ji bo Kongreya Erzeromê jî hatibû vexwendin. Lê Huseyîn Paşa bi xwe tevil nabe birarziyê xwe Hesen Beg dişîne kongreyê.
Piştî serkeftinên wî yên di şerê li dijî rûsan de dewleta tirk payeya mîrlîwa (Tuxgeneral) yê dabû Huseyîn Paşa. Huseyîn Paşa kesek oldar bû. Li gor nirx û pîvanên olî tevdigeriya. Di heman demî de zavayê Şêx Fehîmê Avrasî bû. Piştgirî û alîkariya wê ji bo serketina serhildanê gelek girîng bû. Piştî ku peyama xwesteka alîkariyê gihiştibû dest wî xwesti bû bi xezûrê xwe Şêx Fehîmê Avrasî, Saîdê Kurdî (Nûrsî) û Sîmko (Smaîl Axayê Şikakî) re bişêwire û piştre biryara xwe bide. Di şêwra her sê yan de jî nêrîn û pêşniyara wan a piştgiriyê neyinî bû. Şêx Seîdê Nûrsî dibêje; “Artêşa tirk ji misilmanan pêk tê. Artêşeke misilmane, hewceye destê me bi xwîna misilmanan nebe”. Şêx Fehimê Avrasî û Smaîl Axayê şikakî jî di bin bandora wî de dimîn.
Huseyîn Paşayê Kor jî li ser pêşniyar û nêrina wan her sêyan bersiva neerênî dide Şêx Seîd. Di bersiva xwe de diyar dike ku dê di nava serhildanê de cih negire û piştgirî û alîkarî nede serhildanê.
Heke Huseyn Paşa piştgiriya serhildanê bikira dê di xeta seran serê herêma serhedê de li dijî dewleta tirk eniyeke berxwedanê ya xurt ava bibûya. Ji hêla Serhedê ve dê hemû rê û buhurk li dewleta tirk re bihatina girtin. Ji hêla bakur ve dê daketina Kurdistanê ji bo dewleta tirk gelek zehmetir bibûya.
Hevdîtinên di derbarê xwestekên alîkarî û piştgiriyê yên bi serokê eşîrê Mîlî Mahmûd Begê û serok eşîrê Heyderan Huseyîn Paşayê Kor de bi awayeke neerênî bi encam dibin.
Ji bo fêmkirina perçebûyîna civaka kurd û hişmendiya eşîrperst ev mînak gelek girîng in. Avabûyîna tifaqa navbera Şêx Saîd, Mahmûd Begê Mîlî û Huseyîn Paşayê Korê Heyderanî belkî qedera kurdan biguherta. Bi îhtîmaleke gelek zêde dê encamên gelek girîng û dîrokî derxista holê. Lê bi mudaxaleya Saîdê Nûrsî mixabin ev tifaq pêk nayê.
Bêguman gelek tifaqên ku bi erênî bi encam dibûn jî hebûn. Bi saya wan tifaqên pêkhatî serhildan gelek zû pêşdiket. Roj bi roj li heremê belav dibû û encamên gelek xurt derdiketin holê. (Dê bidome)