Agahiya ku civaka kurd li bendê bû ji Amedê nehat
Çav û guhên civaka kurd li ser Amedê bûn. Zeftkirina Amedê dê hêviya kurdan ya serkeftinê xurt bikira. Lê ew agahiya ku gel li bendê bû ji Amedê nehat. Bendewariya gel nehat cih. Berevajî wê agahiya paşvevekişînê weke agahiyeke nebixêr li çar hêlên Kurdistanê belav bû. Bêguman agahiya paşvevekişînê ji hêla moral û motîvasyonê ve bandorek gelek neyînî li tevahiya kurdan û bi taybetî jî li serhildêran kir. Mirov dikare bibêje ku ew vekişîn bû destpêka têkçûna serhildanê. Piştî agahiya vekişînê gelek eşîrên kurdan yên ku berê soza piştgiriyê dabûn Şêx Seîd li ser soza xwe nesekinîn û derbasî eniya dewletê bûn.
Piştî paşvevekişîna berxwedêrên kurd serfermandariya Tirkiyeyê ya gîştî di 9’ê adara 1925’an de ragihandinek da çapemeniyê. Di wê ragihandinê de wiha dihat gotin: “Ji bo eciqandina serhildêran amadekariyên yekîneyên me temam bûne. Dê di nava çend rojan de êrîşên me yên li dijî serhildêran dest pê bikin. Em ê di wan êrîşan de derbeyên herî mezin û giran li serhildêran bixin. Kesên ku tevlê serhildanê nebûne û muxalîfên serhildêran in hewce ye bi lezgînî serî li karmendên komarê bidin û diyar bikin ku tu eleqeya wan bi serhildanê tune ye û bi dil û can ji xizmeta komara Tirkiyeyê re amade ne. Serok û rêberên serhildanê bi pereyên neyar xwe firotin e. Kesen ku ji serok û rêberên serhildanê kesan bigrin û radestê komarê bikin dê xwe û gundên xwe xelas bikin.” Di naveroka metna ragihandinê de diyar bibû ku dê dewlet li dijî civaka kurd kijan rê û rêbazan bikar bîne.
Yekîneyên artêşa tirk bi lezgînî ketin nav liv û tevgerê. Bi hewldanên xwe yên kirêt gelek eşîr ji serhildanê dûr xistin. Gelek eşîr kirin îxanetkar, bi xwe ve girêdan û piştgiriya wan girtin. Nêzikê 70-80 hezar leşkerên xwe bi tanq, top û hemû cureyên çekên giran li Kurdistanê bi cih kirin. Edî gelek tişt li ser bingeha dijberiya Şêx Seîd pêk dihat. Roj bi roj eniya dijber xurt dibû û plansaziya wî hêdî hêdî berbi têkçûnê ve diçû. Hatibû rewşeke wisa ku heke hamleyek girîng neke dê nikaribe xwe ji têkçûnê xelas bike. Bêguman ew hamle jî dê karê nivço mayî zeftkirina Amedê bûya.
Pêvajoya têkçûnê bi vekişîna ji Amedê destpêkiribû, rawestandina wê pêvajoyê jî encax bi zeftkirina Amedê wê pêkan bûya. Şêx Seîd bi wê armancê di 11‘ê adara 1925‘an de dubare êrîş bir ser Amedê. Lê dê êrîşa duyemîn de jî biserneket û careke din vekişiya navçeya Hêne.
Serneketina hewla duyemîn hêz û morala berxwedêrên kurd a heyî jî têk bir. Ji hêla moral û hêviya serkeftinê ve însîyatîf ket destê dewleta tirk. Ew jî bû sedema zûtirîn têkçûna serhildanê. Dewleta tirk dizaniya ku li ser wê bêmoraliyê derbeyeke mezin a duyemîn wê serhildanê bi temamî têk bibe. Hêzên dewletê bi wê zanebûnê amadekariyên xwe dikirin. Însîyatîfa êrîşkirinê ketibû destê artêşa tirk. Bi êrîşên xwe yên bêpîvan li gelek deveran şervanên kurd dixistin nav tengasiyan. Bi pêşeketina êrîşên dewletê ve girêdayî roj bi roj bawerî û hêviyên gel ên serkeftinê dişikestin. Ji nav serhildanê vekişîna eşîr û şervanan dest pê kir.
Alîkarî û piştgiriya gel hêdî hêdî qut dibû. Serhildêran heremên di destê xwe de yek bi yek winda dikirin. Dewleta tirk di heman demê de ji bo astengkirina piştgiriya ku ji sê parçeyên din ên Kurdistanê Rojhilat, Başûr û Rojava tedbîrên xwe girtibûn. Gav bi gav ji derbeya mezin re amadekariyên xwe tekûz dikir. Ew derbeya mezin jî wê bidestxistina biryargeha Şêx Seîd navçeya Hêne bû ya. Heke biryargeha Şêx Saîd navçeya Hêne were bidestxistin dê serhildan bi temamî têk biçe û li gorî xwesteka dewleta tirk bê encam bi dawî bibûya. Yekîneyên artêşa tirk yên Amedê û Xarpêtê di 31‘ê adara 1925‘an de bi hêzeke gelek mezin êrîş birin ser navenda biryargeha Şêx Seîd ya navçeya Hêne. Dê wê êrîşê de navçeya Hêne bidestxistin. Pêve girêdayî navçeyên Farqîn, Palo, Pîran û Licê jî bidestxistin. Dewleta tirk bi wan êrîşên xwe yên bêpîvan di demeke kin de li her derê serweriya xwe tekûz kir. Bi saya xeta îxanekar û teslîmkar careke din wekî qedera reş têkçûn li ser civaka kurd hatibû ferzkirin. Wekî her carî kurdê serhildêr bi destê kurdê îxanetkar têk çû.
Îxaneta Bînbaşî Kasim
Piştî ku navenda biryargehê Hêne ket destê artêşa tirk Şêx Seîd û rêhevalên wî neçar man vekişin çiyayên Kurdistanê. Armanca wan ew bû ku hêzên xwe di çiyayên Kurdistanê de bi cih bikin û tekoşîna xwe ya li dijî dewleta tirk bidomînin. Ji ber cihê wî yê stratejîk dixwestin bi lezgînî xwe bigihînin Çiyayê Agiriyê. Lê îxaneta ku li dijî wan destpêkiribû destûr nedida wan. Nekarîn xwe ji îxaneta bêbext biparêzin. Di 15’ê nîsana 1925’de bi îxbara Bînbaşî Kasimê Cibrî li nêzikê navçeya Gimgimê li ser pira Çarpû ya li ser çemê Muradê Şêx Seîd û bi tevî 28 rêhevalên xwe hatin girtin. (Bînbaşî Kasim ji mala xezûranê Şêx Saîd bû, di heman demê de xizmê Xalit Begê Cibrî bû). Piştî girtinê Şêx Saîd û rêhevalên wî ji bo darazê bi lezgînî birin Amedê.
Rojek beriya girtina Şêx Seîd û rêhevalên wî di 14’ê nîsan a 1925‘an de rêberên Rêxistina Cemiyeta Azadiyê Xalit Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg hatin dardakirin. Di heman rojê de serokê “ Cemiyeta Kurdistana Tealî” Seyît Abdulkadîr û Seyît Mihemed herdû kurên Şêx Ubeydullah û gelek pêşengên kurdan hatin girtin. Di 11’ê gulana 1925’an de Şêx Şemsettîn û hinek hevalên wî hatin girtin. Dewleta tirk hewl dide ku hemû kesên ku karibin rêbertiya gel bikin dîl bigre û bavêje zîndanê. Armanc ew e ku civaka kurd bêserok û rêber bihêlin.
Piştî girtina serok û rêberan li Amedê daraza Şêx Seîd û 46 rêhevalên dest pê kir. Rayedarên dewletê ji dadgehê rê ferman şandibûn ku derfeta xweparastina siyasî nedine wan. Ji bo bi cih anîna wê fermanî dozger û endamên dadgehê ketibûn nav hewldanên îknakirina pêşengên serhildanê. Dixwestin bi awayekî wan bixapînin û îkna bikin ku parastina siyasî nekin.
Dozger ji Şêx Seîd re dibêje ji bo girîngiya jiyana xwe divê tu dûrî parastina siyasî bisekinî û soza namûsê dide Şêx Seîd ku heke ew parastina siyasî neke wê cezayê îdamê nebire.
Endamên dadgehê hemû serok û rêberên serhildanê îkna kiribûn ku di rûniştinên mahkemê de armanca serhildanê tenê bi motîvên olî û paşveanîna pergala xîlafeta Osmanî ve girêbidin û qet qala mafên civakî û neteweyî nekin. Qala zilm û zordariya komara tirk û qala azadiya kurd û Kurdistanê nekin.
Serok û rêberên serhildanê bi soz û bextên lijneya dadgehê bawer dikin û di parastina xwe ya li hember lijneya dadgehê de qet qala mafên civakî û azadiya kurd û Kurdistanê nakin. Bi wî awayî pirsgirêka Kurdistanê û armanca serhildanê ji raya gîştiya tirkiyê û cîhanê hatibû veşartin. Hevokên Şêx Seîd ên ku di dema girtina xwe ya li Gimgimê gotibû armanca serhildanê ‘herî kêm Kurdistaneke otonom bû’ hatin nixumandin.
Di pêvajoya darazê de endamên dadgehê li hember serok û rêberên serhildanê gelek bihûrmet tevdigerin. Bi peyvên weke ‘birêz’ xîtabê wan dikin. Hûrmeta wan a li hember berxwedêran hetanî roja îlankirina biryaran dom kir. Serok û rêberên kurdan ji ber ku baweriya xwe bi wê hûrmeta wan a derewîn anîbûn di gotinên xwe yên dawîn de hemûyan daxwaza beraata xwe kirin.
Daraza Şêx Seîd û rêhevalên wî hetanî dawiya meha hezîranê domiya. Di 28’ê Hazîranê de rûniştina dawîn çêbû. Dewleta tirk tişta ku xwestibû bi destê dadgeha xwe anîbû cih. Êdî pêdiviya wan bi hûrmeta wan a derewîn nema bû. Lewre dozger bi carekî ve helwesta xwe diguherîne. Di îdianameya dozger Ahmet Sureya de naveroka serhildênê wek, ‘di bin perdeya olî de tevgera cudaxwazî’ hatibû tarîfkirin. Di îfadeyên kesên wekî Bînbaşî Kasım Beg de jî armanca serhildanê wekî ‘daxwaza damezirandina dewleteke kurd’ dihat pênasekirin.
Ahmet Sureya yê ku soza beraetê dabû pêşengên serhildanê maskeya rûyê xwe avetibû û bi peyvên sar û tûj ji serokê dadgehê kuştina Şêx Seîd û rêhevalên wî dixwest. Serokê dadgehê Mazhar Mufît biryara dadgehê dixwend. Di biryara dadgehê de wiha dihat gotin; ‘We hemûyan yek bi yek ji serhildanê re rêbertî kir û armanca we hemûyan avakirina Kurdistaneke serbixwe bû’.
Di şeva 28’ê hezîranê ku bi 29’an ve tê girêdan de biryara dardekirina Şêx Seîd û 48 rêhevalên wî didin. Di wê biryarî de Tekke û Zaviye wek hêlîna xirabiyan tên dîtin û biryara girtina wan tê dayin. Di encama biryarîde hate gotin ku pêşengên serhildanê şerîat ji bo Kurdistaneke azad wek amûr bi kar anîn e…û hwd.
Belê, ew guherîn ji xwe re kirin hincet û biryara dardekirina 49 pêşengan dan. Bi hinek hincetan cezaya dardakirina Huseyîn Hîlmî Beg û Hesenê Salih zivirî muebetê. Şêx Saîd û 46 kesên din di heman rojê de, di 29’ê hezîrana 1925’an de hatin dardakirin.
Li qada Derê Çiyê 47 sêpê li kêleka hevûdu hatibûn rêzkirin. Di berbanga roja 29’ê hezîranê bû. Asîman vekirî bû. 47 pêşengên kurd bi awayeke ser bilind li pey hev berê xwe dabûn sêpêyan. Dengê zincîr, pranga û selewatan tevlîhev bibû. Feqî Hesen li peşiya hemûyan bû. Salih Begê Hêneyî ku ber bi mirinê ve dimeşiya, bang li hevalên xwe dikir; ‘Roj roja mêrxasa ye, bila dostên me bi meşa me serbilind bin, dijminê me jî biqehirin.’
Şêx Seîd beriya dardakirinê bi gotinên xwe yên dawîn peyameke girîng dida civaka kurd; ‘Ez hatim dawiya jiyana xwe ya vê cîhanê. Ez ne poşman im ku ji bo azadiya neteweya xwe dibim qurban. Belê em bi ser neketin. Lê ez di wê baweriyê de ku wê neviyên me li hember dijminên me rûyê me reş nekin’
47 cesedên pêşengên kurdan 3 rojan li kêlaka hev li sêpêyan daleqandî man. Kî ji qada Derê Çiyê derbas bibûya neçar bû berê xwe bide wan cesedan. Kesên ku berê xwe nedana cesedên serok û rêberên xwe leşkeran didan ber singuyan. Dixwestin tirs û xofa xwe têxin dilê hemû kurdan ku careke din cesareta serhildanan nekin.
Bi wan dardekirinan serhildana ku di demek kin de geş bibû û bibû hêzeke mezin û bi serkeftinên destxistî di dilê tevahiya kurdan de hêviya azadiyê çêkiribû bêencam bi dawî bû. Qedera reş carek din dubare bibû. Hêviyên Kurdistaneke azad carek din hatin taloqkirin.
Neviyên Şêx Seîd ên ku hevokên wî yên dawîn ji xwe re wekî peyameke dîrokî dîtin ji bo pêkanîna armancên wî di bin pêşengiya Abdullah Ocalan de ji salên 1970’yan şûnve xwe birêxistin kirin. Ji wan salan virve ye neviyên Kalê Şêx Seîd di her şert û mercî de bi awayeke canfeda li ber xwe didin û tu carî rûyê wî li hember neyarê wî reş nekirine. Li gel hemû dek û dolaban, li gel îxanet û bêbextiyan cara yekemîne dijmin bi ser nakeve.
Roja 29’ê hezîranê ji bo civaka kurd û ji bo komara tirk gelek watedar e. Piştî 74 salan di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî xwestin aqûbeta Kalê Şêx Seîd di şexsê neviyê wî Abdullah Ocalan de dubare bikin, lê biser neketin.
Di roja 29’ê hezîrana 1999’an de biryar dayina dardakirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tesedufî bû. Peyama wî gelek girîng bû. Dixwestin bibêjin ku dê aqubeta serok û rêberên gelê kurd her tim wekî ya Şêx Seîd be.
Zanyarî û biryardariya bîrêz Ocalan destûr neda daxwaza wan pêk were. Zîndan kir qada berxwedan û hesabpirsîne. Îcar dewleta tirk nekarî wekî her carê di şexsê rêbertiyê de serhildaneke din têk bibe û careke din hevî û bendewariyên civaka kurd ên azadiyê taloqê demeke nediyar bike… (Didome)