Di pêvajoya darazê de helwestên bi rûmet
Ji bo darizandina serhildêran li Amedê dadgeha taybet a bi navê ‘Îstîklal Mahkemesî’ hatibû avakirin. Biryarên wê dadgehê wekî şûrekî xedar serê kurdan difirand. Li hemberî wê dadgeha zordar pêşengên serhildanê ji sekna xwe ya kurdewar û azadîxwaz tawîz nedan.
Ji pêşengên serhildanê brokrat û pêşengê Quluba Kurdan ya Amedê parêzer Hecî Mehmet Ahdî yê ku di nava civaka kurd de bi navê “Bavê Tûjo” tê nasîn parastina bi zimanê tirkî red dike û parastina xwe bi zimanê kurdî dike. Di dema dardekirinê de jî peyva wî ya dawî dirûşma “Bijî Kurdistan” e.
Mînaka giring a din jî rewşenbîrê kurd Dr. Fuat e. Dr. Fuat li Stenbol piştî ku Zankoya Tipa Leşkeriyê diqedîne îhtisasa xwe li paytexta Fransayê Parîsê dike û vedigere welat. Dr. Fuat biştî ku zivirî welat di rêveberiya Cemiyeta Azadiyê de cih girtibû. Beriya dardekirinê wiha dibêje; “Min soz dabû xwe ku ez ê jiyana xwe di rêya azadiya welatê xwe de bidim. Tu şik û gumana min tuneye ku ev erdnigariya ku em li ser tên dardekirin, dê rojek ala Kurdistana azad li ser bilind bibe.”
Mirov dikare van mînakan gelek zêde bike. Wekî ku di van mînakan de jî xuya dike serhildana Şêx Seîd û rêhevalên wî tenê bi nasnameya olî ve girêdayin bêbextî û neheqiya herî mezin e. Înkarkirina heqîqetê ye.
Belê ol ji bo kurdan xaleke gelek girîng e. Di tifaqa kurd û tirkan a hezar salî de xala herî girîng û pireke herî mezin e. Saziya xîlafetê di hevgirtina kurd û tirkan de xala herî girîng bû. Lewre dema ku di sala 1924‘an de xilafet tê rakirin Şêx Saîd dibêje “xala sereke ya ku civaka kurd û tirk bi heve girê dida ol bû ew jî ji holê rabû.” Di heqîqeta jiyan û serhildanên civaka kurd de mirov nekare nasname bê ol, ol jî bê nasname binirxîne û şîrove bike. Em jibîr nekin ku armanca deshilatdaran her tim berevajîkirina heqîqetê ye. Îro jî heman propogandayên kirêt û bêexlaq li ser civaka kurd tên meşandin û rastiya civaka kurd tê berevajîkirin.
Ji destpêka avakirina komarê şûn ve em di êrîşên dewletê yên li dijî kurdan de dibînin ku dewlet ji serhildana Koçgirî vir ve polîtîkaya xwe ya dijî kurd diyar kiriye. Li gorî îhtimala pêkhatina serhildanan tedbîrên xwe yên tund girtine. Li gorî wê polîtîkayê dê tevahiya serhildanên civaka kurd wekî serhildanên ku bi “xapandina îrtîcaî û cahîlî” derketine bihatina binavkirin û bihatina danasîn. Di serhildana Şêx Seîd de ev polîtîka bi xurtî hat bikaranîn. Di tevahiya serhildanan de polîtîkaya dewletê ya veşarî û kûr her tim li ser kar bûye. Îro jî li hember kurdan ev polîtîkaya kûr bi destê hikumeta îroyîn û bi destê serleşkerî ya gîştî ya navendî ve tê meşandin. Ji nivîs û weşanên çapemeniyê bigrin heta lêkolînên zanistiyên zanîngehan li gorî wê polîtîkayê tên dîzaynkirin û tên nîvîsandin. Bi kurtahî kar û xebatên ku li Tirkiyeyê tên meşandin hemû li gor wê polîtîkayê ne. Kes û saziyên ku li gorî wê polîtîkayê kar û xebatên xwe nekin tu sosret û bobelat namînin ku bi serê wan de neyên.
Di pêvajoya 1925’an de li gelek deveran serhildan pêkhatin. Ji wan serhildanan hinek bi serhildana Şêx Seîd ve girêdayî diqewimiyan, hinek jî ji ber sedemên cuda diqewimiyan. Di meha nîsana 1925’an de li herêma navçeya Qilabanê ya Şirnexê eşîra Goyî serî li saziya Netewên Yekbûyî da. Di wê serlêdana xwe de anîn ziman ku naxwazin di bin serweriya dewleta tirk de bijîn. Dixwazin ji dewleta tirk veqetin û bikevin bin serweriya îngilîzan. Piştî wê serlêdanê di meha hezîranê de bi piştgiriya çend eşîrên derûdorên Şirnexê dest bi serhildanê kirin. Serhildêran encax mehek karîn li hember êrîşên dewleta tirk li ber xwe bidin. Mehek şûn de serhildan bê encam bi dawî bû. Piraniya serhildêran derbasê başûrê Kurdistanê bûn.
Di meha tebaxa 1925‘an de Şêx Evdilayê nebiyê Şêx Ubeydullah kurê Şêx Evdilqadir li herêma Şemzînanê serî hilda. Di heman demîde li herêma Mêrdîn û Mîdyadê jî serhildanan dest pê kir. Lê wan serhildanan jî tu encameke girîng bidestnexistin û di demek kinde bi dawî bûn. Şêx Evdilqadir jî wekî serhildêrên din neçar ma derbasê başûrê Kurdistanê bibe. Serhildêrên herêma Mêrdîn û Mîdyatê jî neçar man derbasê rojavayê Kurdistanê (bin xetê) bibin.
Sedemên bêencamayina serhildanê
Ji ser serhildana Kalê Şêx Seîd 94 sal derbas bûn. Her kes li gorî nêrîna xwe li ser serhildana Şêx Seîd şîroveyan dike. Bi rastî mirov dikare li ser serhildana Şêx Seîd gelek tiştan bibêje. Lê ez dixwazim bi çend xalan bala we bikşînim ser taybetî û sedemên bêencam mayina serhildanê.
1- Bêtifaqiya civaka kurd: Hêz û otorîteyên serdemê yên herî mezinên Kurdistanê yên wekî serok eşîrê Heyderan Huseyîn Paşa yê Kor, serok eşîrê Mîlî Mehmûd Beg û ji pêşengên olî yê herî girîng yên wekî Saîdê Kurdî (Nûrsî) piştgirî nedan Şêx Seîd.
Heke wan şexsiyetan piştgirî bidana Şêx Seîd û hêza xwe bi hêza Şêx Seîd ve bikirina yek nepêkan bû ku hêza tirkan karibûya li dijî wan li ber xwe bidana. Bi taybetî Saîdê Kurdî bi bandora xwe ya li ser Huseyîn Paşayê Kor pêşî li pêkhatina yekitiya kurd girt. Serok eşîrên wek Cemîlê Çeto, Emînê Perîxanê, Ehmedê Eshed, Mihemed Elî …û hwd. Di serî de soza alîkariyê dabûn lê mixabin ji vana tu yek jî di pratîkê de alîkarî nedan.
Tê gotin ku Cemîlê Çeto li dijî Şêx Seîd alîkarî daye dewleta tirk. Ji ber ku wan eşîran tu piştgirî nedan serhildanê di herema Xerzanê de serhildan pêşneket û gelek qels ma. Eşîrên bi navê Xormik û Lolanê ku li herema Kixî, Gimgim û Mûşê diman di destpêka serhildanê de dijberiya xwe ya li dijî serhildanê diyar kiribûn. Eşîrên Dêrsimê yên elewî bêalî man. Ya herî girîng di serde girtina Amedê de piştgiriya ku ji gel dihat hêvî kirin nehat. Di pêvajoya serhildanê de Cemiyeta Tealiya Kurdistanê û nîjad perestê wê demî yên herî girîng kesên wekî Cemîl Paşazade bê alî man. Di nava wê perçebûyinê de û li gel wan îxanetan nepêkan bû ku Şêx Seîd û şervanên xwe encameke serkeftî û erênî bidest bixin.
2- Redkirina piştgiriya civaka ermen û suryan; Civakên Kurdistaniyên din ermen û suryanan pêşniyara alîkariyê birin ji Şêx Seîd re lê Şêx Seîd pêşniyarên wan her du civakan ji ber hişmendî û fikarên xwe yên olî ne pejirand. Nepejirandina wê alîkariyê kevneperestiya hişmendiya rêbertiya serhildanê jî derdixe holê. Heke Şêx Seîd di pêvajoya serhildanê de pêşniyara wan herdû civakan bipejiranda bi îhtîmalek zêde dê rewş di warê erînî de gelek biguheriya. Dê hêzek gelek xurt derketa holê û rê li alîkarî û piştgiriya navneteweyî vebibûya. Bêguman dê şert û mercên serkeftinê bêtir zêde bûna.
3- Qelsbûna hişmendiya neteweyî: Wekî li jor jî tê dîtin çanda eşîrî ya ku piştî tifaqa şerê Ebexê (Çaldiran) yê 1514’an şûn ve bi destê Osmaniyan di nava kurdan de hatibû xurt kirin di pêşiya yekitiya kurdan de astengiya herî mezin bû. Çanda eşîrperweriyê nehiştibû di nava civaka kurd de hişmendiya neteweyî pêş bikeve. Di serdema têkçûyina osmaniyan a dawîn de civakên ku di bin serweriya Osmaniyan de dijiyan hemû bi hişmendiya neteweyî tevgeriyan û serxwbûna xwe bidestxistin. Ji ber hişmendiya eşîriyê civaka kurd nekarî bi hişmendiya neteweyî tevbigere û tifaqa xwe ya neteweyî pêk bîne. Ji ber ku nekarî tifaqa xwe ya neteweyî pêk bîne nekarî wekî civakê din serxwebûna xwe jî bidest bixe. Wekî em di serhildana Şêx Seîd de jî dibînin liv û tevgerên heremî û eşîrî her tim bê encam mane û zirarên mezin dane civaka kurd. Ji dagirkeran re derfetên qirkrina civaka kurd afirandine. Parçebûna civaka kurd her tim kêrî desthilatdaran hatiye. Têkçûn û eciqandina civaka kurd hêsantir kiriye.
Sekn û helwesta eşîrên kurd yê li hember serhildana Şêx Seîd di derbarê perçebûyina civaka kurd de gelek daneyên girîng didin dest mirov. Eşîran li gorî helwesta eşîrên din helwesta xwe diyar kirine. Heke du eşîr neyar bin û ji vana yekî di nava serhildanê de cih girtibe yê din teqez di eniya dijber de cih girtiye. Yanî piştgiriya hêzên dagirker kiriye. Dijberiya eşîra Xormek û Lolanê li ser wê hêşmendiyê pêşketibû. Ji ber ku bi eşîra Cibrî re neyar bûn û eşîra Cibrî di nava serhildanê de bû li dijî serhildanê piştgiriya dewleta tirk a dagirker kirin.
Taybetiyeke eşîrên kurd ya din jî hertim alîgirên milê bi hêzin. Di destpêka serhildanê de di dema pêşketin û serkevtinan de gelek eşîrên ku piştgirî û alîkariya xwe diyarkiribûn di destpêka têkçûyinê de refa xwe guhertin. Li dijî serhildêran piştgirî dan leşkerên tirk. Di vî warî de minaka herî girîng jî eşîra Bêrîtan ya Xarpetê ye. Di serî de piştgiriya Şêx Şerîf dikin. Piştî ku Şêx Şerîf ji Xarpêtê vekişiya û hindik be jî hêviya serkeftina serhildanê qels bû xwe dan rex dewletê û biştgiriya artêşa tirk kirin.
4- Tunebûna bîrdoziyê: Xala girîng yek jî tunebûyina bîrdozîyê bû. Di heman demê de tunebûna staretejî û plansaziyeke xurt bû. Beriya destpêka serhildanê bîrdozîyeke xurt a ku nexşerêya serhildanê diyar bike nehatibû afirandin. Ji ber ku beriya demeke diyar kirî û bê hemd serhildanê dest pêkiribû plansaziyeke xurt nehatibû amadekirin. Ji bo nexşêrêya serkeftinê stratejiyeke xurt nahatibû diyarkirin. Têkilî û tifaqên bi derûdor re nehatinbûn diyarkirin. Qadro yên pêşeng jî din av de şervanên serhildanê nehatibûn perwerdekirin. Neperwerdekirin dibû sedema bê taktîkî û bêdisiplîniyê. Ji ber ku bêyî amadekariyeke xurt dest pêkiribû amadekariyên lojîstikî nehatibûn kirin, têra xwe çek û cebilxane nehatibûn amade kirin.
5- Berevajîkirina heqîqeta serhildanê: Dewleta tirk di qada navneteweyî de serhildana Şêx Seîd wekî serhildaneke paşverû nîşan da. Di progandaya xwe yên navneteweyî de digotin “Şêx Seîd û Siltanê osmaniya yê dawîn Vahdettîn bûne yek. Dixwazin li ser bîrdoziya olî jinûve saltanat û xîlafetê paşve bînin û ji nû ve dewleta osmanî ava bikin”. Bi wan propogandayên xwe yên reş û derew heqîqeta serhildanê berevajî kirin. Çêbûn û hatina piştgiriya navneteweyî asteng kirin.
6- Kêmbûna hêjmara Şervanan: Hêjmara şervanên Şêx Seîd herî zêde nêzikê 40 hezarî kesî bû. Ji ber ku yekîtiyek xurt a neteweyî çênebû hêza leşkerî ya Şêx Saîd li derûdorê 40 hezarî ve bisînor ma. Di heman demî de ji hêla teknîk û çekên giran ve gelek qels bûn. Dewleta tirk bi hêzeke ji hêza berxwedêran 5 qatî zêdetir bi 200 hezar leşkerî êrîş kir. Li gel 200 hezar hêjmara leşkerî teknîka herî pêşketî û amûrên şer ên herî giran sewqê heremê kirin. Bi tank, top û bi fîloya balefirên şer êrîş birin ser herêma serhildanê. Zarok, jin û kal jî di navde bi awayeke hovane dest bi qirkirin û wêrankirinê kirin.
Bê guman mirov dikare gelek sedemên din lê van sedeman zêde bike. Lê van her şeş sedeman di têkçûyina serhildanê de roleke girîng û sereke lîstin.
Di serhildanê de rola îngilîzan
Di pirtûkên dîroka tirkan de ji bo serhildana Sêx Seîd gelek qala rola îngilîzan tê kirin. Ez dixwazim nêrîna xwe ya di derbarê îdia ya dewleta tirk de bi we re parve bikim.
Mirov dema ku li encamên serhildanê dinêhire mirov dibîne ku encamên serhildanê herî zêde kêrî berjewendiyên dewleta îngilîzan hatiye. Di rastiya xwe de serhildanê ji îngilîzan re gelek xizmeteke mezin kiriye. Dibeku ji bo berdewamiya aloziya nav kurd û tirkan hewldanên îngilîzan ên gelek biçûk çêbibin jî lê ev nayê wî wateyê ku ev serhildan karê îngilazan e û bi destê îngilîzan an jî bi alîkarî û piştgiriya îngilîzan dest pê kiriye. Di wî warîde mirov tu nîşaneyeke şênber a ku îdiaya dewleta tirk piştrast bike nabîne.
Wekî berê jî me anî bû ziman di peymana Lozanê de pirsgirêka Mûsil nehatibû çareserkirin. Hiştibûn demê pêş ku di bin însîyatîfa Netewên Yekbûyî de were çareserkirin. Di polîtîkaya dewleta tirk ya Mûsilê de çekê destê wanê herî xurt tifaqa bi kurdan re bû. Di hemû pêvajoyên nîqaşan de li dijî hewldanên îngilîzan her tim propogandaya biratî û yekîtiya kurd û tirk derdixistin pêş. Ji cîhanê re digotin; “qedera kurd û tirkan bi heve girêdayî ye. Kurd naxwazin ji tirkan veqetin. Ji ber ku bajarê Mûsilê bajareke kurde hewceye bi Tirkiyeyê ve bêgirêdan.” Bi destpêk û bêencam mayina serhildana Şêx Seîd ev propogandaya tirkan têk çû. Weke propogandaya derewîn derket holê. Ji ber wê ye ku dewleta tirk kete nava hewldanan ku serhildanê weke komploya îngilîzan nîşan bide. Wekî destdirêjiya îngilîzan ya nav dewleta Tirkiyeyê nîşan bide. Dixwest ji raya giştiya cîhanê re bibêje ku “di navbera tirk û kurdan tu pirsgirêk tun ye lê dewleta îngilîz bi destwerdan xwe dixwaze dinavbera me de pirsgirêkan derbixîne.” Dewleta tirk bi wan hewldanên xwe di xwest bandor li lijneya ku ji bo Mûsilê rapor amade dikir bike.
Li dijî wan hewldanên tirkan hewldanên îngilîzan yên dijber jî hebûn. Tiştên ku dewleta tirk dianîn ziman heman tişt dewleta îngilîz jî ji bo dewleta tirk dianîn ziman. Dewleta îngilîz jî dogot, “dewleta tirk civaka kurd li dijî dewelta îngilîz sor dike û wan teşfîkê serhildanan dike.” Piştgiriyên dewleta tirk ên ji bo serhildanên kurdên başûrê Kurdistanê yên li dijî dewleta îngilîz di gelek raporên dîplomatên îngilîz de cih digirt. Bêguman rastiya wan raporên rayedarên îngilîz hebûn. Mînaka herî girîng jî serhildana Şêx Mahmudê Berzencî bû. Tirkan di vê serhildanê de bi her awayî piştgiriya Şêx Mahmûd kiribûn. Lewre dewleta îngilîz jî bi wan hewldanên xwe dixwest bandor li lijneya amadekar a raporê Mûsilê bik e.
Xeynî hewldanên dewleta tirk ên ku serhildanê wekî “komploya dewleta îngilîz” nîşan bide hewldanên wî yên cuda jî hebûn. Ji wan hewldanan yek jî di xwestin têkiliya Şêx Seîd bi Kazim Karabekîrê serokê Partiya Cumhurîyet Firkasî ve girêbidin. Ya din jî dixwestin têkiliya Şêx Saîd bi Siltanê osmaniyan ê dawîn Vahdetîn ve girê bidin. Dixwestin wekî ku Şêx Seîd bi hevkariya Vahdetîn ji bo paşve anîna Xîlafetê serî hildabe bi cîhanê bidin fêmkirin. Ji bo wan îdiayên xwe bi civakên Tirkiyeyê û yên cîhanê bidin pejirandin gelek hewldanên cûrbicûr nîşan dan. Lê jiber ku tu bingeh û tiştekî şênber tunebû îdiayên wan li hewa man. Her çiqasî kesî ji wan bawer nekir jî dewleta tirk xwest bi têkçûyina serhildanê ve girêdayî bi wan hewldanên xwe birsgirêk û nakokiyên navxweyî li gorî xwesteka dilê xwe û bi rê û rêbazên xweyên kirêt çareser bike.
Propogandaya dewletê û sekna serhildêran
Dewleta tirk ji destpêkê hetanî dawiyê propogandaya paşverûtiya serhildanê kir. Ne dixwest serhildan bi nasnameya xwe ya kurd û bi xwesteka azadiya civaka kurd ve were girêdan û were vegotin. Her timî xwest serhildanê wekî serhildaneke paşverû, oldar û şerîatparêz nîşan bide. Weke ku berê jî me anî ziman du nasnameyên serhildanê hebûn; yek olî bû, yek jî netewî bû. Li gorî serhildêran ne pêkan bû ku ev herdû nasname ji hev û du veqetin. Armanca serhildanê li ser bîrdoziya îslamî avakirina Kurdistaneke azad û serbixwe bû. Em di pêvajoya darazê de wan herdû nasnameyan di sekna pêşengên serhildanê de jî dibînin… (didome)