Danişîna doza Şebnem Korur Fîncanci, Erol Onderoglu û Ahmet Nesîn ên tev li Nobedadariya Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê bûn û doz li wan hat vekirin, hat dîtin. Heyeta dadgehê, ji bo biryarê bide dosya ji bo mutaalayê şand dozgeriyê re
Danişîna doza seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Şebnem Korur Fîncanci, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesîn ên tev li Nobedariya Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hat girtin bûn, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat ditin. Di danişîna 8’emîn de Onderoglu, Korur Fîncanci û parêzerên wan amade bûn. Nesîn ku tev li danişînê bû îdîayên der barê xwe de red kir. Nesîn da zanîn ku di çarçoeya darizandinê de 11 rojan girtî maye. Onderoglu û Korur Fîncanci jî îfadeyên xwe yên berê dubare kirin. Heyeta dadgehê ji bo biryarê bide dosya ji dozger re şand û doz taloqî 27’ê sibatê kir. STENBOL