Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!

Cenazeyê Zindan Yenî yê HPG'î nadin malbatê. Dayika wî Menîce Yenî, ragihand ku telefonî dozgeriyê kirine lê dozgeriyê bi vî awayî gef li wan xwariye: "Hûn çima me aciz dikin. Em ê giliyê we bikin."

Zindan Yenî yê HPG’î di îlona 2021’an de li gundê Pirajman ê navçeya Pîran a Amedê di şer de şehîd bû lê ji wê demê heta niha cenazeyê wî radestî malbatê nehatiye kirin. Malbata Yenî di 9’ê mijdara 2021’an de ji bo wergirtina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Pîranê dane, lê dozgeriyê berê malbatê daye Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Li vir malbat hîn dibe ku tenê tiliyên Zindan Yenî mane û bi hinceta “sedema mirina wî nediyar e” lebatên mayî yên Yenî nedane malbata wî. Cenazeyê Yenî zêdetirî 5 meh in li Saziya Tiba Edlî (ATK) ye.

Dayika Zindan Yenî, Menîce Yenî destnîşan kir ku ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe 3 caran çûye dozgeriyê. Yenî, anî ziman ku ewilî bi hinceta “şopa tiliyan” xwîna wan nehatiye girtin, di ya dudoyan de ji wan re gotine ji ber ku “sedema mirinê nediyar e” cenaze şandine Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê û got: “Em ji bo aqûbeta cenazeyê xwe çûn Stenbolê. Lê tiştek ji me re negotin. Em çûn dozgeriyê. Ji me re gotin em ê di nava hefteyekê de xeberê bidin we. Gotin, ger me xeber neda, telefon bikin. Hefteya din me telefonî dozgeriyê kir û ji me re gotin hê tiştek nediyar e. Di hefteya sisêyan de jî gava me telefon kir gef li me xwarin gotin, ‘çima hûn me ev qasî nerihet dikin, em ê giliyê we bikin.'”

 ‘Ji hestiyên me ditirsin’

Yenî, wiha got: “Ji ber ku ji hestiyên zarokên me ditirsin nadin. A rast bi nedayina cenazeyên me, dixwazin kurdan terbiye bikin. Li gor îslamê gava cenazeyek hebe divê zûzûka bê veşartin. Gava neyê veşartin ne şîn tê danîn ne jî fatîhe tên xwendin. Hin cenaze hene bi salan e nedane. Li morgan tên rizandin. Ev yek li dijî îslamê ye.”

Yenî, bal kişand ser cenazeyên di goristanên bêkesan de veşartî û got: “Tu cenaze ne bêxwedî ye. A tê kirin zilm e. Hûn nikarin bi vî awayî vîna me bişikînin. Me soz daye zarokên xwe û em ê têkoşîna wan bidomînin. Em bi wan serbilind in. Em dayikên gerîla, xizmên girtiyan û kesên xwedî wijdan em mil bidin milê hev du û xwedî li cenazeyên xwe derkevin. Êdî bes e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar